rojane
-

Jinên Êzidî: Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye
Jinên Êzidî yên gotin “Azadiya me bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ve girêdayî ye” diyar kirin ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ne hiqûqî ye û ji bo azadiya wî ya fîzîkî banga bilindkirina têkoşînê kirin.
-

Halîde Turkoglu: Divê her kes li dijî êrîşan dengê xwe bilind bike
Berdevka Meclîsa Jinê ya DEM’ê Halîde Turkoglu têkildarî êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê axivî û got: “Pêwîste her kes li ku be dengê xwe bilind bike. Divê her kes li seranserê cîhanê fikra neteweya demokratîk biparêze."
-

Koma yekem a koçberên Efrîn-Şehbayê gihîştin Tebqayê
Piştî daxuyaniya Meclisa Gel a Efrîn û Şehbayê, koma yekem a koçberên ku li Şehbayê hatibûn dorpêçkirin û piştî hewldanan derketibûn rê, gihîştin Kantona Tebqayê.
-

Di meha Mijdarê de li Başûrê Kurdistanê 1 zarok û 2 jin hatin qetilkirin
Di meha Mijdarê de li Başûrê Kurdistanê 2 jin û 1 zarok ji aliyê mêran ve hatine qetilkirin. Di encama tundiya mêran de 1 zarok û 1 jin jî birîndar bûne.
-

Azadiya Besra Erol a nexweş ji ber gotina “Ne poşman im” paşve xistin
Tehliyeya Besra Erol a ku gelek pirsgirêkên wê yên tenduristiyê hene, salek hat paşxistin. Pirsa “Gelo tu poşman î?” hat kirin, Besra Erol got “Na” û der barê wê de biryara taloqkirina berdanê hat dayîn.
-

Meclisa jinan a DEM Partî ji bo Rojava bang kir
Meclisa jinan a DEM Partî, bal kişand ser êrişên li dijî Rojava, banga têkoşînê kir û di daxuyaniyê de xwest ku bi dirûşmeya ‘Jin, Jiyan Azadî’ piştevanî û têkoşînê mezin bikin.
-

Şêniyên Qamişlo: Em ê têkoşîna xwe bilind bikin
Şêniyên bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, li dijî êrişên li ser herêmê meşek li darxistin û pêyama bilindkirina têkoşînê dan.
-

YPJ: Em ê parastina jinan û tevahî gelê xwe bikin
YPJ’ê der barê êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk de daxuyanî da û got: “Di van rojên dîrokî ku êrîşeke berfireh li hemberî herêma me û giştî Sûriye pêk tê de, em ê di eniyên cengê yên pêş de parastina jinan û tevahiya gelê xwe bikin.”
-

Girtiyên jin dê dest bi greva birçîbûnê bikin
Hejmarek girtiyên jin ên li girtîgehên Îranê ragihandin ku wê di hefteya 45’emîn a greva birçîbûnê ya kampanyaya Roja Sêşemê ya ‘Na ji Cezayê Darvekirinê re’ de dest bi greva birçîbûnê bikin.
-

Koçberên Efrînê ji Şehbayê derdikevin
Piştî daxuyaniya Meclîsa Gel a Efrîn û Şehbayê, koçberên Efrînê yên li kampên Şehbayê dest bi derketina ji herêmê kirin.
-

‘Di dawîkirina tundiyê de ragihandin xwedî rol e’
Çalakvanên jin ên Helebceyê behsa bandora ragihandinê ya di zêdebûna tundiyê de kirin û gotin: “Ragihandin bandorê li ser şêwedana civak, malbat û zêdebûna tundiyê dike.”
-

DFG: 21 rojnameger hatin binçavkirin
Di rapora DFG'ê ya meha Mijdarê ya binpêkirina mafan a li hemberî rojnamevanan de hat diyarkirin ku 21 rojnameger hatine binçavkirin, 3 ji wan jî hatine girtin.
-

Meclîsa Jinan li dijî êrişan bang kir
Meclisa Jinan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk, bang li hemû aliyên Sûriyeyî kir ku ji bo dîtina çareseriyek aştiyane diyalogan bikin.
-

‘Divê jinên cîhanê xwedî li berxwedana jinên Efrînê û Şêx Meqsûdê derkevin’
Jinên bajarê Til Temirê, der barê êrîşên li ser bajarê Heleb û Şehbayê axivîn û piştgiriya xwe bi berxwedana jinên Efrînê û Helebê re nîşan dan. Jinan banga xwedîderketina jinan a li vê berxwedana dîrokî kir.
-

Meclisa Gelê Efrîn û Şehbayê: Me biryar da herêma dorpêçkirî vala bikin
Meclisa Gelê Efrîn û Şehbayê biryar da ku herêma ji aliyê çeteyan ve hatiye dorpêçkirin, vala bike. Meclisê diyar kir ku "Derketina me ya ji Şehbayê nayê wateya ku me dest ji berxwedanê berdaye, têkoşîn dê bi awayekî xurttir bidome.”
-

Ji ber dîmenên tacîza leşkeran parve kir, cezayê qamçiyê dan aktivîsta jin
Aktivîst Roşenek Molaeî Alîşah ji ber li gor pîvanên hîcaba bi zorê tevnegeriya, di 28’ê Mijdarê de li girtîgeha ku lê girtiye, bi şertê cezayê qamçiyê hate berdan.
-

Rapora Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê: 15 kes hatin darvekirin 21 kes jî hatin girtin
Li gorî rapora mehane ya Tora Mafên Mirovan a Kurdistanê, di meha Mijdarê de herî kêm 21 kes li bajarên Rojhilatê Îranê hatine girtin.
-

KJK: Divê li her derê Kurdistan û derveyî welat gelê me têkoşînê bilind bike
Koordînasyona KJK der barê êrîşên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Kantona Efrîn-Şehbayê daxuyanî da û got: “Divê li her dera Kurdistanê û derveyî welat gelê me dereng nemîne û têkoşînê bilind bike .
-

Ji Kongra Star banga xweparastinê
Kongra Star li dijî dagirkerî û şerê qirkirinê, bang li gelê herêmê kir ku li gorî Şerê Gelê Şoreşgerî tev bigerin û xweparastinê bi pêş bixin.
-

Jinên Tûnisî: Divê biryarên hatine girtin paşve were kişandin
Jinên Tûnisê li dijî daxuyaniyên der barê biryarên avakirina “polîsên exlaq” ferzkirina hîcabê û hwd. bertek nîşan dan û diyar kirin ku biryar li gorî metnên zagonî nîn in divê paşve werin girtin.