Li nexweşxaneyên Idlibê îhmala bê kontrol û xetayên tibî zêde dibe

Li Idlibê ji ber îhmalê, jinekê di emeliyata sezaryanê de jiyana xwe ji dest da, jinekê ji di meha 9’emîn ya dû caniya xwe de zaroka xwe winda kir. Bijîşk Ruqaya Al-Maaratî got: “Zêdebûna xetayên tibî, çavkaniya xwe ji bê kontroliya tibê digre.”

HADEEL Al-OMAR

Idlib- Li bajarê Idlib bi taybet li fakulteya tibê ya Idlibê kêmaniya personelên tendirûstî û xetayên tibî gelek caran dibin malê canê nexweşan. Faryal Al-Haj Hussein da zanîn ku keça wê ya 28 salî Ruba Al-Haj Hussein ji ber zêde windakirina xwînê û êşê li fakulteya tibê ya Idlibê girtine emeliyata sezeryanê.

‘Keça min piştî emeliyatê 4 rojan jiyana xwe ji dest da’

Faryal Al-Haj Hussein diyarkir ku piştî emeliyatê rewşa keça wê xira bûye û got: “Piştî emeliyatê nîşana ku di cihê dirûnê de çêbûyî dema ku me ji bijîşk pirsî, got normal e. Lê belê keça min piştî emeliyatê 4 rojan jiyana xwe ji dest da.” Faryal Al-Haj Hussein bi bîrxist ku edalet û zagon nayê pêkanîn û got me gilî kiriye.

‘Di meha 9’an a dû caniya xwe de min zaroka xwe winda kir’

 Salam Al-Eido  destnîşan kir ku dema ji ber kontrolê çûbû nexweşxaneyê ji ber dermanê ku pirîkekê dayî di meha 9’an a dû caniya xwe de zaroka xwe winda kiriye. Salam Al-Eido a 39 salî ev tişt anî ziman: “Dema ez ketim meha 9’an ya dû caniya xwe ez çûm nexweşxaneyê. Sezaryan hate plankirin. Lê belê pîrîkek ya stajyer ji ber enfeksyona di laş de nexwest vê pêkanînê bike. Bêyî ku beşek ya enfaksyonê were tedawî kirin ez emeliyat kirim. Lê belê zaroka min di destpêka pêvajoya tedawiyê de jiyana xwe ji dest dabû. Ev rewş derûniya min têk bir.”

Salam Al-Eido  da zanîn ku ji ber nebûna personelên tedirûstiyê ên bi ezmûn û îhmalê zaroka xwe winda kiriye û got: “Dadgehên li herêmê ji ber bi Tehrir El Şam (HTŞ) ve girêdayîne ji ber wê min giliyê pîrîka stajyer nekir.”

‘Zêdebûna xetayên tibî çavkaniya xwe ji bê kontroliyê digre’

Bijîşk  Ruqaya Al-Maarati bi bîrxist ku xetayên tibî yek ji mijarên giring e ku were destgirtin û ev nirxandin kir:

“Komplikasyonên piştî emelyatê û bûyerên zehmet yên tibî li her cihê cîhanê heye. Lê belê zêdebûna xetayên tibî çavkaniya xwe ji bê kontroliyê digre. Ji derveyî kêrhatiyên zanistî, piranî van xetayen ji nedîtî ve tên. Li pişt pîşeya bijîşktiyê, kesên ku ji kar re ne guncaw îhmalên ku derdixin rê li ber encamê merînê di veke. Xwendekarên hîna perwerdeya tib û perestarî temam nekirin… nexweş ne ceribandinên van stajyeran in.”