Ji fûtbola kolalan ber bi lîgên Sûriyeyê û Rojavayê Asya
Lîstikvana fûtbolê Firyal Ehmed bi cesaret û biryardarî gavên destpêkê yên avakirina tîmên jinan li Kobanê avêt û niha jî di asta Sûriyeyê de dilîze ku gelek kûpa, xelat û madalya girtiye.

BERÇEM CÛDÎ
Kobanê – Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo jinan bûye qada têkoşîn û şoreşê, derfetê dide jinan ku hemû qeyd û bendên li hember xeyal, armanc û daxwazên wan bûne asteng, ji holê rakin. Yek ji jinên ciwan ku serî li ber kevneşopî û hişmendiya civakê rakir û dikarbû xwe bighîne armanc û xeyalên xwe, lîstikvana fûtbolê Firyal Ehmed e.
Firyal Ehmed jineke ciwan a ji bajarê Kobanê ye, di sala 2002’yan de jidayîk bûye. Firyal ango bi navê ku tê naskirin Filê, lîstikvana fûtbolê ye, di tîmên Asayîş û Hîlal de cîh digre. Firyal ku di sala 2017’an de rêwîtiya xwe ya fûtbolê bi rengekî da destpêkirin. Di pozîsyona hicûmvan û ortevan de dilîze. Ji bo ku rê li pêşiya hemû jinên ciwan veke ku di qada werzîşê de cih bigirin û xwedî tîm û lîgên jinan bin, têkoşiya. Niha Firyal Ehmed di asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de, her wiha Sûriyeyê de tê nasîn û amadekariyên beşdarbûna lîga jinan a Rojavayê Asyayê dike.
Ji kolan û dibistanan ber bi tîmên fermî ve
Firyal di destpêkê de behsa çawaniya destpêkirina lîstkvaniya xwe kir û got: “Di malbata ku ez di nav de mezin bûm de, mirovên me yên nêzikî min lawik bûn. Bi taybetî cêwiyê min jî heye ku ew jî lawik e, her wiha zarokên apê min jî hemû lawik bûn. Ez jî zarok bûm û aciz dibûm ku min dixwest dema xwe bi lîstokan derbas bikim. Ji bo vê jî ez her tim di nava lawikan de bûm ku wan jî lîstika fûtbolê hezdikirin û ez jî tevlî wan dibûm. Di destpêkê de min ji ber neçariyê fûtbolê dilîst, lê piştî min nas kir û ez fêr bûm, min gelek hez kir û pê ve hatim girêdan. Wê demê tîmên fûtbolê yên jinan tunebûn, ji ber vê jî min bi heval û malbata xwe re li dibistan û kolanan dilîst. Di sala 2017’an de min pêşniyar kir ku em tîmên fûtbolê yên jinan ava bikin ku di navbera dibistanan de lîga jinan were çêkirin. Min di dibistana xwe de tîmek birêxistin kir ku tîma me kûpaya dibistanan stend”
‘Hewldanên min pir bûn lê civakê astengî ava kir’
Firyal Ehmed bal kişand ser hewldanên xwe yên avakirina tîmên jinan yên fûtbolê û wiha vegot: “Mijara avakirina tîmên fûtbolê yên jinan ket serê min, ji bo vê jî hewildanên min pir bûn. Birayê min tîma wî hebû, wê demê ez çûm gel mamosteyê wan û min jê re pêşniyara perwerdekirina tîmên jinan kir û wî jî qebûl kir. Wê demê ez gelek bi coşbûm lê ketim heyecanek ku ezê lîstikvanan ji ku derê kom bikim, min keçên met û xaltiyên xwe, her wiha hevalên xwe kom kirin û me tîmeke xwe ava kir û dest bi perwerdeyê kir. Tîma me liberxwe neda û lewazî jiyan kir. Ev jî xwe dispêre zextên malbatan ku astengî ji keçên xwe re ava kirin û rê nedan fûtbolê bilîzin. Di wê navberê de coachekî tîmên jinan yên kantona Cizîrê, bi yê me re axivî ku dê di asta Sûriyeyê de lîgeke fûtbola jinan were lidarxistin û pêdiviya tîma wan bi hinek lîstikvanan heye. Li ser vê bingehê ew coacha ji bo çavdêrî û hilbijartina lîstikvanan hat Kobanê û ji ber asta min ya baş, ez hilbijartim.”
