Rûken Ehmed: Li hember êrîşên topyekûn pêngavek topyekûn lazim e

Hevseroka Tev-Dem’ê Rûken Ehmed bal kişand êrişên dagirkeriyê yê li ser Başûrê Kurdistanê û bi gotina ‘Li hember êrîşên topyekûn pêngavek topyekûn lazim e’ bang li her kesî kir ku li dijî êrişan xwedî helwest bin.

RONAHÎ NÛDA

Qamişlo-Tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dewam dike û dewleta tirk nahêle ne parêzer, ne jî malbat serdanê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin. Li dijî tecrîdê gelê kurd di nav çalakiyan de ne. Di heman wextê de ev sê salin bê navber dewleta tirk êrîşî axa Başurê Kurdistanê dike û heta niha şerek giran li wir diqewime. Kêlek vê şerê PDK’ê hevkariya dewleta tirk dike ku axa Başurê Kurdistanê ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve were dagirkirin. Li dijî êrîşên dewleta tirk û hevkariya PDK’ê bi dewleta tirk re ji aliyê gelê kurd ve rastî nerazibûnan tê.

Têkildarî van mijaran Hevseroka Tevgera Civaka Demokratîk (Tev-Dem) Rûken Ehmed nêrîna xwe ji ajansa me re parvekir.

‘Ji bo çareserî pêk neyê, tecrîd tê ferizkirin’

Rûken Ehmed di serî de tecrîda giran a li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan wiha nirxand: “Tecrîd û êrîşên ku îro pêk tên bi hev re girêdayî ne. Di demên dawî de, pêngava ji bo azadiya fizîkî ya Rêber Apo û çareserkirina pirsikêra kurd pir girîng bû û di asta navneteweyî de bû rojev û çalekiyên pir girîng hatin lidarxistin. Name ji CPT, mafê mirovan û navneteweyî re hate rêkirin, hevdîtin çêbûn, lê bersivnedana nameyan dide xuyanî kirin ku ew jî hevkariya tecrîda ku li ser Rêber Apo tê meşandin in. Dema em qala Rêber Apo dikin em qala mirovatî, wekhevî, edelata civakî û azadiya jin û civakê dikin. Rêber Apo temsîla mirovahiyê dike. Gelek caran Rêber Apo gotiye, ger dêriyê Îmraliyê were vekirin, dê çareserî ji Rojhilata Navîn û cîhanê re çêbe. Ji bo pirsgirêk neyên çareserkirin, aşitî pêk neyê, dawî li şeran neyê, tecrîd tê ferizkirin. Li kêlek tecrîdê cezaya disîplînê her 6 meh carekê,  di bin hincetên cuda tê dayîn, ev cezaya disîllînê jî mirov dibîne, bêmafî ye û naxwazin çareserî pêk were.  CPT herî dawî hin îtiraf kir ku ew derveyî dewletan nikarin tiştekî bikin. Di israrkirina azadiya fizîkî ya Rêber Apo de, hemû pirsgirêkên ku heye, çareseriya wan wê bêne kirine. Pirsgirêka kurd neyê çareserkirin, dêriyê Îmraliyê neyê vekirin, ne mimkûne dawî li şer, nakokiyên di nava civakan de û desthilatdariyê were, ev yek ne tenê ji bo kurdan, ji bo tevahî cîhanê derbasdar e ku Rêber Apo di asta cîhanî de pêşengtiyek wiha dide meşandin.”

‘Mala Berzanî xwe mîna MÎT di hundirê Kurdistanê de bi cih kiriye’

