Jinên Bismilê di qadê werzîşê de tundiya li dijî jinan şermezar kir

Di tûrnûvaya werzîşê ya li Bismil Amedê de jinan pankartek mezin vekir û tundiya li dijî jinan şermezar kirin.

Navenda Nûçeyan – Di Tûrnûvaya Werzîşê ya Vedat Aydin ku ji aliyê şaredariya Bismila Amedê ve hatiye organîzekirin de, tundiya li dijî jinan hat şeremzarkirin. Jin bi pankarta ‘Jin, Jiyan, Azadî’ û ‘Gotina me bi dawî nebûye, em ê tundiyê bi hev re bisekinînin’ ketin qadê. 

Qad bi pankartan hat xemilandin

Di tûrnûvaya ku hemwelatiyan eleqeyek baş nîşan dan û dîmenên rengîn derketin holê de, di tûra duyem de posterê Vedat Aydin hat daliqandin. Li derdora qada werzîşê ya li Parka Oruç a Halîl Îbrahim pankartên li ser ‘Ne jehrê hêviyê hempêz bike’, ‘Ji madeyên hişbir re na, em tarîtiyê ronî bikin’, ‘Ne ji bo werzîşvan qerta sor ji madeyên hişbir re!’ û ‘Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi ser bikevin’ hatin nivîsin hatin bicihkirin.

Beriya lîstikê, hevseroka navçeya Bismilê ya DEM Partiyê Halîse Deyer Erkek, hevşaredara Bismilê Mizgîn Ekîn û endamên meclisa şaredariyê û gelek jin, bi pankarta li ser‘Jin, Jiyan, Azadî’, ‘Gotina me bi dawî nebûye, em ê bi hev re tundiyê bisekinînin’, ‘Jin, Jiyan e, jiyan xwerêvebirin e’ hat nivîsandin li qadê tûr avêtin. Jinan dem bi dem dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ berz kirin û tundiya li dijî jinan şermezar kirin.