Romanûsa Tunisî: Jin têdikoşin bi wêje û zanistê li rizgariyê digerin

Romanûs Hafiza Kara Bîban diyar kir ku divê jin li dijî êrişên li ser wan her dem şiyar bin, bi riya perwerde, çand û wêjeyê em têbikoşin.

NEZÎHE BUSEÎDÎ

Tûnis – Li Tûnisê pirsgirêka jinan mezin e welat tevî ku rejîma heyî ku şoreşê îlan kiriye jî têkildarî mafên jinan rewş hê jî xirab e û jin rû bi rûyî zoriyan tên.

Romanûsa Tûnisê Hafiza Kara Bîban diyar kir ku divê jin li dijî gefên li ser mafê xwe hişyar bin û da zanîn ku gefên jinên Tûnisê piştî sala 2011’an rû bir û dimînin hê didomin. Hafiza Bîban bal kişand ser cureyên van gefan û da zanîn ku ev tenê bi qadek re ne sînordar e û got: “Divê bi riya zanist, çand, perwerde, medya û wêjeyê têkoşîn were kirin. Kesên Tûnisê, divê girêdayî nirxên xwe yên modern, bi rûmet xwedî li koka xwe derbikevin. Jinên Tûnisê xwedî wê hêzê ne, dikarin têkoşînê li dijî kesên hewl didin wan bêdeng bikin û dûr bixin bimeşînin. Jinên Tûnisê berê jî rastî gefên hêzên tarî dihatin.”   

‘Wêje çareseriyê pêşkêş dike’

Hafiza Bîban têkildarî rola wêjeyê li dijî gefên ku jin rastî tên wiha got: “Wêje çareseriyê pêşkêş dike. Birînan der dike, rastî û zehmetiyan eşkere dike. Ev vekirin, banga guherîn û berxwedanê ye. Birînê dide dîtin, li dijî hêzên ku hewl didin mirovahiyê tune bikin, destpêka berxwedanê ye. Wêje hem kêfxweşiyê dide, hem jî wijdanê mirovan derdixe. Ger em ji dil, hişyarî û hestiyarî tevbigerin, em ê vê rewşa neyênî derbas bikin.”   

“Divê em bi zanîn û baldarî têbikoşin. Em bi nasname û kevneşopiyên xwe ve girêdayî, giringî bidin nirxên modern ên ku jinên Tinûsê destek didinê. Mêzekirina mêrê serdest û pevçûnên di navbera aliyên bi hêz û lewaz de hene lê belê jin naxwazin bi mêr re bikevin nava nakokiyan. Li cihê vê divê jinên Tûnisê bi hêz û hişmendî bin. Jinên Tûnisê, li welat û derveyî welat gelek sekeftin bi dest xistin. Bi beşdariyên cuda û serkeftina xwe hebûna xwe îsbat kirin û li dijî zihniyeta ku serkeftina wan sînordar dike derketin. Lê belê ez difikirim ku me vê zihniyetê derbas kiriye û li dijî wê em serkeftî ne. Divê her dem em şiyar bin û bi riya perwerde, çand, medya û wêjeyê têbikoşin.”    

‘Di berxwedanê de gotin amûra herî mezine’

Hafiza Bîban têkildarî jinên li herêmên şer ên weke Xeza, Lubnan û Sûriyeyê dijîn ev tişt got: “Jinên li dinyaya Ereb, bi hêz, qayîm û çandin. Wê hêzên ku hewl dide jinan cardin vegerînin tarîtiyê bin bikevin. Em hertim mirovên têdikoşin destek dikin. Di berxwedanê de gotin amûra herî mezine. Di heman demê de muzîk û huner jî riyên herî giring ên berxwedanê ne û em hewl didin bi van amûran serkeftinê bi dest bixin.”

Hafiza Bîban da zanîn ku di demek nêz de pêşangehek bi navê ‘Em Xezayê ji bîr nakin’ vekirin û destnîşan kir ku aktivîsta Filistînî Mayser Atinyanî li wir axaftinek bi bandor kiriye û têkildarî têkoşîna jinên Filistînê şahidiya xwe parve kir û got: “Ev jin nûnertiya hemû jinên dinyaya Ereb dike û dengê her jina ku ji aliyê mêtingeran ve hatiye hedefgirtin e.”

Romana jinên Hippolî û deh şev

Hafiza Bîban bi romana dawî ya bi navê ‘Jinên Hippolî û deh şev’ jinan dike navend, di romanê de dayik, hezkirî, heval û xwişk cih digre. Têkildarî mijar û sembola romanê ev tişt got:

“Ev roman behsa bûyerên piştî şoreşê dike. Di dema sekvaniyên ku li pey hev mirovên zanyar ên Tûnisê tên qetilkirin de, di heman demê de serpêhatiya mêrekî ciwan ku di roja rojbûna xwe de winda dibe jî heye. Dayik Meryem dema li benda kurê xwe dimîne dikeve riya lêgerînê. Di romanê de serpêhatiya mêrê ciwan ê winda bûye û serpêhatiya mirovê zana yê ku di sala 2016’an de hatiye qetilkirin dişibin hev. Jinên Hippolî li dijî vê rastiya bi êş têdikoşin, ji bo kurê xwe bibîne têdikoşe. Roman, rastiya ku hiqûq her dem edaletê pêk nayne nîşan dide, lêgerîna rizgariya jinan bi eşq, barxwedan û zanistê vedibêje.”