21 sal in nav bê derfetiyan de nexweşan derman dikin

Nexweşxaneya fîzyoterapî ya Şehîd Viyan a li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) ku ji sala 2003’an ve di faaliyetê de ye ruxmê nebûna derfetan jî xizmetên tendûristiyê pêşkêşî gelê Mexmûrê dike.

BERJÎN KARA

Mexmûr - Terapiya fîzîkî an jî fîzyoterapî ji bo vegerandina tevgerên fonksiyonel ên ku ji ber sedemên wekî birîn, nexweşî, travma yan pîrbûn kêm bûne tê kirin. Fîzyoterapî di dermankirina gelek nexweşiyan de rolekî girîng dilîze. Fîzyoterapî dikare pêvajoya başkirina tevnên ku ji ber birîn, emeliyat an nexweşiyan çêdibin bileztir bike. Ango dikare qalîteya jiyana kesan baştir bike, ji wan re bibe alîkar ku çalakiyên xwe yên rojane bi rehettir bikin. Armanca fîzyoterapiyê ew e ku kes dikarin faktorên girîng bi rengek tendûrist pêk bînin. Ji bilî pratîka bedenî, fîzyoterapî hêmanên wekî hestyarî û têkiliyên civakî jî dihewîne.

Li wargeha penaberan a Şehîd Rustem Cudî (Mexmûr) jî nexweşxaneya fîzyoterapî ya Şehîd Viyan ku di sala 2003’an de hatiye avakirin, tevî ku tenê 3 bijîşk hene xizmetên tendûristiyê pêşkêşî gel dike. Yek ji dixtorên nexweşxaneyê Dr. Tîrêj Demîr ku ev 13 salin di nexweşxaneyê de kar dike ji ajansa me re axivî û diyar kir ku ruxmê nebûna derfetan jî nexweşxane bi awayek serkeftî kar dimeşîne.

‘Herî zêde nexweşên jin tên’

Tîrêj Demîr a beşa fîzîk tedawiyê xwendiye diyar kir ku ev 13 salin di navenda fîzîkê de kar dike û got: “Di van demên dawî de me du endam girtine ji bo kar, yek jin yek jî mêr. Em niha sê kes vî karî dikin. Hêdî hêdî endamên din jî fêr dibin. Navenda fîzîkê ji mêj de hebû, dema min dibistan dixwend jî hebû. Navenda fîzîkê di sala 2003’an de hatibû vekirin û wê demê fermî jî bû. Kar û xebatên me niha baş derbaz dibin. Lê nexweşên me pir zêde dibin, ji bo wê em herî zêde 20 nexweşan digirin. Dema jimar zêde dibe em neçar dimînin ku hinek nexweşan rawestînin heta yên li gel me tedawiya wan bi dawî dibe. Herî zêde nexweşên jin tên. Ew jî yên ji ber rewşa penaberiyê ku herî zêde ji vê rewşê jin bandor bûne.”

Tîrêj Demîr da diyarkirin kesên ku serlêdan dikin herî zêde nexweşiyên dîska pişt, stû, spazma mil hene û wiha got: “Jin ji ber ku herî zêde destê xwe bikartînin, wek dema makîneyên cilan, ta û derzî ku di demê berê de herî zêde pê kardirin, yên niha jî kompûter û telefonan bikartînin û ev yek jî gelek bandor li ser dest dike. Hem spazma, hem kirêç çêdike û dema stû tê tewandin bivê re dîska stû jî çêdibe. Herî zêde nexweşên bivî rengî tên. Wek din kesên ku qeza derbaz dikin û felc dibin tên. Taybet jî meha havînê de ji ber rewşa tansiyonê nexweşên felcê têne. Ji ber ku meha havînê de wargeh gelek germ dibe û ev jî dibe sedema rewşên felcê.”

‘Derûniya nexweşan famkirin gelek girîng e ji bo me’

Tîrêj Demîr destnîşan kir ku di karê fîzîkê de li rexa tedawîkirinê di heman demê de jî bi nexweşan re jiyan dikin û got: “Nexweşiyên fîzîkê ne wek yên dine, nexweşên din diçin gel dixtor tiştên pêwîst ji wan re tê dayîn û ka carek din dibînin yan na. Lê di fîzîk tedawiyê de em bi nexweşan re jiyan dikin û divî milî de hinek zehmetiyan dikişînin. Bi hinek nexweşan re saetên dirêj eleqeder dibin, hinek hene em fêrî axaftin, meşîn, ka çawa kevçik an îskan bigirin, dikin. Ango bi hûrgulî em bi wan re mijûl dibin. Pîskolojiya nexweşan fam kirin jî gelek girînge ji bo me. Ji bo wê endamên me hertim bi rûkenî divê bi wan re bibin alîkar. Nexweşên ku tên vir piranî jî di hêla pîskolojîk de dikevin. Xwe wisa hîs dikin ku tenê bi serê wan hatiye û tenê ne. Nexweş di wî milî de gelek zehmetî dikişînin. Ji ber wê çendê em nexweşên xwe li malên wan tedawî nakin, wisa xwe tenê hîs dikin. Lê dema tên vir û nexweşên wek xwe dibînin xwe tenê hîs nakin. Li gel hevdu dikevin nava sohbetan, henekan hevre dikin, fêrî hev dibin, hevaltî dikin û dikevin nava danûstandinan. Bi vî şeklî hîn zêdetir rehet dibin.”