Ji Kobanê ber bi tîmên Sûriyeyê ve
Firyal da zanîn ku beşdarbûna wê ya yekemîn a fermî bi tîma Qamişlo re bûye û wiha pê de çû: “Wê demê me li ser asta Cizîrê lîst û min di lîga xwe ya yekê de xelata lîstikvana ku herî zêde gol avêtiye rakir ku wê demê min 20 gol kirin. Piştre bi tîma Cîhad re em li ser asta Sûriyeyê beşdarî lîga fûtbolê ya salonan bûn. Ji ber ku me zagon û rêbazê lîga salonan nizanbû, me baş nelîst. Lê di sala duyemîn de me xwe perwerde û fêr kir ku me asta 3’yemîn girt. Salên piştre me di gelek lîgan de lîst ku êdî me asta yekemîn girt. Me di van salan de gelek nav guhertin û di gelek tîman de lîst, ev jî ji ber ku tîmeke me ya fermî di Yekîtiya werzîşê a Sûriyeyê de tunebû. Herî dawî me biryar girt ku em tîmeke xwe ya taybet ava bikin û wiha beşdarî hemû lîgên li Sûriyeyê bibin. Me navê tîma xwe kir Hîlal ku ev nav xwe dispêre Hîlala Zêrîn û me fermî di 2022’an de dest bi xebata xwe kir. Lîgaya me ya yekê ya bi tîma Hîlal re me asta duyemîn bir û îsal jî me asta yekemîn di Sûriyeyê de bir. Weke kesayet di 4 lîgên di asta Sûriyeyê de min asta yekemîn biriye û di yekê de a duyemîn.”
Li hember kevneşopiyan helwesta pêşxistina werzîşvaniya jinan
Firyal diyar kir ku wê gavên destpêkê yên pêşxistina werzîşvaniya jinan avêtiye û wiha got: “Di lîstikvaniya me fûtbolê de malbata min destekê dide min, herî zêde jî bavê min piştgiriyê dide min ku ew jî di ciwaniya xwe de lîstikvanê fûtbolê bû. Ji bo vê jî di hemû civatan de pesnê min dide û her tim behsa min dike. Mixabin ji bo gelek hevalên min ev mijar ne derbasdar e, gelek hevalên min yên jîr hebûn lê ji ber zextên malbatê û hişmendiya kevneşop a civakê nikaribûn rêwîtiya xwe ya fûtbolê berdewam bikin. Ev mijar min gelek xemgîn dike, ji bo vê jî di 2017’an de min didît ku ciwan dikarin bi rengekî serbest bilîzin û tîmên xwe ava bikin. Çima lîstina fûtbolê tenê di sînorên dibistan û kolanan de ji bo me jinan hatiye diyarkirin? Ev xal di min de helwestek bipêş xist ku ez ji bo avakirin û pêşxistina werzîşa jinan dest bi têkoşînê bikim. Ji bo vê jî ez dikarim bêjim ku min gavên destpêkê yên avakirina werzîşa jinan li Kobanê avêt ku îroj gelek tîmên fûtbolê yên jinan hene, her wiha yên baskêtbol û gelek beşên din yên werzîşê hene.”
Bi biryardarî li pey xeyalên xwe ye
Lîstikvana fûtbolê Firyal di dawiyê de bang kir ku jinên ciwan tevlî qada werzîşê bibin û xeyalên xwe pêk bînin: “Ez niha bi 2 tîman re dilîzim, bi tîma Asayîşê re li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bi tîma Hîlal re li ser Sûriyeyê dilîzim. Fûtbol ji bo min ne tenê lîstina lîgeyan ango kûp rakirin û madalya girtine. Dema ez derbasî studyuman dibim, topê digirim û dilîzim, ez xwe hîs dikim ku di cîhaneke din de jiyan dikim. Ji bo vê jî ez fûtbolê parçeyekî ji xwe dibînim û nikarim bê wê bijîm. Bê guman xeyal û armancên min gelek in, di 2017’an de xeyalên min avakirina tîmên jinan bû. Piştî ev yek pêk hat û ez derbasî tîmên mezin û lîgan di asta Sûriyeyê de bûm, armanca min ew e ku ez xwe bighînim tîmên navdewletî jî. Ji bo ku ez bighêjim armanca xwe ez bê navber ked didim, li aliyekî xwendina xwe dikim û li milê din jî li pey xeyal û pêşeroja xwe diçim. Weke lîstikvaneke jin di Kobanê de têm naskirin, nêrîn û nirxandinên civakê jî ez dişopînim û gelek erênî ne. Kêfxweş û serbilindim ji bo vê mijarê, lê di vî warî de dixwazim bêjim ku divê civaka me li pêşiya keçên xwe nebin asteng û êdî ev hişmendiya ku fûtbol tenê ya zilaman e derbas bikin.”