Foza Yûsif: Pirsgirêka Sûriyeyê li Şamê dikare bê çareserkirin

Foza Yûsif a geşedanên li Rojhilata Navîn rû didin nirxand anî ziman ku hevdîtinên Tirkiye û Şamê nikarin pirsgirêka Sûriyeyê çareser bikin û got: “Pirsgirêk li Şamê dikare bê çareserkirin. Divê hikûmeta Şamê û hemû hêz di ferqa vê de bin.”

Navenda Nûçeyan – Êrişên Îsraîlê ji 7’ê Cotmeha 2023’yan ve heya niha didomin, sûîqesta li dijî Îsmaîl Haniye, têkiliyên di navbera Îran-Îsraîlê de û ji bo pêkanîna qirkirina Kurdan lêgerînên dewleta Tirk ên li heremê didomin. Li Rojhilata Navîn a navenda Şerê Cîhanê yê Sêyemîn e pevçûn, alozî, û kaos roj bi roj bi belavbûn didomin û krîza mirovî ya herî mezin a salên dawî tê jiyîn.

Endama Desteya Serokatiyê ya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif geşedanên li Rojhilata Navîn û li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê rû didin ji ajansa me re nirxand.

*Şerê cîhanê yê sêyemîn ku navenda wê Rojhilata Navîn e didome bi geşedanên dawî yên qewimîn belavî qadeke berfirehtir bû. Gelek dînamîk beşdarî vî şerê bûn. Di asta heremî û navneteweyî de bandora van dînamîkan çi ye?

Şerê cîhanê yê sêyemîn ku îro tê meşandin ji şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn cudatir dimeşe. Şerê ku di roja me de tê meşandin ne weke bîrdozî, bêhtir ji bo bidestxistina riyên aborî û bazirganiyê tê kirin. Dixwazin li ser van riyan û çavkaniyên enerjiyê serweriyê pêk bînin. Ev hêz di warê siyasî de weke hêzên dijber tên pênasekirin lê di esasê xwe de xizmetê pergala modernîteya kapîtalîst dikin. Her yek ji wan ji aliyê xwe ve ji bo parastina vê pergalê hewl dide.

Ji cîhana du blokî ber bi cîhaneke pir blokî ve

Ji cîhana du blokî, niha çûyîna cîhaneke pir blokî ve heye. Ya rast di navbera her blok an jî dewletek de nakokî û berjewendiyên wan jî hene. Ev di şer de faktoreke girîng e. Ev jî rastiyek e ku dewlet bi xwe nakevin nava şer. Carna bi hinek rêxistinan vî şerî dimeşînin û carna jî bi artêşan an jî riyên cuda ev şer tê meşandin. Ango di şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn de rasterast artêşên dewletan di nava şer de bûn. Niha hinek dewlet bi navbeynkariya hinek welatan dixwazin armancên xwe pêk bînin an jî li ser hinek rêxistinan vê yekê dikin.

Modernîteya kapîtalîst di nava aloziyeke mezin de ye

Şerê cîhanê yê yekemîn û duyemîn di demeke diyar de dest pê kir û bi dawî bû lê taybetmendiya şerê cîhanê yê sêyemîn demdirêjbûna wê ye. Ev jî nîşan dide ku pergala kapîtalîst îro di nava krîzekê mezin de ye û ji bo xwe rizgar bike dixwaze bi şeran berjewendiyên xwe biparêze. Ev jî bêguman texrîbatên mezin ava dike. Krîzên mirovî, aborî û siyasî bi xwe re tîne. Li cîhanê pêşî li birçîbûn û komkujiyan vedike. Alozî çiqas kûr be û çiqasî belav bûbe encamên wî jî ewqas giran in. Ji bo mirovahiyê jî ewqas xeter e. Modernîteya kapîtalîst gihîştiye halê xwe yê herî hovane. Kapîtalîzm li dijî xweza, mirov, exlaq û çandê dijminatiyê dike. Têkildarî mirovbûnê çi hebe li dijî wê şer dike.

