rojane
-

Ji serê salê ve li Sûriyeyê 29 jin hatine kuştin
Li gorî Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê, ji serê salê ve li Sûriyeyê 29 jin hatine kuştin. Gelek ji wan bi bûyerên tundiya nava malê û tundiya civakî hatine kuştin.
-

Tehran di qonaxek krîtîk a krîza avê de ye
Krîza avê ya li Tehranê û derdora wê ne tenê bi hişkesaliyê ve girêdayî ye, di heman demê de bi avakirina bêkontrol, bîrên neqanûnî û wêrankirina ekolojîk ve jî girêdayî ye. Pispor hişyar dikin ku bajar ketiye qonaxa herî giran a "hişkesaliyê".
-

Mamosteya Kurd Forûzan Îslamî hate girtin
Hat ragihandin ku mamoste û blognivîsa Kurd Forûzan Îslamî ku li bajar ê Ûrmiyeya Rojhilatê Kurdistanê hatibû binçavkirin, piştî lêpirsînê hatiye girtin û niha di girtîgeha navendî ya bajêr a jinan de ye.
-

Astengkirinên înternetê li Îranê krîza aborî kûrtir dikin
Îran dikeve roja 86’emîn a astengkirinên gihîştina înternetê û ragihandin li welêt bi piranî asteng bûye. Girêdana sînorkirî û sîstema "lîsteya spî" girîng in û bandorên wê hem li ser azadiya derbirînê û hem jî li ser jiyana aborî zêde dibin.
-

Çalakiyên piştgiriyê ji bo têkoşîna jinên Kurd li Kolombiyayê
Di çalakiyên ku li herêma Tolima ya Kolombiyayê hatin lidarxistin de, li ser tevgera jinên Kurd, rizgariya jinan û hevgirtina navneteweyî nîqaş hatin kirin.
-

Jinên Beluc çek hilgirtin
Artêşa Rizgariya Belucistan ev cara yekeme wêne û nasnameya jinek a Fermandar a bi navê Şehnaz Beluc li gel komek jinên din ên ku çek hilgirtîne belav kir.
-

Jinên Efganî li dijî rêziknameyên nû yên Talîbanê serî rakirin
Parêzvanên mafên jinan ên ku li parêzgeha Takhar a Efganistanê kom bûn, li dijî rêziknameyên nû yên Talîbanê yên derbarê qanûna malbatê de, xwepêşandan lidar xistin.
-

Li Cezayîrê ji bo ‘Prensesa Tarabîn’ Werda el-Cezayîrî şeva rêzgirtinê
Di salvegera 14’an a mirina Hunermend Werda el-Cezayîrî de, çalakiya ‘Şevên Werda el-Cezayîr’ hat lidarxistin. Di çalakiyê de konserek taybet ji bo mîrateya wê û pêşangehek taybet ku ji berhemên wê pêk hat.
-

Li Kongoyê herî kêm 177 kes mirine
Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê ragihand ku heta niha herî kêm 177 kes di şewba Ebolayê ya li Komara Demokratîk a Kongo de mirine.
-

Hejmara 169’an a Kovara Jin derket
Hejmara 169’an a Kovara Jin bi sernavê “Hilberîna Civakî ya ji Nû ve û Serdestiya Baviksalar” derket.
-

‘Dûrxistina Ermeniyan ji hilbijartinan bandorê li pêvajoya siyasî û aramiya neteweyî dike’
Endama Ofîsa Siyasî ya Partiya Yekîtiya Ermen Sîlda Sîmon dûrxistina pêkhateya Ermen ji hilbijartinên Meclîsa Gel rexne kir û diyar kir ku Sûriyeya demokratîk bi hevkariya hemû pêkhateyan ava dibe.
-

Berteka dayîka Şengalî: Tiştek ku ne bi dilê şehîdên me be, em ê nekin
Dayê Xoxê ku ji Şengalê ye û kurê wê di encama balafira keşfê ya dewleta Tirk de bûye cangorî, li hember guhertina rêveberiya Şengalê bertek nîşan da, diyar kir ku Şengal bi xwîna wan hatiye avdan û got ku “Tiştek ku ne bi dilê şehîdên me be, em ê nekin.”
-

‘Bila Hevpeymaniya Doza Êzidiyan bê ferq û cudahî civaka Êzidî hembêz bike’
Bi boneye yekemîn salvegera damezirandina Hevpeymaniya Doza Êzidiyan li Şengalê şahiyek hate li dar xistin. Di şahiyê de endama TAJÊ Riham Hico axivî û got: “Divê her kes beramberî civaka xwe, xwe berpirsiyar bibîne.”
-

Li Îranê der heqê çar jinên Behayî de binpêkirina mafan didome
Komeleya Cîhanî ya Behayî bi daxuyaniyekê ragihand ku çar jinên Behayî rûbirûyî binpêkirinên mafên mirovan tên û ji alîkarî û lênêrîna bijîşkî bêpar mane.
-

Li bajarê Hamayê girtina parêzerên jin hat şermezarkirin
Girtina parêzerên jin di hundirê Koşka Edaletê ya bajarê Hamayê ya Sûriyeyê de û veguhestina wan bo Gerînîdeya lêkolîna Dadwerî, her wiha belavbûna agahiya ku di lêpisînê de pirsên mezhebî derketine, bûye sedema nîqaşeke berfireh.
-

YPJ’ê piştgirî da tîma jinan a El-Hîlal
Yekîneyên Paratina Jinan (YPJ) bal kişand ser girîngiya berdewamiya piştgiriya werzîşa jinan û parastina mafên lîstikvanên jin.
-

Li Îranê li du jinan cezayê 53 sal yê girtîgehê hate birîn
Di nav tundkirina ewlehiyê li Îranê û zêdebûna zextên li ser çalakvanên civaka sivîl û medyayê de, dadgeha Komara Îslamî Leyla Ramazanî û Fatma Malakahmedî bi tohmeta hevkariya bi medyaya opozîsyonê re bi tevahî 53 sal cezayê girtîgehê hat cezakirin.
-

Çalakiya Dayikên Şemiyê: Aştiyeke bi rûmet bi têkoşînê pêkan e
Dayîkên Şemiyê di hefteya 1104’emîn de li aqûbeta Pîro Ay ê ku di 15'ê Gulana sala 1994'an de hatibû binçavkirin û windakirin, pirsîn. Pervîn Buldan diyar kir ku ew dixwazin yekîneya ku Wezareta Dadê ava kiriye bi mijara windayan re mijûl bibe."
-

Însiyatîfa jinan xwest ji bo pêvajoya aştiyê Tirkiye gavên lezgîn bavêje
Di nava aloziyên siyasî û civakî yên berdewam ên li Tirkiye û bakurê Kurdistanê de, dengê jinan her diçe bilindtir dibe û bangên ji bo vejandina pêvajoya aştiyê û vekirina deriyekî nû ji bo çareseriyên demokratîk her diçe zêde dibin.
-

Doza Gulîstan Doku ‘Ez dizanim kujer kî ye’
Di çarçoveya lêpirsîna doza Gulîstan Doku de qeydê dengê Umut Altaş ê li DYE’yê hatibû binçavkirin û li bendê ye ku radestê Tirkiyeyê were kirin derketin. Umut Altaş dibêje: “Hemû tiştên ku dosyayê bigrin di dest min de ne. Ez dizanim kujer kî ye.”