‘Xwendekarên keç ji waneya werzîşê tên dûrxistin’

Tevî pêşketina zarokên keç û jinan di warê werzîşê de li cîhanê, li dibistanan xwendekarên keç ji waneyên werzîşê tên dûrxistin. Mamosteya werzîşê Qedriye Mihemed got ku werzîş ne tenê ji bo kuran e bê cudahî ji bo keçan e jî.

ŞIYA KOYE

Koye – Feraseta ku jinan ji her qadê dûr dixe, piraniya qadên jiyanê ji bo mêr dibîne. Her çendî jinan ev bend derbas kirine û beşdarî hemû qadan dibin jî di qada werzîşê de tevî pêşketina zarokên keç di warê werzîşê de li ser asta navxweyî û derve, hê tê dîtin ku li dibistanan xwendekarên keç ji waneyên werzîşê tên dûrxistin. Gelek caran li hinek dibistanên têkel, tê bihîstin ku beşek ji mamosteyan xwendekarên keç ji waneya werzîşê dûr dixin, tenê kuran dibin werzîşê.

Mamosteya werzîşê ya dibistana seretayî ya Sirwe ya keçan a li Koye Qedriye Mihemed li ser ev cihêkariya li dijî xwendekarên zarokên keç axivî.  

Qedriye Mihemed bal têkildarî girîngiya waneya werzîşê li dibistanan wiha got: “Berovajî fikrên ku dibêijn waneya werzîşê tenê derece ye, ji rastiyê dûr e. Ger li çend cihan wisa be ew sûcê îdareya dibistan û mamosteyan e. Em li dibistana xwe gelek girîngî didin waneya werzîşê. Wane di aliyê derûnî û zihnî de ji bo xwendekaran gelek bi sûd e. Cudahiyeke mezin di navbera xwendekarên ku werzîşê dikin û werzîşê nakin de heye, di aliyê derûnî de jî cudahî heye. Li hinek dibistanan waneyên werzîş nayên xwendin bi taybetî pola 12’an a amadeyî. Ev jî bandorek neyînî li ser xwendekaran bi taybetî yên pola 12’an dike. Ji ber waneya werzîşê derûn û bedena xwendekaran bi tendurist dike divê ev wane bi awayekî çalak were dayîn.”

Qedriye Mihemed da zanîn ku li hinek dibistanên têkel mamoste tenê werzîşê ji bo kuran dikin, keçan beşdarî waneya werzîşê nakin û got: “Ev jî bandorek xirab li ser dibistanê dike, werzîş ne tenê ji bo kuran e bê cudahî ji bo keçan e jî. Li gorî min destpêkê mamoste ji vê berpirsyar e û piştre jî îdareya dibistanê. Ji ber hêza bedena keç û kur ne cuda ye, keç jî weke kuran ji waneya werzîşî hez dikin û nabe werin dûrxistin.”

‘Gelek xwendekar di pêşbaziyan de cih digrin’

Qedriya Mihemed wiha domand: “Ger xwendekar ji seretayî heta amadeyî waneya werzîşê baş bixwîne, lîstikvanek baş jê derdikeve û ew xwendekarên ku baş waneya werzîşê ji wan re were dayîn, dema diçin zanîngeha werzîşê gelek serkeftî dibin. Niha gelek xwendekarên me hene di pêşbaziyan de dilîzîn. Xwendekar hene beşdarî gelek çalakiyên werzîşê bûne û hinek ji xwendekaran ku werzîş dikin ji pola 9’an, diçe peymangeha werzîşê. Ji ber wê erka hemû mamosteyan ew e ku hemû qadên werzîşî fêrî xwendekaran bikin.”

‘Dayik û bav gelek caran li hemberî zarokên xwe dibin asteng’

Qedriye Mihemed da zanîn ku gelek caran pirsgirêkên dayîk û bavan hene naxwazin zarokên xwe beşdarî waneyên werzîşê bikin û wiha got: “Divê dayîk û bav piştgiriya zarokên xwe bikin nebin asteng, ji ber ku zarok ji werzîşê hez dikin. Xwendekarên min hene beriya werin nava polê dibêjin werzîşa me heye xwe amade dikin. Xwendekarên me hene ji ber malê beşdar nabin. Ew jî ji ber hinek kevneşopî yan jî têgihîştina ku li gor wan waneya werzîş ne girîng e. Lê belê em bi temamî girîngî didin waneya werzîşê, ji ber wê gelek caran rastî pirsgirêkan tên û xwendekar di waneyên din de yekemîn in lê belê di werzîşê de kêm dimînin. Divê mamosteyên werzîşê girîngî bidin waneya werzîşê û xwendekaran ji waneyên bi sûd bepar nehêlin.”

Yek ji xwendekara mamosta Qedriye Mihemed, Hana Aso ku di warê werzîşê de çend xelat girtine wiha got: “Dibistana me û bi taybetî mamoste Qedriye, gelek girîngî didin waneya werzîşê. Ez bi xwe gelek ji waneya werzîşê hez dikim.”