Ji aliyê din ve ev şer tenê bi çekan nayê meşandin. Şerên aborî û biyolojîk tên meşandin. Qirkirina ziman û çandê tê kirin, zanist pir bi awayekî xirab tê bikaranîn, zekaya çêkirî bi pêş dixin, hewl didin nexweşiyan belav bikin, karesatên mezin ên akolojîk tên jiyîn. Ev jî parçeyek ji şerê cîhanê yê sêyemîn e. Şerê derûnî tê meşandin. Îro modernîteya kapîtalîst bi her awayî şeran bi pêş dixe, ev êriş jî her roj mezin û berfireh dibin. Dixwaze berjewendiyên xwe biparêze. Bi kûrbûn û belavbûna krîzê dixwaze rewşa xwe bidomîne. Fatûreya vê ji bo gelan pir giran e.

Çima navenda vî şerî herêma me ye?

Wekî tê zanîn navenda vî şerî herema me ye. Di warê siyasî de xwedî cihekî pir girîng e. Di warê riyên bazirganî û deryayî de ev herêm pir girîng e. Ji bo hemû welatan bazarek e ji bo firotina berhemên xwe û avakirina çavkaniyan. Çavkaniyên enerjiyê hene. Ji ber vê yekê bi awayekî vekirî mudaxeleyî herêmê dikin. Ya rast Rojhilata Navîn navenda vî şerî ye. Erdnîgariya şer û cihê wê herêma me ye. Ji ber vê yekê bandorên vî şerî bandorê li hemû pêkhateyan û gelan dikin.

Hemû pergal xwe dispêrin netewe dewletê. Dînamîkên gelan tên lawazkirin. Pirsgirêkên hundirîn hene, dema ji derve jî êriş tên pêşxistin encamên wî pir giran dibin. Îro netewe dewletên li Rojhilata Navîn li heremê dibin sedema kûrbûna krîzê.  

Li Ewropayê rastgirî bi pêş dikeve

Li Ewropayê jî encamên krîza kûrevî weke sepanên rastgirî, şovenîzm û netewperestî derdikevin holê. Di demên dawiyê de partiyên rastgir ji hilbijartinan derketin. Çiqasî şer bi pêş bikeve jî ev rewş tenê bi Rojhilata Navîn re sînordar namîne, wê bandorê li gelek welatan bike. Li cîhanê xizanî bûye pirsgirêka yekemîn, dîsa penaberî yek ji pirsgirêkên sereke ye. Hêzên ku kêm jî be demokratîk in an jî hinek çepgir berê xwe didin netewperestiyê. Wiha dinirxînin, bi van şeran re pirsgirêka penaberiyê zêde dibe, pirsgirêkên aborî rû didin, guhertinên demografîk xwe didin der. Tê dîtin ku li Rojhilata Navîn bi şovenîzm û şerê ku krîza netewe dewletan ava dikin, li Ewropayê jî bi zêdebûna meylên rastgir dê encamên girantir ên vî şerî çêbibin. 

*Pêşengê Hamasê Îsmaîl Haniye di êrişa ku li paytexta Îran Tehranê hat pêkanîn de hat kuştin. Dîsa Îsraîlê êrişên xwe yên li ser Lubnanê zêde kir. Li dijî pêşengên Hîzbullaha Lûbnanê jî sûîqest çêbûn. Ev sûîqest û bi berdewamî êrişên didomin dê heremê çawa bi bandor bikin?

Şerê Îsraîlê yê li Xezayê ya rast encamek e û sedema vê heye. Sedema wê jî ew e ku li şûna ev pirsgirêk bi riya demokratîk û diyalogê bê çareserkirin hewl tê dayîn bi înkar û şer bê çareserkirin. Pir aşkere ye ku ne Ereb dikarin Îsraîlê înkar bikin ne jî Cihû dikarin Ereban înkar bikin. Her du jî hebûnên vê heremê ne. Li şûna vê ger federasyon, rêbazên dewletê ku navenda wê nîn e hebûya wê rê li van şeran venebûya.

