rojane
-

‘Hezar 229 kes ji Helebê derbasî herêmên xweser bûne’
UNICEF’ê aşkera kir ku ji 11`ê Çileyê ve hezar û 229 kes ku 298 jê zarok in, ji Helebê gihaştine Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê.
-

Xwepêşandanên li Îranê di roja 20’an de didome
Xwepêşandan û çalakiyên li Rojhilatê Kurdistan û Îranê di roja 20’an de berdewam dikin. Di êrişên hêzên rejîma Îranê yên li ser xwepêşanderan de, tê gotin nêzî 3 hezar xwepêşander hatine qetilkirin.
-

Rêxistina Efûyê: Li Îranê zext veguheriye komkujiyekê
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî diyar kir, "Ji êvara 8’ê Çileyê ve, di bikaranîna neqanûnî ya hêza kujer ji aliyê hêzên ewlehiyê ve li dijî sivîlan zêde bûye."
-

Daxwaz heman bû: Divê Komara Îslamî hilweşe
Di dema ku çalakiyên xwepêşandanê li Îran û Rojhilatê Kurdistanê bi mezinbûnê didomin, çalakvana mafên mirovan Sholeh Zamini bal kişand ser zêdebûna qirkirinan û got: “Li her derê daxwaza hevpar a ku tê gotin heman e: Komara Îslamî here.”
-

Li Xezayê metirsiyeke din: Zêdetirî 60 milyon ton kavil hene
Serokê Rêveber ê UNOPS’ê yê BM’ê ku serdana Xezayê kir, diyar kir ku paqijkirina zêdetirî 60 milyon ton kavil wê zêdetirî 7 salan bidome û bal kişand ser metirsiyên ku dibe pêk bê.
-

Efrîniyên li Lubnanê: Bêdengî rê li ber qirkirinan vedike
Jinên Efrînî yên koçber ên li Lubnanê dijîn, diyar dikin ku li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê welatî, şervanên jin û binesazî bûne armanc û bal dikişînin ku bêdengiya navneteweyî rê li ber qirkirinên nû vedike.
-

Endama Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Sozdar Avesta: Êriş li dijî pêvajoyê ne
Endama Konseya Serokatiyê ya KCK'ê Sozdar Avesta anî ziman ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê pêvajoya hatiye destpêkirin têk dibe û xwest, mercên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tavilê bêne sererastkirin û gavên qanûnî-demokratîk bêne avêtin.
-

Ji Genealojiyê ber bi Jineolojiyê ve: Ji nû ve avakirina zanînê
Nîqaşa di navbera ‘Genealojî’ û ‘Jineolojiyê’ de ne tenê nîqaşeke zimannasî ye; pêwîstiya ji nû ve nirxandina têkiliya di navbera zanîn û hêzê de û pozîsyona jinan a di vegotinên di seranserê dîrokê de hatine nivîsandin de jî, eşkere dike.
-

Xwepêşandan didomin: Berdewama Tevgera Jin, Jiyan, Azad
Xwepêşandanên aborî yên vê paşê li Îranê, ji bazara Tehranê bigre heta kolanên bajarên din, ne tenê li ser zêdebûna bihayan û enflasyonê ne. Berdewamiya tevgera "Jin, Jiyan, Azadî" ne, ku edaleta aborî û zayendî bi hev ve girêdayî ne.
-

Pêşmergeya Jin: Şervanên jin sembola parastina civaka Kurd in
Desteya Avakera Yekîtiya Jinên Pêşmerge Emîd Nahîde Ehmed li ser gotinên meleye ku olê bi fikrên teng û DAIŞ’î nirxand û bêrêziyê li jinan dikin, got ku ew kes bi devê dijminên Kurdan diaxivin û da zanîn ku ji bo hemû mirovan xweparastin esas e.
-

Li Cezayîrê jin hêrsa bêdeng vediguherînin dîmenan
Li Cezayîrê jin bi riya bernameya "Rana Em Li Vir in", tecrûbeyên kesane vediguherînin belgefîlmên ku mijarên qanûna malbatê û tundiyê dinirxînin.
-

Li Îranê serhildan mezin dibe: Ne mele ne jî Şah
Li Îranê çalakiyên ku jixwe didomiyan, bi hefteyan e bi têkçûna aborî û xizaniya ku zêde bûye re berfirehtir bûn, veguherî tevgereke li dijî rejîmê û êrîşa hêzên ewlekariyê hêrsê mezintir kir. Ji Tora Piştevaniya Koçberan Yildiz Onen nirxandin kir.
-

Şervana Şêx Meqsûdê Zinarîn Kobanê behsa kêliyên berxwedanê kir
Şervana Şêx Meqsûdê Zinarîn Kobanê da zanîn ku li Helebê li hember çeteyan heta dawî berxwedan nîşan dane û got ku “Di her kêliyek dîrokê de rihê şehîdên me û rihê berxwedanek veşartî ye. Emê heta dawiyê têkoşîna xwe bidomînin.”
-

Rojnamevan Nîlgun Mete: Xwîna ku li Sûriyeyê diherike rawestînin
Rojnamevan Nîlgun Mete destnîşan kir ku Emrîka û Îsraîl dixwazin plana ‘Îsraîla Mezin’ pêk bînin, lewma li Sûriyeyê li hember qirkirina Kurd, Durzî, Elewî û pêkhateyên din bêdeng dimînin û banga ‘xwîna ku diherike, rawestînin’ kir.
-

‘Rûpoşa dewletan li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ket’
Jinên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nerazîbûna xwe li hemberî bêdengiya navneteweyî ya li dijî binpêkirinên li ser gelê Kurd li Şêx Meqsûd û Eşrefiyê nîşan dan û gotin ku rûpoşa dewletên xwe xwedî mafên mirovan nîşan didin ketiye.
-

60 parêzeran ji bo mudaxeleya lezgîn bang li NY’ê kirin
60 parêzerên ji Îran û çar aliyên cîhanê, nameyek ji Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî re şandin û daxwaz kirin ku bi awayekî lezgîn mudaxeleya Îranê bike û hişyarî dan ku êrîşên hêzên rejîmê gihîştin "sînorê sûcên li dijî mirovahiyê".
-

Şêniyên Reqayê bi meşekî fedaiyên berxwedana Şêx Meqsûd û Eşrefiyê bibîranîn
Bi sedan şêniyên kantona Reqayê, ji bo bîranîna fedaiyên berxwedana taxên Şêx Meqsûd û Eşrefiyê meşek girseyî li dar xist û konê sersaxiyê danîn.
-

Ji Meclîsa Jinan a DEM Partiyê ji bo Rojava bang: Bêdeng nemînin
Meclîsa Jinan a DEM Partiyê diyar kir ku ew ê li hember sûcên li dijî gel û jinên Kurd ên li Helebê hatine pêkanîn bêdeng nemînin û destnîşan kir ku ew ê hevgirtina xwe ya bi şoreşa Rojava re xurtir bikin.
-

Li Cenînê jinek hate qetilkirin
Di encama êrîşa li gundê El-Be'ane yê herêma Cenînê ya Filistînê de jina binavê Wafaa Mehmûd Badran jiyana xwe ji dest da.
-

Li Yemenê di sala 2025’an de 349 zarok mirin
Rêxistina Save the Children (Zarokan Rizgar Bikin), ragihand ku di sala 2025’an de li Yemenê 349 zarokan jiyana xwe ji dest dane gelek ji wan jî birîndar bûne û da zanîn ku ev hejmar li gorî sala 2024’an ji sedî 70 zêdetir e.