Rûken Ehmed di dewama gotina xwe de qala îxaneta PDK ji gelê Kurd re wiha dike: “Şerê ku li Başurê Kurdistanê pêk tê, armanc girtina hebûn, îrade û nasnameya civakê ye. Êrîşên ku tên kirin ne tenê Başurê Kurdistanê ye, êrîşên qirkirina gelê kurd e. Hevkariya PDK’ê ne ji niha de ye, ev hevkarî ji zû ve ye. Rêber Apo dîroka mala Berzanî baş şîrove kiriye ku mala Berzanî bi çi hatine erkdarkirin hemû cîhan û kurd dizane. Dewleta tirk çawa armanckiriye ku qirkirina kurdan pêk bîne, mala Berzanî jî ji bo yekrêziya kurd çênebe û nebin xwedî maf û pêşeng di Rojhilata Navîn de, hatine erkdar kirin. Mala Berzanî çawa di sala 1992’an bû hevkarê dewleta tirk û qirkirin da meşandin, bi kesayeta Bêrîtan, ji bo dawî li îxanetê bîne, cane xwe feda kir. Piştî şehadeta Bêrîtan gelek pêşmergeyên ku cihê xwe di wê şerê de girtin, dev jî şer û çek berdan da ku li hember gelê xwe çek bi kar neynin.  Îro em tenê di asta îxanetê bi nav bikin, belkî kêmbe, em bi navê hevkarî bi dijminê gelê kurd re bi nav bikin, dê kêm be, em dikarin bi nav bikin ku Berzanî xwe mîna MÎT di hundirê Kurdistanê de bi cih kiriye û derdor kurdan dorpeç kiriye.”

‘Dewleta tirk xwe li ser qirkirina gelan avakiriye’

Rûken Ehmed destnîşan kir ku dewleta tirk ji bo kurdan qir bike, li her derê êrîş pêk tîne û wiha domand: “Îro li axa Başurê Kurdistanê, nêzî 70 navendên dewleta tirk hatiye bi cih kirin. Dewleta tirk li Bakurê Kurdistanê îradeya gelê kurd nasnake û di hilbijartinê de êrîşî vîna gel kir. Kesên ku ji bo Kobanê destek dan, hatin darizandin û îro li zindana tirkan de ne û bêparêzer ceza li wan tê birîn. Dewleta tirk ji rêzê nehatiye avakirin ku hevkarî pê re were kirin. Dewleta tirk xwe li ser qirkirina gelan avakiriye û îro jî israr dike. Îro bi rojane êrîşî axa Bakur û Rojhilatê Sûriyê dike û pêşengên civaka me dike armanc. Di herêmên dagirkirî mîna Efrîn, Serêkanî, Girî Spî, Ezaz û Bab kiryar tên meşandin. Îro li wan deran destavêtinên li dijî jin û ciwanan tê kirin. Heta kîn û nefreta xwe li xwezayê Kurdistanê jî heye ku di rojê de ewqas dar jêdikin. Dewleta tirk bi van êrîşan re tola xwe hiltîne ku me çawa DAIŞ têk biriye, tola xwe hiltîne ku me çawa Minbiç, Tepqa, Reqa û Dêrezor rizgar kiriye. PDK’ê hevkarî bi dijminek divê astê re dike, navê ku mirov mala Berzanî bike, encax MÎT e.”

‘Em axa Kurdistanê di destê mala Barzanî de nehêlînin’

Rûken Ehmed da zanîn ku divê rewşenbîr, jin  û civaka Başurê Kurdistanê li hember  îxaneta mala Berzanî bisekin in û wiha pêl da gotina xwe: “ Leyla Qasim mînaka Başurê Kurdistanê ye ku teslîm nebû. Kesayetên mîna Viyan Soran li hember hemû zordariyê û ji bo Rêber Apo canê xwe feda kir. Kesayetên pir girîng û zane mîna Helmet ji Başurê Kurdistanê derketin. Pêwiste ku gelê Başurê Kurdistanê van kesên pêşeng ji xwe re bikin mînak û li hember malbata Mît a Barzanî têkoşîn bikin. Gelek partî hene ku temsîla gelê Başurê Kurdistanê dikin. Nabe ku em axa Başurê Kurdistanê destê mala Berzanî a Mît bihêlînin. Ji ber ku Başurê Kurdistanê xwedî dîrokek kevnar e. Xeteriyek tenê li ser axa Başurê Kurdistanê nîne, ev dorpeçkirina Başurê Kurdistanê li ser Şengalê jî heye. Di heman demê de ev xeterî li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê heye ku bi keda 15 hezar şehîd û 20 hezar birîndaran ev der hatin rizgarkirin û pergala Netewa demokratîk ya ku hemû gelan hembêz dike hate avakirin ku xeteriyek ser heye. Xeteriya wê li ser Bakurê Kurdistanê heye, xeterî li ser Rojhilatê Kurdistan û tevahî netew û pêkhateyan heye. Lewma divê em vê dagirkeriya dewleta tirk li ser axa Başurê Kurdistanê qebûl nekin.”