Her du alî di yek ziman yek al û yek dewletê de îsrar dikin

Ya rast bîrdoziya netewperestî û olperestiyê li hemberî hev di nava şer de ne lê di heman demê de dişibin hev jî. Îro tiştê ku Hamas temsîla wî dike, di heman demê de rêbaza ku Îsraîl bi kar tîne çareseriyê nayne. Ji ber ku her du jî dixwazin li ser înkarkirina hev hebûna xwe bidomînin. Di encamê de ev dozeke vê herêmê ye, dibe navenda krîzê ya vê heremê jî. Bi rastî jî îro modela netew dewletê li serê gelên Rojhilata Navîn bûye bela. Mînaka vê ya herî girîng jî rewşa Filistîn û Îsraîlê ye. Ger ji rêbazên netew dewletê bê derketin, bi rêbazeke nû nêzîkbûn çêbibe gelek rewş dê bên guhertin. Her du alî jî di vê de îsrar dikin, yek dewlet, yek al, yek ziman. Ji ber vê yekê jî encama înkarkirina hev dibe mirin. Ev tenê ji bo Îsraîl û Filistînê derbasdar nîn e ji bo hemû pirsgirêkên herêmê derbasdar e. Krîza ku li Iraqê tê jiyîn, krîza ku li Tirkiyeyê tê jiyîn her wiha ji bo rewşa ku Îran di nav de ye jî derbasdar e.  

*Di avakirina nîvenga krîzê de rola Tirkiyeyê çi ye?

Tirkiye herî zêde nijadperestî û dewletiyê diparêze. Tirkiye dixwaze her tiştî bi şer çareser bike. Dixwaze li Rojhilata Navîn krîz û şer berdewam bike û ji vê sûdê bigre. Li aliyekê dixwaze nifûsa xwe bi hêz bike, heta ger derfet bibîne dixwaze herêmê dagir bike. Mînak mudaxeleyî Lîbyayê kir, bi xwe jî li xwe mikur hat. Erdogan dibêje; ‘weke Îsraîl em ê hinek deran bigrin, çawa em çûn Karabaxê, em çûn Lîbyayê.’ Berê jî Tirkiyeyê digot em ê di mizgefta Emewiyan de nimêj bikin. Ev stratejiya Tirkiyeyê nîşan dide. Li Rojhilata Navîn ji bo pêşxistina çareseriya şerê Îsraîl û Filistînê nexebitî. Terzê Tirkiyeyê neçareserî ye. 

‘Tirkiye bi polîtîkayên xwe munafiqiyê dike’

Tirkiye li aliyekî dixwaze civaka Hamasê û Ereb ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne. Projeyek hebû ku têkiliyên Ereb û Îsraîlê normal bike, di heman demê de ji Hindistanê riyek wê hatibûya dîtin. Wê ji Derya Sor û Derya Spî derbas bibûya biçûya Ewropayê. Tirkiyeyê vê dît ku ji bo wê xeter e. Dixwaze şer gur bike. Ji Îsraîlê re dibêje tu li Ereban bixî tu yê lawaz bibî, Ereb jî dibêjin em bi hev re li Îsraîlê bixin, Îsraîlê lewaz bikin. Ya bingehîn dixwaze ji vê rewşê sûdê bigre. Polîtîkayên ku Tirkiye dişopîne munafiqî ye.

Her çend Ereb weke ku piştgiriyê didin Hamas û Filistînê werin dîtin jî Tirkiye bi Îsraîlê re heta dawiyê têkiliyên xwe yên tîcarî berdewam dike. Hedefa Tirkiyeyê ew e ku xwe bi vî şerî bi hêz bike.

