rojane
-

Pêngava komkirina alîkariyan ji bo koçberên Şehba û Helebê dest pê kir
Li ser banga seferberiyê ku ji aliyê Rêveberiya Xweser ve hat îlankirin pêngava komkirina alîkariyan ji bo koçberên Şehba û Helebê dest pê kir û li sê navendan kon hat vegirtin.
-

Li Qamişlo ji bo gelê Şehba û Helebê konê alîkariyê hat vedan
Di çarçoveya seferberiya ku Rêveberiya Xweser a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo rewşa şer a li Kantona Efrîn-Şehbayê, Meclisa Bajar a Qamişloyê konê alîkariyê veda û banga piştgiriyê kir.
-

Ji jinan bang: Li dijî êrişan têkoşîneke cîhanî û yekgirtî bimeşînin
Li dijî êrişên li hember Kantona Efrîn- Şehbayê, 3 rêxistinên jinan bi daxuyaniyeke çapemeniyê banga têkoşîneke cîhanî ya yekgirtî kirin û gotin “Bila dagirkerî û tawanên li ser gelên herêmê bidawî bibin.”
-

50 otobusên koçberên Şehbayê hatin astengkirin
Nêzî 50 otobusên ku ji bo veguhestina koçberên din ên li Şehba û Şêrawayê mane ketibûn rê, ji aliyê komên çete yên girêdayî dewleta Tirk ve hatin astengkirin.
-

Li dijî êrişan ji Kobanê ji bo hevgirtina têkoşînê bang li jinan kirin
Weqfa Jina Azad a bajarê Kobanê li ser êrişên li Şehba, Til Rifat û Helebe daxuyanî da. Weqfa Jina Azad di daxuyaniyê de li ser kiryarên çeteyên dewleta Tirk bangawaziya hevgirtin û bilindkirina têkoşînê li jinan kir.
-

‘Dixwazin bi zagona hîcaba ferzkirî beden û nasnameya jinan kontrol bikin’
Jinên ku bertek nîşanî erêkirina hîcaba ferzkirî dan bi gotinên; “Dixwazin bi zagona hîcaba ferzkirî beden û nasnameya jinan kontrol bikin” û diyar kirin ku li dijî biryaran ew ê têkoşîna xwe bidomînin.
-

Talîban xwendina hemşîretî û pîriktiyê qedexe kir
Radyoya Azadiya Efganistanê ragihand ku Talîbanê xwendina jinan a di peymangehên hemşîretî û pîriktiyê de, qedexe kir. Ev yek rastî nerazîbûnên hundirîn û derveyî hat. Biryar, di roja 3’ê kanûnê de ket meriyetê.
-

Meclisa Jinan a DEM Partî wê li Dêrsimê hevdîtina jinan lidarbixe
Meclisa Jinan a DEM Partiyê li dijî êrişên polîtîkayên qeyûm û pergala hevserokatiyê wê li Dêrsimê hevdîtinan jinan lidarbixe.
-

Pitikek 4 mehî di riya koçberiyê de jiyana xwe ji dest da
Pitikek 4 mehî ku ji ber êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên girêdayî dewleta Tirk di riya koçberiyê de ji serma qefilî û jiyana xwe ji dest da.
-

Kongra Star: Hedefgirtina Werîşe, hedefgirtina hemû mirovahiyê ye
Kongra Star têkildarî biryara darvekirinê yê li Werîşe Mûradî hat birîn daxuyaniyek da û got: “Jin jiyan e. Hedefgirtina Werîşe, hedefgirtina hemû mirovahiyê ye. Em ê nehêlin tarîtî bi ser bikeve, azadî dê her dem ji bo jinên berxwedêr be.”
-

KCDP: Di meha Mijdarê de 32 jin hatin qetilkirin
KCDP'ê di rapora xwe ya meha Mijdarê de diyar kir ku 32 jin hatine qetilkirin û 26 jinan jî bi awayek guman jiyana xwe ji dest dane.
-

Eniya Jinên Başûr ji bo Rojava bang kir
Eniya Jinên Başûr bang li gelê Kurd, welatparêz, mirovahî û bi taybetî jinan kir ku li dijî êrişên li ser Rojava û konseptên tunekirinê yên li ser gelê Kurd xwedî helwest bin.
-

Dayikên Aştiyê: Em li gel gelê Rojava ne tişta ji destê me were em ê bikin
Dayikên Aştiyê bertek nîşanî êrişên ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê dan, gotin “Em li gel gelê Rojava ne” û bang kirin ku li herêmê divê ne şer, aştî serwer be.
-

Ji Şêx Meqsûd û Eşrefiye peyama jinan: Dem dema parastinê ye
Jinên taxa Şêx Meqsûd û Eşrefiye bersiv dan banga seferberiya ku Rêveberiya Xweser îlan kir û bi ruhê gelê şoreşgerî li kêleka hêzên parastina Şêx Meqsûd disekinin. Jinên ku di berxwedanê de cihê xwe digirin gotin: “Dema dema parastinê ye.”
-

Li Tûnisê şîdet zêde dibe: Hikûmet çavên xwe digire
Aktîvîstên jin diyar kirin ku li Tûnisê tundiya li ser jinê zêde bûye, divê îradeya siyasî berpirsiyariyê bigire ser xwe. Çalakvanan ji rêxistinên sivîl jî xwestin ku piştgiriyê bidin xebatên têkoşîna li dijî tundiyê.
-

Jinên Reqayê piştgirî dan berxwedana jinên Helebê
Jinên kantona Reqayê ya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê, piştgiriya xwe bi jinên bajarê Helebê re anîn ziman. Jinan bang li rêxistinên mafên mirovan kirin ku tavilê dagirkeriyê rawestînin û hesab ji dewleta Tirk bipirsin.
-

‘Êriş li dijî destkeftiyên Şoreşa Jinan e, lewra têkoşînek xurt divê’
Endama Akademiyên Civaka Demokratîk Rojda Osman a bal kişand êrîşên ewleta Tirk û komên çete yên girêdayî wî, îşaret bi banga seferberiyê ya Rêveberiya Xweser kir û got: “Êriş li dijî destkeftiyên Şoreşa Jinan e, li dijî êrîşan têkoşînek xurt divê.
-

‘Divê Iraq jenosîda ku li ser axa wî pêk hatiye nas bike’
Jinên Êzidî der barê pêngava naskirina jenosîdê de gotin ku divê bi pêngavê hikûmeta Iraqê neçarî naskirina jenosîda ku li ser civaka Êzidî pêk hatiye, bikin. Her wiha bang li hemû Êzidiyan kirin ku bi xurtî tevli pêngavê bibin.
-

Li Mexmûre Çalakiya Nobetê di roja 503’emîn de ye
Çalakiya Nobetê ya li Wargeha Mexmûrê bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 503’emîn de bi dewirgirtina koma 99’emîn didome.
-

Li Şengalê meş: Em amade ne tevlî berxwedana Rojava bibin
Xelkê Şengalê bi pêşengiya Yekîtiya Ciwanên Êzidî û Yekîtiya Jinên Ciwan ên Şengalê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê meşek girseyî lidar xistin.