Li Qamişlo ji bo jin û zarokan ocaxa tendirustiyê hat vekirin

Bi pêşengiya Komîteya Tendirustiyê ya Kongra Star li Qamişlo ji bo jin û zarokan ocaxa tendirustiyê hat vekirin. Jinên perestar ên di ocaxê de kar dikin gotin ku armanca wan alîkariya jin û zarokan e.

ZEYNEB ÎSA

Qamişlo- Komîteya Tendirustiyê ya Kongra Star di aliyê tenduristiyê de ji bo alîkariya jin û zarokan bike li Taxa Qidûrbek a bajarê Qamişlo Kantona Cizîrê- Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ocaxa tendirustiyê ava kir. Perestar Mehfûza Ehmed û Sîta Mustefa yên ku di ocaxê de dixebitin ji ajansa me re têkildarî armanc û xebatên xwe yên dermankirina di nav taxê de axivîn.

 ‘Armanca me alîkariya jin û zarokan e’

Perestar Mehfûza Ehmed behsa vekirina ocaxa tendirustiyê kir û armanca xwe bi van hevokan anî ziman: “Nêzî 10 mehan e me ev ocax vekiriye nêzî heta 10 rojan em ê bi fermî vekin. Armanca me bi vekirina vê ew e ku em alîkariya jin û zarokan bikin bi taybetî taxa me Qidûrbek, ji ber ku tu ocax nêzî taxa me tunebû û jinan zorî didîtin heta ku zarokên xwe dibirin nexweşxaneyan. Niha jî em perwerdeyên perestar û pêveçûnên berayî didin jinan da ku zanibin çi nexweşî bi zarokên wan re hene û ew bi xwe bizanibin nexweşiya zarokên wan çi ye.”

Mehfûza Ehmed wiha axaftina xwe berdewam kir: “Di vê nexweşgehê de me bijîşk amade kirine wê werin, bijîşkên zarok û jinan û beşên wê hene û wê dermanxane jî hebe û amûrên lênêrînê amade ne. Me got ku divê ocaxa tendirustiyê li taxa me ava bibe û komîna Şehîd Mihemed Salih bi me re alîkar. Di destpêkê de me tu zehmetî nekişand. Ji ber ku em xwedî biryar bûn û moralê me bilind bû, hêviyên me hebûn ku dê ocax ji me re were avakirin. Em dixwazin alîkariya gelê xwe bikin.”

Mehfûza Ehmed daxwaz kir ku her jin kar bike û perwerde bibîne da ku bi pêş bikeve, sûdê bide civaka xwe û wiha gotinên xwe bi dawî kir: “Ez dibêjim jin bikaribin kar bikin, bila nesekinin wextê xwe vala derbas nekin ji xwe û civaka xwe re tiştên bi sûd bikin. Alîkariya mala xwe û hevjînê xwe bikin derkevin nav civakê dan û standinê bi gelê xwe re bikin wê pêşketin bi wan re çêbibe, bila ji gotinên civakê bi bandor nebin bila her jin perwerdeyê bibîne bi pêş bikeve kar û xebatê bike.”    

‘Jin bi hêz in dikarin tiştên dixwazin bikin’

Perestar Sîta Mustefa jî behsa kar û armacên vekirina ocaxê kir û got: “Di ocaxa me de nêzî 6 peretar hene. Me ev li taxa xwe ya Qidûrbek ava kir armanca me ew e ku em alîkariya gelê xwe bikin ji ber di rewşa me ya niha de pir zor bûye her tişt biha bûye gelê me hejar e bi taybetî derman pir buha bûye. Ji bo wê me xwest em vê ocaxa tendirustiyê ava bikin. Her perestarek li vê derê amade bûye bi perwerde ye û me di astên xwe yên herî bilind de perwerdeyên xwe yên perestariyê bi dawî kirine. Ez dixwazim her jin kar bike, tu cudahî di navbera jin û zilam de tune ye, jin jî bi hêza xwe dikarin kar bidin meşandin.”