Dewletên Rojhilata Navîn ên weke Tirkiye û Ereb polîtîkayek ku gelê herêmê biparêze bi pêş naxin. Xwe naspêrin stratejiyek ku bi awayê demokratîk û diyolagê çareser bike. Ji ber vê her roj hem welatê xwe dixin nava xeteran, hem jî li pêşiya welatên xwe krîzan çêdikin. Îran ger di nava xwe de guherînên demokratîk bike, wê bibe dewletek gelek bi hêz. Ger dewleta Tirk pirsgirêka Kurd di hundir de bi awayeke demokratîk çareser kiribûya, careke din ger di hundir de bi pêş biketa, wê niha li Rojhilata Navîn bibûya dewletek herî bi hêz. Dewleta Tirk li ser gelê Kurd polîtîkayên qirkirinê dide meşandin, siyasetek antî demokratîk û faşîst dide meşandin. Li hemberî bûyerên ku ji ber vê yekê bi pêş dikevin di nava tirsek mezin de ye.

Îran her roj rastî krîzeke cuda tê

Dewletên Ereban jî bi vî awayî siyaseta netew-dewletê dikin û difikirin ku wê hemû karên xwe bidin meşandin. Bi heman awayî netew-dewlet ew girtine û her roj weke ku dixwazin birêve dibin. Di nava krîzan de dixeniqîne. Ev dewlet bi rêbazên cuda , dixwazin ji vê krîzê derbikevin. Geşedanên dawî yên li Îranê tên jiyîn der barê vê de ne, ji ber guherînên bingehîn û demokratîk nehatin kirin, ji ber wê îro li Îranê bûyerên bi vî awayî diqewimin. Her roj bi krîzeke cuda re rû bir û dimîne.

Li cihê ku Tirkiye û Îran çekan belav bikin, an jî rêxistinên wehşî ava bikin, li cihê ku siyasetek nû ya şer ava bike, bi rê û rêbazên cuda destpêkê li ser gelê Kurd û gelan qirkirinê pêk tînin, ger siyasetek azad û demokratîk bi pêş bixe wê rewş were guhertin. Rewşeke weke penceşêrê tê jiyîn lê belê hewl didin bi aspirînekê çareser bikin. Netew-dewlet bûye penceşêr, nexweşiyek giran e divê cihê wê were qutkirin, dixwazin ji krîzê derbikevin lê belê hê zêdetir dikevin navê. 

Îran di sekvaniya Haniye de bi taybetî hat hilbijartin  

Îran ji bo vê sekvaniyê hatibû hilbijartin. Dibêjin em ê her kesê li her cihî bikin hedef. Dixwazin ji her kesê re vê bibêjin desthilatdariya Îranê gelek lawaz e, nikare mêvanê xwe jî biparêze. Ji bo ku Îran rasterast bikeve şer zextek mezin pêk tîne. Îran li dijî welatên din şer dide meşandin lê belê Îsraîl hewl dide di wî welatî de şer çêbibe. Îranê heta niha hewl daye xwe biparêze. Gelek bûyer qewimîn, ne tenê Îsmaîl Haniye berê jî gelek bûyer çêbûn, vê yekê Îsraîlê ji bo ku Îranê rasterast bixe nava şer kir.

Îran jî li ber xwe dide. Li gorî nêrîna min, Îran xwe diparêze naxwaze rasterast bikeve nava vî şerî, ji ber ku dizane wê ji bo wê bi sûd nebe.

Panzehîra netew dewletê pergala neteweya demokratîk e

Wê bi demê re zêdetir eşkere bibe lê belê Îsraîl bi biryar xuya dike. Îran hedefa bingehîn e, ji bo wê ji pozîsyona ku heye derbixe awayê çalakiyan diguherîne. Di destpêka êrişên Hamasê de gotinên Netenyahu li gorî min bi zanîn hatibûn gotin. Gotibû ‘Em ê erdnîgariya Rojhilata Navîn biguherînin.’ Ev peyva kilît bû ne tenê şentaj bû. Îsraîlê stratejiya xwe diyar dikir.

