Jinên Suweydayê li dijî qeyrana aborî tîma tendirustiyê ava kirin

Li Suweydayê jinan ji ber bihabûna maliyeta dermankirinê tîma tendirustiyê ava kirin, alîkariya tendirustî bê pere didin zarok û jinan.

ROCHELLE JUNÎOR

Suweyda - Li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê jinên dilxwaz, ji bo barê kesên ku nikarin mesrefa derman û muayeneyê bidin sivik bikin, bi hevkariya xwediyên dermanxaneyên jin, bijîjk û perestaran tîmeke tendirustiyê ava kirin. Ji jinan Julnar Al-Abd diyar kir ku tîm ji derveyî xwediyên dermanxaneyan ji bijîjk û perestarên jin pêk tê û girtina xizmeta tendirustiyê ji bo nexweşan bûye barekî giran û wiha got: “Hikumeta Şamê alîkariya ku dida hinek bijîjkên zêdeyî 10 salan e dixebitin qut kiriye. Bi taybetî di nava bajar de ger mirov şert û mercên heyî li ber çavan bigre dibîne ku bihayê her tiştî du qat zêde bûye.”

‘Rewşa nexweşan tê şopandin’

Julnar Al-Abd da zanîn ku ji derveyî şopandina nexweşan, bêyî ku ji malê derbikevin û xizmetên pêwîst ên weke heta birînên wan bi temamî baş nebe pansûman were kirin ji bo bikaribin xwe bigihîjînin xizmetê li gel dilxwazan bi riya hejmarên taybet têkilî danîne. Julnar Al-Abd, destnîşan kir ku rewşa jinên nexweşên weke penceşêr, tansiyona bilind, diyabet û nexweşên din ên kronîk divê her dem were şopandin û di rewşên sewqkirina nexweşan ji bo nexweşxaneyê de derfet hebin.

Kesên di tîmê de piranî jin in

Perestar Maysaa Darwish da zanîn ku di tîmê de bi awayekî dilxwaz dixebite, destnîşan kir ku bi xwe û dilxwazên din re ji ber belavbûna nexweşiyên şewbê hewl didin alîkariya jin û zarokan bikin û wiha got: “Tîma ku bi şewbê ve eleqeder dibe, ji bo muayene û tedawiya nexweşiyên ku metirsiya wan kêm bikin, bi derfetên heyî xizmetê dike. Ji ber ku di tîmê de hejmarek zêde ya bijîjkên jin heye, tedawî bê pere tê kirin û ev jî karê nexweşxan hêsan dike.”

Piştgiriya bê heqdest dide

Maysaa Darwish amaje bi wê yekê kir ku der barê xebatên di nava tîmê de dikin ji derveyî tedawiya dermanan a bi riya enjeksiyonê qeyddayîn û her cureyê pansûmankirina birînan bê pere dikin û da zanîn ku ji bo pêkanîna pêwîstiyên jinan di nava endamên tîmê de têkiliyê daniye û got: “Zarok di bin çavdêriya bijîjkên pspor ên di tîmê de piştî tên muayenekirin, em tedawiya wan li malên wan berdewam dikin. Ji ber ku tedawî giran bûye pêwîst nake biçin nexweşxaneyan.”

Bi alîkariyan emeliyat bû

Samîha Al-Madwar ku ji xizmeta tîma dilxwazan a tendirustiyê sûdê girtiye bal kişand ku emeliyata histerektomî bûye û di encama wê de xwînê winda kiriye û got: “Tîm bi awayek dilxwaz perestaran dişîne mala min û lênêrîna pêwîst a tibî dike. Ji ber çavkaniyek min a madî nîn e, her dem bi baldarî birînên min derman dikin. Ji bo emeliyata min maliyetek zêde pêwîst bû, min jî hevdîtin bi saziyên xêrxwaz re kir. Tîmê di heman demê de ji bo sermaya ku zarokên min girtibû jî dermanên pêwîst peyda kir.”