Germahiyên bilind, sermayên ji nişka ve û bahoz li welatên cîhanê rabû
Hefteya borî, em bûn şahidên bûyerên cûrbecûr ên hewayê ku di nav de germahiyên bilind li Ewropayê, bahozeke giran a teyrokê li Yemenê û lehiyên giran li Hindistanê. Ev yek nîşan dide ku pergala avhewayê ya gerdûnî ji ber bilindbûna germahiyên gerdûnî.
Navenda Nûçeyan – Ev nakokiya eşkere ya di navbera bûyerên hewayê de xirabûneke bilez a pergala avhewayê ya gerdûnî nîşan dide. Lêkolîn piştrast dikin ku bilindbûna germahiya gerdûnî û zêdebûna enerjiya atmosferê, dibin sedema şêwazên hewayê yên dijwartir û ne rêkûpêktir. Wek anomaliyeke avhewayî ya berbiçav, bahozeke teyrokê ya tund li parêzgeha Amran a bakurê Yemenê di germahiya havînê de di nav çend deqeyan de çiya û deşt veguherandin dîmenek spî.
Teyrokek dijwar barî
Piştî barîna teyrok û baranên zêde, deverên mezin ên parêzgehê veguherî dîmena zivistanê. Aktivîst û rojnamevanên Yemenî dîmenên ku teyroka dijwar li herêma Xerîf û deverên din ên ku xuya dikir ku zevî bi berfê veşartî ne nîşan didin, tomar kirine.
Di heman demê de, baraneke dijwar li Hindistanê bû sedema lehî û hezazê û hişyarî hat dayîn ku bayên mûsonê dê di rojên pêş de jî bidome.
Li Ewropa pileya germahiyê 40’î derbas kir
Ewropa hefteyek pir germ dijî ku ji hêla pisporên avhewayê ve wek ‘hefteya herî xeternak’ ji dema ku tomar hatine kirin ve tê binavkirin. Germahî li Fransa, Îspanya, Almanya û Îngîltere pileya germahiyê 40 derbas kir, germahiya navînî ya rojane û şevê li Fransayê gihîştiye asta herî bilind a 80 salan, 30 pileyan.
Lêkolînên ji aliyê Rewşa Hewayê ya Cîhanê (World Weather Citation) ve nîşan didin ku pêla germahiya heyî 50 sal berê ‘hema hema ne mumkin’ bûya û îhtîmala ku îro çêbibe ji ber germbûna gerdûnî ‘10 heta 100 carî’ zêdetir e.
Germahî li Îspanyayê gihîştiye asta ku heta niha wek wê nehatî dîtin; Bilbao gihîşt 43 pileyan û hemû rekorên berê şikand, di heman demê de Madrîdê bi 40.7 pileyan hema bêje rekora xwe şikand.
Zêdetirî hezar û 300 kes ji ber germahiyê mirine
Germahiya li Almanya ji 41.5 pile derbas kir, bû sedema şikestinên li ser rêyên sereke û astengiyên di xizmetên trênê de, di heman demê de niştecihên bajêr ji bo ku ji germê birevin, xwe spartine otêlên bi qlîma.
Li gorî Rêxistina Tenduristiyê ya Cîhanê, ji 21’ê Hezîranê ve ji ber germahiyê zêdetirî hezar û 300 kes mirine; gelek welatan di nav hişyariyên li ser bandorên xerabtir ên guherîna avhewayê de germahiyên rekor tomar kirine.
Veguherîna ji sermayê ber bi germahiyê ve tenê di nav çend rojan de
Li Ewropayê jî guherînên tûj di navbera serma û germê de hatin jiyîn. Li hin herêman, germahiya şevê ket bin 15 pileyan. Di heman demê de pêlek germahiyê ya ji nişka ve ji Efrîqaya Bakur di nav çend rojan de germahî ji 30 pileyan zêdetir kir.
Li gorî pisporên avhewayê, ev guherîn ji ber şêweyên zexta atmosferê yên têkçûyî û zêdebûna enerjiyê di atmosferê de her ku diçe gelemperîtir dibin.
Ev dîmen li ser medyaya dijîtal deng veda, bi taybetî ji ber ku ew di heyamekê de qewimîn ku germahiyên li Ewropayê pir zêde ye û paradoksa avhewayê ya di navbera herêmên ku di nîvê havînê de ji germahiya zêde dijîn û herêmên ku sermaya dijwar dijîn de destnîşan kirin.
Daneyên zanistî nîşan didin ku guherîna avhewayê ne tenê tê wateya bilindbûna germahiyê, di heman demê de dibe sedema têkçûna zêdetir di pergala avhewayê ya gerdûnî de. Ev jî di encamê de pêlên germê yên dirêjtir û dijwartir, bahoz û teyrokên pirtir ji ber zêdebûna şilbûnê û guherînên tûj di navbera germahiyên sar û germ de di demên kurt de çêdibin.