Îsraîl ji bo li herêmê armanca xwe pêk bîne hemû tiştî girtibû ber çavan. Hemû metirsî û astengiyan li ber çavan girtiye û bi vî awayî  tevger dikir. Heta niha ev şer bi vê stratejiyê meşiya. Wê vî şerî li Sûriye û Lubnanê bandorê çêbike. Wê krîz zêdetir kûr bibe, di her alî de wê encam girantir bibin. Em her roj dibînin ku wê fatureya wê giran bibe. Weke ku careke din di krîzan de derket holê, pardîgma û perspektîfa Rêber Apo derxist holê yan jî Neteweya Demokratîk riya çareseriyê ye. Ger bi rêbaza modernîteya demokratîk nêzîkbûna pirsgirêkan, destpêkê Îsraîl û Ereb esas bigirtana; bêyî ku xwîn birijiya krîzên ku li herêmê hene dikaribû vê rêbazî bi kar bînin. Panzehîra netew dewletê, neteweya demokratîk e. Bi neteweya demokratîk dikare hemû pirsgirêkên li herêmê çareser bibe.

Carek din derket holê ku riya herî baş a çareseriyê, yê ku rewşa herêmê herî baş dibîne û dixwîne Rêber Apo ye. Weke çareserî perspektîfa neteweya demokratîk ku derxistiye holê çareseriya hemû pirsgirêkan e. Siyaseta tecrîdê, tecrîda ku li Îmraliyê didome, parçeyek ji şerê cîhanê yê sêyemîn e. Ji bo ev çareserî nebe rojev û bi bandor nebe Rêber Apo ji derveyî pêvajoyê dihêlin. Şerê ku li ser Kurdan tê meşandin, di şexsê Rêber Apo de didin meşendin, ev jî parçeyek ji şerê li herêmê tê meşandin e û giriyek kor e. Sedema herî mezin a wê netewperestî, olperestiya, xwe li ser herêmê dide jiyîn e. Bi her awayî kabusa herêma me modernîtiya kapîtalîst, di bin siya kabusa netew dewletê de maye. Em her roj bi bûyerek nû radibin, em bi wê dihejin.

*Êriş û gefên dewleta Tirk li dijî Rojava berdewam dikin. Şerê dagirkerî û îlhakê li dijî Başûrê Kurdistanê dimeşîne û li Bakur her roja ku diçe civak dikeve nava zextê. Riya dewleta Tirk a ku pirsgirêka Kurd esas digre qirkirin e. Di vê mijarê de hewldana avakirina tifaqan, lihevkirina bi Iraqê re û daxwaza hevdîtinê ya bi Şamê re heye. Ev hevdîtin di serî de gelê Kurd, wê xwe li herêmê çawa nîşan bide?

Dewleta Tirk polîtîkayên xwe li ser stratejiya qirkirina Kurdan dide meşandin. Dewleta Tirk ji bo xwe li hevkaran digere, ji ber bi tena serê xwe bi ser naxe. Dixwaze Iraq û Sûriyeyê bike hevkarên xwe. Ev 40 sal in têkoşîna maf û azadiyê ya Kurdan heye û 40 sal in dewleta Tirk ji bo tunekirina Kurdan hemû çekan bi kar tîne lê bi ser nakeve. Siyaseta dewleta Tirk encam negirt, îflas kir. Îro dewleta Tirk Iraqê dagir dike, esasê şerê ku li dijî Tevgera Azadiyê dide meşandin, dagirkirina Iraqê ye. Bi rastî hikumeta Sudanê, hevkariya bi Tirkiyeyê re kir xeletiya herî mezin kiriye. Dewleta Tirk ne tenê dijiminê gelê Kurd e, dijminê gelê Ereb e jî. Dijminê aramiya di navbera Kurd û Ereban de ye. Tirkiye dixwaze vegere sînorên Mîsakî-Millî. Di bingeha tevliheviya li Kerkuk û Mûsilê de Tirkiye heye. Tirkiye dixwaze hêzên xwe yên li Iraqê zêdetir bi hêz bike.  

