rojane
-

Şêniyên Mexmûrê: Gelê Kurd li dijî êrişan serî natewîne
Şêniyên Wargeha Penaberan a Mexmûrê li dijî êrişên dagirkerî û qirkirinê yên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wî yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê meşekî girseyî lidarxistin û êrişan şermezarkirin.
-

Êrişên Îsrailê yê li ser Xezayê di roja 424’an de ye
Hejmara kesên ku di êrişên Îsrailê ji 7’ê Cotmeha 2023’an heta niha li ser Zîvala Xezayê dewam dike de jiyana xwe ji dest dane di nava 24 saetan de 36 lê zêde bû û bû 44 hezar û 502.
-

Tulay Hatîmogullari: Deriyê Îmraliyê vekin
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari bi gotinên; “Di vê pêvajoya bi aloz de nekevin pey hewldanên tunekirina destkeftiyên Kurdan ên li Rojava” diyar kir ku divê deriyê Îmraliyê were vekirin.
-

Dadgeha Îranê der barê Pexşan Ezîzî de paşve gav navêje
Hat ragihandin ku tevî belgeyên cihê baweriyê ji dadgehê re hatiye dayîn jî, lê dadgeha Îranê tu guhertin di dosyaya Pexşan Ezîzî de nekirine.
-

Heyva Sor a Kurdistanê ji bo koçberan banga alîkariyê kir
Piştî êrîşên dagirkeriyê yên çeteyên dewleta Tirk bi dehhezaran koçber berê xwe dan heremên bi ewle. Hevya Sor a Kurdistanê ji bo gelê koçber bûne banga alîkariya lezgîn kir.
-

Li Yemenê di 7’emîn Lûtkeya Jinan de rola jinan hat nîqaşkirin
7’emîn Lûtkeya Jinan ku bi dirûşmeya ‘Gavek ber bi zêdekirina rola jinan di aştiyê de’ li bajarê Adenê dest pê kiribû, weke platformeke diyalogê ku jinên Yemenê beşdarî navendên biryargirtinê û pêvajoyên aştiyê bibin, di roja dawî de didome.
-

Saziyên çand û hunerê: Derfet hene em azadiya xwe mayinde bikin
Saziyên çand û hunerê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li dijî êrişên li ser Kantona Efrîn-Şehbayê daxuyaniyeke, diyar kirin ku li ser banga Rêveberiya Xweser beşdarî serferberiyê bûne û gotin: “Derfet hene em azadiya xwe mayinde bikin.”
-

Li Îranê di meha dawî de 25 jê jin 126 kes hatin darvekirin
Hat diyarkirin ku tenê di meha Mijdarê de li Îranê 25 jê jin 126 kes hatine darvekirin.
-

Ji YRA û YRJ’ê bang li saziyên ragihandinê: Bibin dengê rastiyê
Yekîtiya Ragihandina Azad (YRA) û Yekîtiya Ragihandina Jin (YRJ) bang li hemû rojnamevan, saziyên ragihandinê yên herêmî û navnetewî kir ku bibin dengên rastiyê; sûcên dewleta Tirk û çeteyên wî ji raya giştî ya cîhanê re ragihînin.
-

Heyeta navneteweyî ji bo hevdîtina bi Abdullah Ocalan re serlêdan kir
Ji gelek welatan heyeteke navneteweyî ji bo bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bîne serî li Wezareta Edaletê da.
-

Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat berdan
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan li ser îtîraza parêzeran, hat berdan.
-

Hevgirtina NADA li dijî cezayên darvekirinê yê Îranê bang kir
Hevgirtina NADA ya Sûriyê, li dijî cezayê darvekirinê ya rêjîma Îranê li Werîşe Muradî birî, daxuyanî da û bang li hemû rêxistinên mafên mirovan kir ku li hember niheqiyên rejima Îranê dengê xwe bilind bikin.
-

Koçberên Heleb û Kantona Şehba-Efrîn gihîştin Reqayê
Piştî êrîşên çeteyên dewleta Tirk ên li ser Heleb, Kantona Şehba-Efrînê bi sedan malbatên koçber gihîştin Kantona Reqayê.
-

Peyama jinan a seferberiyê: Bi ruhê şerê gel ê şoreşgerî têkoşînê mezin bikin
Jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bersiv dan banga Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Suriyeyê û diyar kirin ku bi şerê gel ê şoreşgerî ew ê xwedî li rûmet û azadiya gelan derbikevin.
-

Ji bo koçberan kampanya alîkariyan destpê kir
Ji bo piştgirî û alîkariya koçberên ji Şehbayê derbasî herêma Furatê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Kombenda Efrîn a Civakî li Qamişlo dest bi kampanya komkirina alîkariyan kir. Bang li her kesî kirin ku xwedî li miletê xwe derkevin.
-

Kongra Star: Em ê darbeyên mezintir li dagirkeran bidin
Kongra Star bal kişand ser dîlgirtina 3 jinên ciwan ên birîndar û pêkanînên li dijî wan û got: “Em bang li hemû jinên cîhanê dikin ku li hersê şervanên jin ên ji hemû jinên cihanê re bûne îlhama mezin, xwedî derbikevin.”
-

‘Xebatên pêşîlêgirtina tundiyê girîng in’
Çalakvanên mafên jinan ên Başûrê Kurdistanê der barê çalakiyên pêşîlêgirtina tundiya li dijî jinan de gotin ku ji ber her diçe tundî zêdetir dibe çalakiyên ji bo pêşîgirtina tundiyê girîng in.
-

Jinên koçber ên Helebê: Em dixwazin bi ewle nefesa xwe bistînin
Jinên gundewarên Helebê carekî din ji ber êrîşên çeteyên dewleta Tirk, ketin rêya koçberiyê. Ji jinên koçber Qemer Ebd El Xefûr dibêje “Ez dixwazim bi ewle nefesa xwe bistînim û bi ewlehî tevî zarokên xwe rakevim.”
-

Li Tûnisê zagonên ku jinan diparêzin nayên pêkanîn
Li Tûnisê zagonên ku jinan diparêzin nayên pêkanîn Li Tûnisê jin di gelek waran de rastî şîdetê tên. Tevî ku li welat gelek zagonên jinan diparêzin hene jî ji ber ku nayên pêkanîn her diçe şîdet zêdetir dibe.
-

‘Gel bi xwîna xwe parastina cîhanê kir û divê helwestên cidî werin nîşandan’
Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo, bêdengiya cîhanê ya li hember êrişên li ser Heleb, Şêx Meqsûd, Şehba û Eşrefiyê şermezar kir û tekez kir ku dewleta Tirkiyê dixwaze guhertina demografî pêk bîne û gelên herêmê tune bike.