Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêla girtina jin û zarokan
Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê pêlên girtin û tepeserkirinê bêyî rawestandin berdewam dikin. Çalakvana sivîl Rizwane Xanbeygî tevî keça xwe ya zarok sewqî girtîgeha Evînê hat kirin û welatiya bi navê Kazîwe Perwîzniya hat girtin û birin girtîgeha Urmiyê.
Navenda Nûçeyan – Li Rojhilatê Kurdistan û Îranê pêlên zext, tepeserkirin, tundî û girtinê berdewam dike. Ev pêl bêyî ku tu ferqekî bixe navbera mezin, biçûk an jî jin, ciwan û dayîkan berfirehtir dibe. Fikarên derbarê rewşa girtiyan de, bi taybetî jî yên dayîk û zarokan, her ku diçe zêdetir dibin.
Çalakvan Rizwane Xanbeygî û keça wê ya biçûk di rêya girtîgeha Evînê de ne
Çalakvana sivîl Rizwane Xanbeygî, li ser hesabê xwe yê fermî yê li ser platforma X’ê ragihand ku ew ê bi keça xwe ya biçûk Mehfara Lalezarî re, ji bo temamkirina cezayê girtîgehê yê li ser wê hatiye birîn, sewqî Girtîgeha Evînê werin kirin.
Rizwane Xanbeygî di peyama xwe de bal kişand ser şert û mercên zehmet ên mayîna zarokekê li girtîgehê û nîgeraniya xwe ya derbarê bandorên fîzîkî û derûnî yên van şertan li ser keça xwe anî ziman. Wê hebûna zarokekê ya bi zorê li girtîgehê, wiekî bêparhêziyeke neheq a ji azadiyê nirxand.
Malbatek di bin zexta sîstemê de: Cezayê Rizwane kêm bû lê bi dawî nebû
Rizwane Xanbeygî û hevjînê wê Behfar Lalezarî berê hatibûn girtin. Şaxa 26’emîn a Dadgeha Şoreşê ya Tehranê, di destpêkê de her du jî bi 5 salan cezayê girtîgehê mehkûm kiribûn; 4 sal ji bo ‘kombûn û komplo li dijî ewlekariya navxweyî’ û salek jî ji bo ‘propagandaya li dijî sîstemê’.
Lê piştî qebûlkirina daxwaza ji nû ve dadgehkirinê, cezayê Rizwane Xanbeygî daket 20 mehan. Ev malbat di salên dawî de gelek caran rastî girtin, lêgerîna malan û zextên ewlehiyê hatine.
Bertekên çalakvanan û rewşa tenduristiyê
Vegera wê ya girtîgehê ji aliyê gelek çalakvanên mafên mirovan ve hat şermezarkirin. Rizwane Xanbeygî dema ducanî bû jî li Girtîgeha Evînê mabû û raporên li ser bêparhiştina wê ya ji betlaneyê û lênêrîna bijîşkî ya pêwîst hatibûn belavkirin. Hejmarek çalakvanên mafên mirovan û girtiyên siyasî, di nav wan de Xelata Nobelê Nêrgis Mihemedî jî, nîgeraniya xwe ya derbarê tenduristiya wê de anîbûn ziman.
Piştî bûyîna keça wê, cîbicîkirina cezayê wê demkî hatibû rawestandin da ku ew bikare bi keça xwe re mijûl bibe, lê niha piştî bidawîbûna wê heyamê, ew dîsa bo temamkirina cezayê xwe yê 20 mehî şandin girtîgehê.
Li Mehabadê zext li malbatê kirin û Kazîwe Perwîzniya hat girtin
Li gorî raporên hatine weşandin, hêzên ewlekariyê yên Îranê beriya du rojan welatiya ji Mehabadê Kazîwe Perwîzniya girtine. Piştre ew birin navendeke binçavkirinê ya nenas û ji wir jî veguhestine girtîgeha navendî ya Urmiyê.
Li gorî çavkaniyan, hêzên ewlekariyê bêyî destûra dadgehê bi ser malbata wê de girtine, lê ji ber ku ew ne li wir bû, yek ji xizmên wê binçav kirine. Piştre ji malbatê re hat ragihandin ku ger Kazîwe Perwîzniya xwe radest bike dê kesê binçavkirî were berdan. Piştî vê gefê û ji bo azadkirina xizmê xwe, Kazîwe xwe radestî rêveberiya îstîxbaratê kir û hat girtin.
Tohmet: Wênegirtina xwepêşandanan
Rapor her wiha destnîşan dikin ku tohmeta li ser wê, bi wênegirtina xwepêşandanên berê yên li Mehabadê ve girêdayî ye. Piştî lêpirsîna li cihekî nediyar, ew birin girtîgeha navendî ya Urmiyê û li wir dozek li dijî wê hat vekirin.
Her wiha hat ragihandin ku Kazîwe Perwîzniya di dema binçavkirina xwe de ji mafê dîtina parêzer û hevdîtina bi malbata xwe re bêpar maye û niha di girtîgeha navendî ya Urmiyê de tê girtin.