Dixwaze Iraqê bike hevkarê qetlîama Kurdan

Çavên hemû kesan li Xezayê ye. Dewleta Tirk ji vê yekê sûdê digre û Kurdan qetil dike. Hem jî Iraqê dagir dike. Kîjan welatê Rojhilata Navîn bi Tirkiyeyê re tifaqê bike, li wir berjewendiya gelê wî nîn e û li dijî berjewendiyên welatê wî ne. Ev bi awayekî pir zelal derketiye holê. Tirkiyeyê îro gelê xwe xistiye nava tofanek. Ev tifaq xizmeta gelê Iraqê jî nake. Dixwaze Iraqê bike hevkarê qetlîama li ser Kurdan.

Dixwaze Iraq perçe bibe, hewl dide ji qeyrana Iraqê sûd werbigre û nifûsa xwe bihêz bike. Bi qasî ku em îro dişopînin, Tirkiyeyê li ser axên Iraqê xalên kontrolê ava kiriye, gundan kontrol dike û nahêle gel tevger bike. Gelo serweriya Iraqê li ku ye? Ji ber vê Projeya Riya Pêşvebirinê, projeyek bê pêşeroj e. Di hundirê Tirkiyeyê de tevlihevî heye. Îro Tirkiye ketiye Libya û Iraqê û di hundirê Sûriyeyê de ye.  Divê dewletên Ereb vê rastiyê bizanibin û li gorî vê tevbigerin.

Ji bo dewleta Sûriyeyê hilweşe û gelê Kurd winda bike gelek riyan ceriband

Tiştên ku îro li Iraqê pêk tên, wê gelek encamên giran bi xwe re bînin. Tirkiye dê ji Iraqê dernekeve. Ger Tirkiye bikeve cihek, ji wir dernakeve. Ji bo Sûriyeyê jî bi vî awayî ye. Ji bo Sûriyeyê hemû şêwazên şer hatin bikaranîn. Ji bo dewleta Sûriyeyê hilweşe û gelê Kurd winda bike gelek riyan ceriband lê bi ser neket. Vê carê jî taktîkan diguherîne, dixwaze hikûmeta Şamê bike hevkarê xwe û êrîşê Rêveberiya Xweser bike. Dixwaze careke din siyaseta xwe ya qirêj bimeşîne.

Tirkiye, li herêmê siyasetek pir bi xeter dimeşîne. Zirara herî mezin dide gelê Tirkiyeyê. AKP’ê û MHP’ê got, bila ‘penaber werin’, piştgirî da çeteyan, DAIŞ û Cephet el Nusra. Ev rêxistinên heyî di nava Tirkiyeyê de diteqin. Di encamê de ev qeyran ne di berjewendiya gelê herêmê û Tirkiyeyê de ye.

Erdogan dixwaze li ser vê yekê hikûmeta xwe bidomîne. Qirkirina Kurdan, nîşan dide ku li Tirkiyeyê faşîzm heye. Li dijî hêzên demokratîk, rojnamevanan û tevahî gelan faşîzmê pêk tîne. Tirkiye her tiştî bazar dike. Hemû nirxên gelê Tirkiyeyê, ji bo qirkirina gelê Kurd bazar dike. Hêzên hegemonîk ên wekî NATO’yê jî piştgirî didin wî. Li Tirkiyeyê gel ji birçîna dimre lê hikûmet her roj cihekî difiroşe. Encam çi ye; şerek bê encam û kor e. Taktîka xwe diguherîne lê stratejiya xwe ya dagirkeriyê, qirkirina gelê Kurd û stratejiya xwe ya bi hevkariya hikûmetan, pelçîqandina gelê herêmê berdewam dike.

