'Li Cezayîrê hewcedariya werzîşa jinan bi piştevaniyên xurtir heye'

Werzîşvan Asye Şûwêha Dandan a Cezayirî dest nîşan kir ku tevî jinan di qadên sporî de li welêt destkeftî bidestxistine jî hê bi astengiyan re dimînin û got: "Hewcedariya werzîşa jinan bi piştevaniyên xurtir heye."

RABÎA XERÎS

Cezair – Li Cezayirê di van salên dawî de qada sporî pêşketinek berçav dîtiye, her wiha ew beşek girîng ji nasnameya herêmê tê nasîn. Ew ji werzîşên gelêrî wêdatir berfireftir bûye û xwe dispêre qadên cihêreng wek judo, boks û karate.

'Tevî zehmetiyan jin xwe di qada sporî de îspat dikin'

Werzîşvan Asye Şûwêha Dandan a sîh salî tevî hemû zehmetî, dijwarî û astengiyan serkeftina xwe di warê soprê de bi destxistiye wiha dibêje: "Piştî serxwebûnê di warê sporî de pêşketinên berçav hatin dîtin. Li Cezayirê tenê werzîşên gelêrî dihatin bikaranîn, piştre sporên wek judo, boks û karatê li herêmê derketin holê. Her wiha piştî derketina pêla şampiyonan di qadên cuda de, ala Cezayir di mezintirîn forumên navneteweyî de hate bilindkirin. Lîstîkvana atletizmê Hesîba Bolmerqa ku gelek caran di pêşbirkên bazadana mesafeyên navîn û dirêj de serketî bûye. Di heman demê de avakirina cihên girêdayî qada werzîşê bûn sedem ku rola sporê li welêt xurtir bibe."

'Divê rola jin û medayayê di qada sporî de bên xurtkirin'

Asya Dandan di nava gotinên xwe de bal kişand ser pêşketinên ku jinan di qada sporê de bi dest xistine û astengiyên li pêşiya wan û got: "Cezayir bi organîzekirina şampiyoniyên cûrbicûr piştevaniya werzîşvanên xwedî pêdîviyên taybet, ji bo pêşxisitna werzîşên jinan hewldanên girîng kiriye. Lê ev hewldan hê jî kêm maye û divê bê xurtkirin. Tevî ku werzîşên jinan bûne hêmanek bingehîn di perwerdehiyê û pêşvebirina vebûna rewşenbîrî di nav civakê de, astengiyên din jî wek kêmbûna şampiyoniyan û nebûna rahênerên jin ên pispor, hene. Di medyaya Cezayirê de guhartinek çêbûye, ku hewl didin çanda werzîşê, di nav de hişiyarkirina jinên ku çalakiyên werzîşê dikin, belav bikin."

'Kevneşopiyên civakê bandor li ser werzîşa jinan dikin'

Asye Dandan da zanîn ku adet û kevneşopiyên civakê jî bandorê li werzîşên jinan dikin û wiha pê da çû: "Werzîşa jinan û bi karanîna wê heta niah di nava civakê de jî tê redkirin. Ew jî ji ber adetên hin herêman ku şerme jin di qadên sporî de cih bigrin. Ji ber vê hewceya werzîşa jinan bi piştevaniyek berfireh heye. Di heman demê de li hin herêman jî ji ber hişyarbûna malbatan û zanebûna wan, jinên ciwan di qadên sporî de cih digirin û destkeftiyên xwe misogre dikin."

'Ji jinan re klûbek werzîşî avakiriye'

Asye Dandan klûbek werzîşê ji bo jinan vekiriye û wiha dawî li gotinên xwe anî: "Min xwest destek bidim jinên herêma xwe ya El-Exwad ku 400 km ji paytextê dûr e û ji wan re klûbek werzîşê ava bikim. Sedema avakirina vê klûbê ew bû ku li başûrê Cezayirê werzîşên jinan nedihat dîtin. Her wiha hezkiriya min ji werzîşa basketbolê re gelek bû ji ber vê klûbek basketbolê ji jinan re jî vekir. Sala 2017'an klûb hate vekirin destpêkê hin zehmetî hatin jiyîn ku jinan berê xwe nedidan klûbê. Lê îsal piraniya jinên herêmê bi hezkirinek mezin berê xwe didin wê."