Serkefetina jinek ku bûye mamosta noqaviyê
Îlav Hemîd Sadiq, tevî tengasiyên jiyanê û kevneşopiyên civakê ku dîtiye jî, îradeya xwe ya ji bo ku xeyalên xwe pêk bîne, zêdetir kiriye. Ev îrade bû sedem ku di warê noqaviyê de bibe yek ji mamosteyên herî baş. Îlav dixwaze ji bo jinan bibe hêviyek.
RECA HEMÎD REŞÎD
Iraq – Çîrokek ku di nava xwe de îsrarê dihewîne, çîroka mamosteya noqaviyê ya bi navê Îlav Hemîd Sadiq a 34 salî ye. Îlav ji bajarê Basra ya başûrê Iraqê ye. Di warê endezyariya çandiniyê de bawernameya lîsansê wergirtiye. Çîroka Îlav a bi avê re, ji zaroktiya wê de destpê dike. Hê 3 salî ye, dikeve avê û hindik dimîne ku bifetise. Ji ber wê kêliya bi êş, dema mezin dibe biryar dide ku fêrî avjeniyê bibe û di perwerdehiya avjenî û rehabîlîtasyonên avî de bibe pispor. Îlav Hemîd Sadiq bi ajansa me re behsa çîroka xwe ya avjeniyê kir.
‘Bûyerek bû sedem ku ez bibim pispor’
Îlav Hemîd Sadiq di destpêka gotinên xwe de behsa kêliya ku bûye sedema gihîştina asta mamostetiya noqaviyê kir û wiha got: “Dema ku zarok bûm, ji ber ku min avjenî nizanibû û temenê min biçûk bû, di avê de hindik ma bifetisim. Dema ku mezin bûm jî ev bûyer ji min re bû sedem ku hêz û îsrara di warê noqavî û avjeniyê de bidomînim, bibim pispor û benda tirsê di xwe de bişkênim. Beşdarî gelek perwerdeyan bûm, her wiha min bi piranî pirtûkên derbarê hînbûna avjeniyê de dixwend. Ev yek jî hişt ku ez di warê spora noqaviyê de bibim pispor û hezkirina min jê re mezintir bû. Mamosteyên noqaviyê yên jin tune ne. Ev jî bêhtir bû sedem ku di vî warî de xwe bipêş bixim da ku awaya avjeniyê baş fêrî nifşan bikim. Her wiha, noqavî pîşeyeke ku enerjiyê û hêzê dide mirov û dihêle ku hemû bendên tirsê û astengiyan derbas bike.”
‘Xwedî li têkoşîn û keda xwe derdikevim’
Îlav Hemîd Sadiq di berdewama gotinên xwe de diyar kir ku di warê noqaviyê de gelek ked daye. Bi saya Îlavê, Iraq ketiye nav lîsteya rêxistina Scuba Schools International (SSI) ya noqaviyê. Îlav wiha pêl da axaftina xwe: “Ez beşdarî perwerdeya rêxistina SSI bûme û min bawername û lîsansa pejirandî wergirtiye. Ji bo ku bibim yekem mamosteya noqaviyê ya Iraqî ku li rêxistina noqaviyê hatiye zêdekirin. Di heman demê de min karîbû Iraqê bikim nav lîsteya 165 welatan a li ser nexşeya SSI’yê. Her wiha min wek yekem mamosteya jin a kendalê, li welat belgeyek ji sendîkaya Iraqî stendiye. Ev werzîş ji piştgiriya hikûmetê û piştevaniya malbatan a ji bo teşwîqkirina zarokên ku hînî melevaniyê bibin da ku wan ji xeniqînê biparêzin, kêm e.”