Hevdîtnên di navbera Tirkiye û Sûriyeyê de

Dibe ku di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de hevdîtin hebin. Niha jî di navbera îstîxbarata Tirkiye û Sûriyeyê de hevdîtin hene. Bi salan e ev hevdîtin hene. Li ser hikûmeta Şamê û Tirkiyeyê zext heye. Rusya dixwaze wan di astekê de bîne gel hev. Lê astengî pir in, têkiliyên di navbera her du dewletan de ne gelek hêsan e. Tirkiye di bûyerên di salên 2011’an de, bû welatê ku destpêke îxanetê li hikûmeta Şamê kir. Şam pir baş dizane ku Tirkiye başiya wî naxwaze. Hewl dide carek din Sûriyeyê bixe nava qeyranek. Hewl dide Sûriyeyê bi rêbazek cuda hilweşîne. Sûriye dizane ku Tirkiye çiqas zirarê dide wan. Ger hevdîtin bên kirin jî wê di nava demek kurt de encam neyên girtin. Ji ber ku derbaskirina xetên sor ên herdu dewletan jî di aliyê wan de zehmet e.

Ji ber vê yekê di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de zemînek rast nîn e. Hevdîtin ji bo çareseriya Sûriyeyê tu sûdê nede. Tirkiye dixwaze di nava Sûriyeyê de şerek çêbibe. Tirkiye dixwaze di navbera Ereb û Kurdan de şer derbixe. Dixwaze bi hikûmeta Şamê re Rêverberiya Xweser hilweşîne. Tirkiye dixwaze tiştên ku bi çeteyên DAIŞ’ê û el Nusra nekiriye, bi hevkariya rejîmê bike. Sûriye jî di ferqa vê yekê de ye. Divê hem hikûmeta Şamê, hem hêzên muxalefetê yên Sûriyeyê û hem jî Rêveberiya Xweser di ferqa van lîstikan de bin û neyên van lîstikan. Tirkiye îxanetê li hemû hêzên girêdayî xwe kir û vê carê jî dixwaze van herdu hêzan li dijî Rêveberiya Xweser bi kar bîne. Dixwaze lîstikek qirêj bilîze.

Pirsgirêka Sûriyeyê wê li Şamê çareser bibe

Divê em di ferqa vê lîstikê de bin û li gorî vê yekê tevbigerin. Divê em vê pirsgirêke bi dînamikên hûndirin re çareser bikin. Ev pirsgirêk ne li Enqere, ne li Bexdayê û ne jî li Tehranê nayê çareserkirin. Pirsgirêka Sûriyeyê wê li Şamê çareser dibe. Di hundirê Sûriyeyê de çareser bibe. Ne Astana û ne jî Cenevre ne cihê çareseriya pirsgirêkan in. Divê hikûmeta Şamê û hemû hêz di ferqa vê yekê de bin û bi vê zanebûne nêz bibin. Ger em bi xwe çareseriyê bi pêş nexin, welatek mîna Tirkiyeyê ku ji bo gelê xwe jî qeyranan ava dike, wê ji bo tu derê çareseriyan ava neke. Ger têkiliyên di navbera Sûriye û Tirkiyeyê de bi pêş bikevin li ser bingeha demokrasiyê nebin; wê rewşek ku di navbera gelan de aştiyê misoger bike çênebe. Bêguman dê pirsgirêkê mezin bike, qeyrana heyî kûrtir bike û rê li ber encamên girantir veke. Tu armancek Tirkiyeyê ya ji vê têkilî û hevdîtinê nîn e.

Hevdîtinên di navbera Şam û Rêveberiya Xweser de

Têkiliyên me yên bi hikûmeta Şamê re ji destpêka qeyrana li Sûriyeyê ve ango ji 2011’an vir ve didomin. Em dikarin bi xeta siyasî ya ku em dimeşînin re pirsgirêkên li Sûriyeyê bi esasên demokratîk çareser bikin. Ji bo ku em dev ji vê rêbazê berdin, gelek zext hatin kirin. Heta niha me qadên xwe parast, bi îradeya hemû gelan me Rêveberiya Xweser ava kir. Rêveberiya Xweser perçeyek ji Sûriyeyê ye. Pêwîstiya Sûriyeyê bi makezagonek demokratîk heye. Divê pergala heyî ya li Sûriyeyê demokratîk bibe. Sedema qeyrana li Sûriyeyê, pêkanînên antî demokratîk in. Çareserî pergalek demokratîk e.

