Ji ber şer li Xezayê aktîvîteyên sporê neman

Lêkolînera Sporê ya Filistînî Nêlî El-Musrî bal kişand ser wêrankirina qada sporê li Xezayê û got: "Di encama êrîşan de hol û klûbên sporê hatin rûxandin û derfetên sporê li herêmê neman."

REFÎF ÎSLÎM

Xeza – Li Xezayê piştî şerê 7'ê Cotmeha 2023'an, ji ber ku bajar veguherî kavilan, avahiyên saziyên sporê neman. Ji ber di encama êrîşên hêzên Îsraîlî de piraniya klûb û holên sporê hatin wêrankirin, mirov ji vê jiyanê bêpar man û ji ber êrîşan neçar man bi tiştên din ên jiyanê re mijûl bibin.

 'Jinên Filistînî mohra xwe li jiyana sporê dabû'

Lêkolînera sporê Nêlî El-Musrî bal kişand ser qad û beşên sporê yên ku li Xezayê beriya şer aktîf bûn û wiha axivî: "Jiyana sporê li Xezayê bi hemû aliyên xwe yên cihêreng ên wek meş, bazdan, voleybol, basketbol, ​​boks û pêşbaziyên sporê di warên cihêreng de weke lîga futbolê, beyzbol û nermbolê diyar bû. Beşdariya jinan a vê qadê re cudatir bû, mohra xwe li qada spora Filistînî dabû. Jin di hemû lîstikan de hebûn û piraniya wan dihatin xelatkirin.”

'Hol û klûbên sporê kirin hedef'

Nêlî El-Musrî der barê wêrankirina klûbên sporê li herêmê de got: "Ji destpêka şer ve hêzên Îsraîlê binesaziya herêmê dikirin hedef. Bi taybetî qada sporê kirin hedef û wêran kirin. Êrîşê klûb û holên sporê kirin û rûxandan. Hola El-Yermûk a sporê jî veguherandin navenda dîlgirtina welatiyên Filistînê. Bi deh hezaran kesan ji jiyana sporê bêpar hêştin. Pêvajoya ji nû ve avakirina Xezayê girêdayî rewşa siyasî ye."

'600 lîstikvanên sporê jiyana xwe ji dest dan'

Nêlî El-Musrî ya ku bi însiyatîfên xwe hewl dide jiyana sporê careke din li Xezayê zindî bike wiha domand: "Gelê Filistînê gelek girêdayî sporê ye. Em niha hewl didin di holên ku ziyanê nedîtine de careke din jiyana sporê zindî bikin. Di nava êrîş û pêlên koçberiyê de jinên ciwan li stargehan lîstika fûtbolê dilîstin. Spor di zêdekirina xwebaweriya jinan û xurtkirina parêzbendiya wan de gelek bi sûd e. Li gorî Meclisa Bilind a Ciwan û Sporê di encama êrîşan de 600 lîstikvanên sporê jiyana xwe ji dest dane. Em hêvî dikin holên sporê bên nûkirin ji bo ku em careke din ruhê sporê di nava gel de zindî bikin."