‘Armanca têkiliyên Hikûmeta Şamê û Tirkiyê qirkirina gelên azadîxwaz e’

Endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantona Efrîn Şehbayê Zelûx Bekir diyar kir ku armanca têkiliyên di navbera hikumeta Şamê û dewleta Tirk tasfiyekirina pergala neteweya demokratîk û qirkirina gelên azadîxwaz e.

FÎDAN ABDULLAH

Şehba- Dewleta Tirk hewildanên dagirkeriya xwe ya li ser herema Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomîne. Herî dawî dê dewleta Tirk di bin navê ‘normalbûnê’ bi hikumeta Şamê re hevdîtin pêk bîne lê tê zanîn ku ev hevdîtina dewleta Tirk bi armanca tasfiyekirina Rêveberiya Xweser lû destkeftiyên Şoreşa Rojava ye.

Endama Rêveberiya Xweseriya Demokratîk li kantona Efrîn û Şehbayê geşedanên li Rojhilata Navîn, tekîliyên dewleta Tirk û Hikumeta Şamê ji ajansa me re axivî wiha got: "Geşedanên siyasî li Rojhilata Navîn bi giştî û li Sûriyê bi taybet bi lez tên guhertin. Civînên li Astana û Cinevreyê bêyî amadebûna beşên Sûriyeyê pêk dihatin. Ev civîn tu çareserî ji krîza Sûriyeyê re neanîn berovajî wê herdem nakokiyan dida avakirin.”

‘Dewletên desthilatdar ji krîza Sûriyeyê sûd werdigrin’

Zelûx Bekir di berdevamiya axaftina xwe de diyar kir ku dewletên desthilatdar ji krîza Sûriyeyê sûd wergirtin û her tim di nav hewildana parçekirinê de ne û wiha gotinê xwe domand: “Dewleta Tirk a dagirker li herêmên dagirkirî gelek kiryar pêk anîn. Hevkirina têkiliyên di navbera Tirkiyê û Hikûmeta Şamê hiştin bibe sedema teqandina bombeyeke demkî li herêmên Sûriyeyê yên dagirkirî. Bû sedema binpêkirinan li bajarên Bab, Cerablis, Ezaz Idlib û Efrînê. Gelek xwepêşandanên şermezarkirina siyasetên dewleta Tirk derketin pêş.”

‘Armanc tasfiyekirina pergala netewa demokratîk e’

Zelûx Bekir wiha dewam kir: "Hevdîtina di navbera dewlta Tirk û hikumeta Şamê dide xuyakirin ku her du hêz li beranberî hevdû hinek tavîzan didin. Qaşo dibin ewlehiyê de di navbera sînorê Tirkiyê û Sûriyeyê de dixwazin malbatên Tirkmen bi cîh bikin. Bi taybet piştî şerê li Ukraynayê dewleta Tirk dixwaze deriyên zindî yên hikûmeta Şamê teslîm bigre.”

Zelûx Bekir behsa sedemên têkiliyên di navbera herdû aliyan de kir û wiha got: "Bi riya vê siyasetê û van têkiliyan dewleta Tirk hewil dide pergala netewa demokratîk li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tasfiye bike  û gelên azadîxwaz qir bike. Tevî hemû siyasetên tên meşandinn jî lê dîsa Rêveberiya Xweser nerîneke xwe ya stratejîk û zelal jibo çareserkirina kirîza Sûriyeyê heye.