Ji bo çareseriyê nexşeriya me heye

Îsrara hevdîtinê ya partiya siyasî û Rêveberiya Xweser heta niha berdewam kir. Diyaloga bi hikûmeta Şamê re di asta ku dihat xwestin de pêk nehat. Me xwest em bi hev re ji bo hemû pirsgirêkên Sûriyeyê bibin bersiv. Di her pêvajoyê de di asteke diyar de hevdîtin pêk hatin lê negihîştin asteke ku ji bo herêmê çareseriyek mayînde peyda bike lê em wek Rêveberiya Xweser û partiyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi îsrar in. Ji ber ku rêbazên leşkerî ji bo pirsgirêkên Sûriyeyê çareseriyan bi pêş naxin. Rêbaza rast bi diyalog û muzakereyan, çareseriya pirsgirêkan e. Dîsa projeya me ya çareseriyê û ji bo çareseriyê nexşeriya me heye, em bi îsrar in. Divê em di nava Sûriyeyê de pirsgirêkan çareser bikin. Di vê pêvajoyê de jî Rêveberiya Xweser îsrara xwe nû kir û anî ziman.

*Paradîgmaya Neteweya Demokratîk a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îro weke riya derketina ji qeyrana Rojhilata Navîn tê nîqaşkirin lê 42 meh in tu agahî jê nayê girtin. Di demeke ku herî zêde pewistî bi gotin û fikrên Abdullah Ocalan heye de zêdetir girankirina tecrîdê tê çi wateyê?

Sê tiştên ku pirsgirêkên heremê kûr dikin hene, ev jî netew dewlet, pergala kapîtalîst û endûstriyalîzm in. Rêber Apo van hersê tiştan, weke siwarên mehşerê pênasê dike divê li hemberî vê yekê anternatîf bên avakirin. Modernîteya demokratîk, neteweya demokratîk û konfederalîzma Demokratîk a Rojhilata Navin. Ew riya çareseriya pirsgirêk û qeyranên li herêmê ne. Pergala netewaya demokratîk a ku Rêveberiya Xweser ji bo çareserkirina pirsgirêkên Kurd û Tirk, Kurd û Ereb, Filistîn û Îsraîlê ava kiriye, rêbaza herî baş a pêkanînê ye. Qeyranên li Rojhilata Navîn qeyranên netew-dewletê ne, pirsgirêkên aborî, malbatî û pirsgirêkên burokrasî û dewleta giştî ne. Bi rehendên Konfederalîzma Rojhilata Navîn re ev dikarin bên çareserkirin.

Ji bo vekirina riya çareseriyê divê tecrîda li Îmraliyê bê şikandin

Lewma Rêber Apo îro di bin tecrîdeke girankirî de ye. Ji bo fikir û riya çareseriyê ya Rêber Apo li herêmê belav nebe, îşkence tê kirin û rêbazên li dijî qanûnên navneteweyî û pêkanînên li dijî mirovahiyê li Îmraliyê tên meşandin. Rêber Apo di dahûrandinên xwe de heremê pir baş analîz dike. Çawa ku em weke gelê herêmê, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn li hemberî êrîşên li dijî herêma xwe derdikevin divê li hemberî êrîşên li ser Rêber Apo jî têkoşînek mezin dimeşînin. Fikir û felsefeya Rêber Apo ji bo herêmê kilîta çareseriyê ye. Ji bo vekirina riya çareseriyê şikandina tecrîda li Îmraliyê û dawîanîna vê pergalê pir girîng e. Ev girêdayî hev in. Pirsgirêka Kurd çavkaniya xwe ya çareseriyê ji vir digre. Çareseriya pirsgirêkên herêmê girêdayî perspektîfa Rêber Apo ye lewma divê em li dijî vê pergalê derbikevin û çareseriyê bi pêş bixin.