Bêdengiya li hember çekên qedexekirî

Rûken Ehmed qala êrîşên dewleta tirk li ser axa Başurê Kurdistan û têkoşîna şervanên azadiyê li hember êrîşan wiha nirxand: “Li qadên parastina medyayê ev 3 salin şerek pir giran hate meşandin. Di wê şerê de hemû cureyên çekan hate bi kar anîn. Bêdengiya cîhanê li hember van çekên qedexekirî, hebû ku ev şermek mezin bû. Civaka me têkoşînek mezin li hember van êrîşan meşand. Lê li hember berxwedaniya şervanên azadiyê em weke civak kêm man, pêwistbû  di asta ruhê berxwedana ku li çiya tê meşandin  me bimeşanda, lê kêm ma. Ne mimkûne dewletên desthilatdar, kesên ku berjewendiyên wan di şeran de heye, pirsgirêkên ku civak têde derbas dibe çareser bikin, tenê çareserî di destê civakê de ye.”

‘Li hember êrîşa heyî serî rakin’

Rûken Ehmed anî ziman ku dewleta tirk tucaran çareseriyan nagerê, berovajî aloziyan kûr dike û wiha pê de çû: “Îro Erdogan israr dike ku bi Esad re hevdîtin pêk bîne, qaşo ji bo pirsgirêkên Sûriyê, lê îro Efrîn, Serêkanî, Girê Spî, Ezaz, Bab, Cerablûs dagikiriye ku ne mimkûne Erdogan pirsgirêka Sûriyê çareser bike. Dixwaze berê civakê bide koçberiyê û Sûriyê bike heremek ji Tirkiyê.  Civak hemû jî dizanin dewlet nikarin pirsgirêkan çareser bikin. Yê ku pirsgirêkan çareser bikin, civakin. Yê ku pêşengtiya parastina civaka xwe bike jin û civakin. Dijmina me li hember me êrîşek topyekûn daye destpêkirin, em jî weke civak di asta topyekûn de pêngavek li dijî desthilatdarî û qirkirinê bidin meşandin.”

‘Li hember desthilatdariyê, tifaqa jinan lazim e’

Rûken Ehmed herî dawî bang li tevahî jinên Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanî kir ku li hember êrîşên ku pêk tên tifaqiya jinan pêk were û wiha bi dawî kir: “YPJ di şexsê Arîn Mîrkan,  Zeyneb, Rêvan, Zozan û Avestayan de DAIŞ têk bir. Çawa çete bi pêşengtiya jinan têk çû, li Başurê Kurdistanê de jî wê têk biçin. Îro Fermandariya Giştî ya YPJ’ê li hember êrîşên dewleta tirk ên ji bo îlhaqkirina Başurê Kurdistanê û şandina çeteyên DAIŞ’ê ji bo herêmê bi 7 xalan helwesta xwe nîşan da. Îro YJA STAR jî amadene ku civaka xwe li hember çeteyan biparêzin. Tenê bi şervanên ku çek radikin re têrê nake, divê siyasetmedar û rewşenbîrên jin jî xwe birêxistin bike. Jin divê demê de biryara tifaqiya jinan di asta Kurdistan, Rojhilata Navîn û cîhanî de pêk bînin. Ev tîfaq sibê dereng e divê îro be. Îro şerek pir mezin li tevahî cîhanê heye û ev şerana li hember civakê ye û di şexsê jinê de ev şer tên meşandin. Pergala desthilatdar li her cihê bi rengên cuda êrîşî jinê dike, pêwiste hemû jin li hember desthilatdariya ku îro tê meşandin, tifaqa herî mezin bikin. îro jinên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji bo hevpeymana jinê niqaş dikin, divê ev hevpeyman di asta Rojhilata Navîn û cîhanî de be. Pêşî girtina vê desthilatdarî bi tifaq, parastin, têkoşîn, birêxistin û parastina jinê ve dikarê bibe.”