SSI rêxistinek ku jêhatîbûn û behreyên avjeniyê hîn dike û piştgirî dide şirket û seyrangehan. Îlav ji bo belavbûna çanda fêrbûna avjeniyê ya di nava civakê de gelek ked û tekoşîn daye. Îlav bi van gotinan behsa wan rojan kir: “Ez rastî gelek pirsgirêkan hatim. Bi taybetî di warê peydakirina hewzên melevaniyê yên li Basrayê de herî zêde pêdivî bi antremanê, hebûna hewzeke taybet a ji bo hemû kelûpelên pêwîst ên ji şagirtan re ku bighên astên bilind ên melevaniyê, heye. Di heman demê de ji bo ku çanda melevaniyê di nava civakê de belav bikim, min gelek têkoşîn û ked da. Ji ber ku wan tu girîngî nedida vê sporê, avakirina kesayeta pisporan û çandina baweriyê ya di wan kesayetan de jî, ne hêsan bû. Ji bo min a herî girîng, belavkirina çanda melevaniyê ya di nava gel de bû. Ew jî bi rêya çêkirina pêşbirkan a di nav dibistanan de, her wiha lidarxistina komxebatên derbarê girîgiya avjeniyê û pêwîstiya hînbûna wê de bû.”
‘Melevanî ji bo tendirustiya bedenê gelek baş e’
Hewldanên Îlav Sadiq ên ji bo hînbûna vê warzîşê, zêdetir ji bo bikaranîna rêbazên awayên perwerdehiya dermanî ye. Ji ber ku avjenî ji bo bihêzkirina masûlke, hestiyan, parastina laş, dermankirina gelek nexweşiyên kronîk a bi rêya waneyên xwekontrolkirinê baş e. Di nav van nexweşînan de şekir û pêşvebirina pişikê jî hene. Di heman demê de ji bo kêmkirina kîloyên zêde û dermankirina nexweşiyên spektrala otîzmê, felcên mêjî û felcî, di hewza ku xwendekar derbas dibin de, avjenî baş e. Li kêleka wê, av alîkariya dermankirina hejmarek nexweşiyan dike.”
‘Mijûlbûna bi zarokan re hişt ez xwe bipêş bixim’
Îlav Sadiq da zanîn ku hezkirina zarokan û mijûlbûna bi wan re, bûye sedem ku beşdarî Akademiya Werzîşên Avê ya Rûsî bibe û wiha got: “Bû sedem ku bibim yekem rahênera Iraqî ku tevlî wan dibe. Di vê akademiyê de zarokên ji du mehan heya salekê tên perwerdekirin û mijûlbûna bi vê temenê re, gelek zor e. Pêwîst e ku perwerdekar xwedî sertîfika û pisporiyek be. Ji ber ku dibe zarok di dema perwerdehiyê de birîndar bin û feydeyên perwerdekirina pitikan, dermankirina jinavbirina ji dayîkbûnê, kêmkirina hîperaktîvîteyê, bihêzkirina masûlk û hestiyan, xurtkirina parastinê, mezinbûna rast, rûniştin û meşa di wextê xwe de, van hemû faktoran di pêşerojê de zarokê olîmpiyadê dikin.”
‘Dixwazim bibim hêviyek ji bo jinan’
Derbarê serpêhatiyên xwe yên herî xweş de jî Îlav Sadiq wiha got: “Dijwariya herî mezin ji bo min ew bû ku herim nav ava Şat-ul Ereb û bikevim kûrahiya wê. Gelek tiştên baş li min zêde kir, asoyên karê min berfireh kir û min bidest xist. Tecrûbeya rûbirûbûna avê tevî astengiyan hewl didim ku bibim çîrokek serkeftî ji bo jinên ku hêviya xwe ji dest dane.”
Îlav Hemîd Sadiq anî ziman ku dixwaze bibe xwedî hewzeke bi mezinahiya Olîmpiyatê û sedema wê bi van gotinan anî ziman: “Ji bo belavkirina vê çandê û peydakirina derfetan ji hemû mirovan re ku wê biceribînin, şampiyoniyan ji zarokan re li dar bixe û avjeniyê bike, pirtûkek dersê ku di bernameya xwendinê de hebe.”