‘Têkiliya Hikûmeta Şamê û dewleta Tirk dê bandoreke neyînî li gelê Sûriyeyê bike’

Endama Komîteya Partiya Niştîmanî ya Sûriyeyê Şeyma Xelef têkiliyên di navbera dewleta Tirk û Sûriyeyê de nirxand û diyar kir ku dê bandorên neyînî li ser hemû pêkhateyên Sûriyeyê bike.

DELAL REMEDAN

Hesekê- Dewleta Tirk ji bo destkeftiyên Şoreşa Rojava tune bike, serî li her û rêbazê dide. Dewleta Tirk bi hevdîtinên bi hikumeta Şamê re dixwaze nakokiyên li Sûriyeyê kûrtir bike. Her wiha hilkumeta Şamê jî gelek caran bi hinek pêkanînên xwe di nava lîstikên qirêj de ye. Mîna ambargoya li ser koçberên Efrînê ku li Şehbayê bi cih bûne, êrîşên çekdarî yên li dijî sîvîlên li Derazorê û şervanên QSD’ê. Rêveberiya Xweser û gelek aliyên siyasî ji bo çareseriya Sûriyeyê û diyalogê bang li hikumeta Şamê dikin.

Endama Komîteya Partiya Niştimanî ya Sûriyeyê ya bajarê Hesekê-kantona Cizîrê Şeyma Xelef der barê girîngiya diyalogê û bandorên têkiliyên di navbera dewleta Tirk û hikûmeta Şamê de ji ajansa me re axivî

Şeyma Xelef di destpêka axaftina xwe de bang li partî, pêkhate, rêxistin û tevgeran kir ku diyaloga Sûrî Sûrî xurt bikin û wiha dest bi axaftina xwe kir: “Ji ber ew çareseriya herî guncaw e ji pirsgirêka Sûriyeyê re. Li aliyekî din ew yek ji armancên Partiya Niştîmanî ya Sûriyeyê ye ku hewl dide vê fikrê di navbera gelê Sûriyeyê de belav bike."

‘Divê diyalog dûrî destwerdanên derve be’

Şeyma Xelef diyar kir ku divê diyalog dûrî destwerdanên derve be ji ber bi hebûna van destwerdanan li herêmê mîna Rûsya Îran û Tirkiyeyê çareserî ne pêkan e. Her wiiha got ku ji ber ew dewlet tenê berjewendiyên xwe yên taybet pêk tînin bêyî li daxwazên gelên Sûriyeyê guhdarî bikin û wiha domand: "Divê diyalog di navbera gelê Sûriyeyê de be. Yek ji mercên herî girîng ên diyaloga Sûriyeyê girêdana bi axê re ye ji ber destwerdanên derve bi riya vê krîzê hewl dan hemû pêkhate û gelên Sûriyeyê bikin hedef û fitneyê di navbera wan de çêkin."

Projeya Rêveberiya Xweser a herî guncaw e

Şeyma Xelef der barê girîngiya rola jinan a di diyaloga niştîmanî û xurtkirina wê de got: "Jin bingeha civakê ne. Ger rola wan û beşdariya wan di çareseriya siyasî de tunebe dê bandorên mezin li ser wan û civakê hebin her wiha dê serkeftineke siyasî li ser bingeha wekhevî û hevbeşiyê tunebe. Ji ber vê yekê divê jinên Sûriyeyê bizanibin çi li derdora wan çêdibe. Projeya Rêveberiya Xweser gelekî girîng e ji ber ew çareseriya herî guncaw a mîsogeriya mafên hemû pêkhate û baweriyên gelê Sûriyê ye."

‘Armanca dewleta Tirk dagirkirina Sûriyeyê ye’

Şeyma Xelef wiha anî ziman: "Têkiliyên di navbera Hikûmeta Şamê û dewleta Tirk de dê bandoreke neyînî li hêviyên gelê Sûriyeyê bike ji ber destwerdana dewleta Tirk di karûbarên Sûriyeyê de û dagirkirina hinek herêman ji Bakur û Rojhilatê Sûriyê hişt ku temenê krîza Sûriyeyê dirêjtir bibe. Van hemûyan tenê ji bo berjewendiyên xwe yên siyasî, aborî pêk bîne dike. Her wiha dixwaze bi riya nêzîkatiya xwe bi Hikûmeta Şamê re projeya Rêveberiya Xweser tên bibe ji ber wê bi hemû awayan hewl dide vê projeyê têk bibe."

Şeyma Xelef di dawiya axaftina xwe de ji bo hemû planên li dijî gelê Sûriyeyê vala werin derxistin bang li gelê Sûriyeyê û jinan kir ku destên xwe bidin hev û hevgirtî bin û wiha bi dawî kir "Divê gelê Sûriyeyê li dijî hemû planan bisekine û Sûriyeya xwedî gelek rengan ava bike. Divê em bibin yek da ku ji krîza heyî derkevin."