‘Dema me nû dest bi vî karî kir tenê odeyek me hebû’

Tîrêj Demîr di berdewamiya axaftinên xwe de bal kişand ser derfetan û got: “Ji bo tedawîkirinê pêwîstiyên me kêm in. Li gorî penabertiyê başe û em heta astek hatine. Dema ku me nû destpêkirî tenê bandek ya bezê hebû ku ew jî ne ya elektrîkê bû bixwe xwe diçû û bisqilêtek hebû. Odeyek biçûk hebû û me ev hêdî hêdî mezin kir. Ev yek jî bi berxwedana salan hat bidestxistin. Ango me kedek mezin da. Di berê de alîkarî dihatin ji me re wek UNICEF û heyetên cuda cuda. Lê bi demê re wan jî alîkariya xwe ji me qutkirin. Carna dema nexweşên me tedawiya wan bi encam dibe ew jî alîkariya me dikin. Hinek tiştên xwe em bixwe çêdikin. Wek qoltixa min yekê avêtibû çopê de, ez jî çûm min anî çêkir û niha li ser kar dikim. Me ji wan zehmetiyan destpêkir.”

‘Me gelek kes ji emeliyatê xilas kir’

Tîrêj Demîr, armanca destpêkirina karê fîzîkê wiha anî ser ziman: “Gelek nexweşên me encamên erênî girtine. Heta gelek kes hene me ji emeliyatê xilas kirine. Ji xwe hedef û armanca me ya vekirina vê derê ew bû ku kesên nikarin biçin ji derve tedawiyê bibînin em digirin vê derê ji bo ku tedawiya wan encam bigire.”

‘Pêwîstiya her mirovek bi sporê heye’

Tîrêj Demîr bal kişand li ser girîngiya xweparastin û sporê û got: “Di van aliyan de xwe parastin girînge. Lê di vî demî de xweparastin zehmettir buye li gor demê berê. Demê berê de zêdetir aktîf bûn, her tim kar dikirin ruxmê ku kar zehmet jî bûn. Raste niha jiyan hinek rehetir buye lê ewqas zerer jî dide mirov. Wek jin dema temenek şûnde êdî nikarin rabin ser xwe jî, hinek nexweşiyên wan çêdibin lê dev ji xwe berdidin. Êdî dibêjin em nikarin tu karî bikin. Lê herî kêm deh deqe jî bin divê bimeşin. Hem di aliyê pîskolojî hem jî fîzîkî de wê rehet bibin. Piraniya sedema dîska wan li ser lingan xwe ditewînin.

Gelek jin min bixwe dîtine li ser lingan xwe ditewînin û cilan dişûn. Karê xwe hemu li ser lingan dikin. Bi hilgirtina barên giran û tevgera bilez dîsk çêdibe, xetimîn çêdibe û di heman demê de gelek pirsgirêkên cuda jî bi xwe re tîne. Di ciwanan de jî ev heye kesên fîzîka wan zeîf in dibêjin pêwîstiya me bi sporê nîne, lê pêwîstiya her mirovek bi sporê heye. Ev ne girêdayî qelewbûn û zeîfbûnê ye. Ya din jî timî li ser kompûter an jî telefonanin. Di wî milî de jî pirsgirêk derdikevin û bandor li stûyê wan dike. Divê her 10 yan 20 deqeyan pozîsyon were guhertin. Ev yek pir girîng e. Mamoste hene, ajokar hene divê ew jî divî alî de gelek baldar bin.”

‘Yek ji bingehên girîng ên fîzîk tedawiyê hewza avê ye’

Tîrêj Demîr di dawiya axaftinên xwe de destnîşan kir ku ji ber derfetên kêm nikarin her werzê de hewza avê bikarbînin û wiha got: “Yek ji bingehên girîng ên fîzîk tedawiyê hewza avê ye. Hem ji bo dîska pişt, ya stû, spazma û ji bo kesên felc dema dest û lingê wan bêhêz dikeve ji bo bihêz bikevin di hewzê de tevger kirin girînge. Piştî çar sal wisan me liberxwe da ku proja me were qebûl kirin û pêkbînin. Derfetên me nebûn. Me niha hewz çêkiriye lê tenê meha havînê de em carna bikartînin. Meha zivistanê ji ber sermayê em nikarin bikarbînin. Ger derfetên me hebûya yan jî alîkarî ji mere hatiba me amûra ku dibêjinê aritme (parzûn) hem paqij dike hem jî avê germ dike, anîba. Wê demê meyê zivistanê jî bikaranîba ji ber ku nexweşên me zivistanê jî zêde ne.”