Parêzera Kurd ‘Nîşana Lîyakatê’ ya New Zealanda wergirt
Parêzera Kurd û şêwirmenda Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî, Rêz Kurdî ji bo hewildanên xwe yên piştgiriya penaberan bi “Nîşana Lîyakatê” ya New Zealandayê hat xelat kirin.
Navenda Nûçeyan – Parêzer û şêwirmendê Komîserê Bilind ê Penaberan ê Neteweyên Yekbûyî (UNHCR), Rêz Kurdî bi xelata “New Zealand Order of Merit” Xelata Lîyakatê hat xelatkirin.
‘Kesayetek di warê parastina pirsgirêkên penaberan de bi nav û deng bû’
Ev xelat ji bo hewildanên wê yên di parastina mafên penaberan û komên lawaz de û xebata wê ya di pêşvebirina edalet û mafên mirovan de hat dayîn. Parêzer Rêz berî ku kariyerek akademîk û pîşeyî ya navdar ava bike, wekî penaber bi malbata xwe re gihîştibû New Zealandayê û ew bû yek ji kesayetiyên navdar di warê parastina pirsgirêkên penaberan û xebata mirovî de.
‘Ji ber dozên mirovî xelat wergirt’
Rêz Kurdî di merasîmê de cilên Kurdî li xwe kiribû, ev jî nîşana serbilindiya wê ya bi nasnameya xwe ya çandî bû. Ev xelat wekî naskirina rola wê di xizmetkirina civakê û piştgiriya dozên mirovî yên herêmî û navneteweyî de dihat hesibandin.
Nîşana ‘Lîyakatê ya New Zealandayê’ yek ji rûmetên neteweyî yên herî bilind ên New Zealandayê ye. Di sala 1996’an de hatiye damezrandin. Kesên ku di warên sivîl, mirovahî an leşkerî yên cûrbecûr de xizmetek berbiçav pêşkêş kirine an jî beşdarîyên awarte kirine tên xelatkirin.