Girtiya siyasî Fatîma Tadrîsî bi destûra 10 rojî ji girtîgehê derket
Çalakvana siyasî Fatîma (Mojgan) Tadrîsî ya ku li Girtîgeha Kaçoyî ya Kerecê dihat ragirtin, bi destûreke demkî ya 10 rojî hat berdan. Tadrîsî ji ber xebatên xwe yên sivîl bi 6 sal cezayê girtîgehê û 2 sal cezayê sirgûnê hatibû mehkûmkirin.
Navenda Nûçeyan – Li gorî nûçeyên ku ji aliyê çavkaniyên mafên mirovan ve hatine weşandin, girtiya siyasî Fatîma (Mojgan) Tadrîsî ya ku li Girtîgeha Kaçoyî ya li Kerecê dihat ragirtin, îro bi wergirtina destûra 10 rojî ji girtîgehê derket.
Dezgeha nûçeyan a Civaka Aktîvîstên Mafên Mirovan a li Îranê (HRANA) ragihand ku ev destûr ji aliyê rêveberiya Girtîgeha Kaçoyî ve ji bo 10 rojan hatiye dayîn. Heta niha têkildarî dirêjkirina vê destûrê an jî guhertineke di rewşa wê ya hiqûqî de tu agahiyeke fermî nehatiye parvekirin.
6 sal cezayê girtîgehê û sûcdariyên 'ewlehiyê'
Fatîma Tadrîsî, di dawiya Çileya 2025’an de ji aliyê Dadgeha Şoreşê ya Kerecê ve bi sûcdariyên wekî “propagandaya li dijî rejîmê", "heqaretkirina li dijî lîdertiyê” û "xerabkirina ewlehiya neteweyî" hate mehkûmkirin. Dadgehê 6 sal cezayê girtîgehê û du sal cezayê sirgûnê ya ji bo bajarê Zencanê lê birî.
Rêxistinên mafên mirovan tînin ziman ku sûcdariyên bi vê awayî, li Îranê li dijî aktîvîstên siyasî û sivîl bi awayekî berfireh û sîstematîk tên bikaranîn. Tadrîsî berê jî çend caran hatibû binçavkirin û ji ber xebatên xwe bi dozên têkildarî ewlehiyê re rû bi rû mabû. Ew herî dawî di Îlona 2023’an de ji aliyê hêzên ewlehiyê ve hatibû girtin.
Gavên demkî şûna darizandina adilane nagirin
Tevî ku destûr hatiye dayîn Fatîma Tadrîsî derkeve betlaneyê û bi demkî li gel malbata xwe bimîne jî, ev yek di dosya û rewşa wê ya hiqûqî de tu guhertinan nake. Tadrîsî hêj di bin cezayê 6 sal girtîgehê û 2 sal sirgûnê de ye û piştî bidawîbûna destûra 10 rojî, divê dîsa vegere girtîgehê.
Rêxistinên mafên mirovan fikarên xwe yên li ser cezayên giran ên li Îranê dubare kirin. Li gorî parêzvanên mafên mirovan, her çend betlaneya girtîgehê ji bo girtiyan gaveke erênî be jî, ev biryarên demkî qet nabin şûna darizandineke adilane û azadiya tam.