rojane
-

Jinên Dêrsîmê qeyûman red dike
Jinên Dêrsîmê ên diyar kirin ew qeyûmê qebûl nakin gotin: “Qeyûm berdewamiya qirkirinê ye” û destnîşan kirin ku ew ê tekoşîna xwe bidomînin.
-

Jinên Êzidî piştgirî dan berxwedana li Şehba, Şêx Meqsûd û Eşrefiye
Jinên Êzidî têkildarî êrişên çeteyên girêdayî dewleta Tirk ên li ser Şehbayê diyar kirin ku DAIŞ bi naveke din xwe ji nû ve birêxistin dike û destnîşan kirin ku li dijî êrişan divê heft salî heta heftê salî her kes tev li parastin û berxwedanê bibe.
-

Rêveberiya Xweser: Divê li hemberî êrîşan yekîtiya xwe xurt bikin
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê derbarê êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî daxuyaniyek da û got: “Divê em weke Ereb, Kurd, Suryan, Asûr û Tirkmen li hemberî van êrîşan yekîtiya xwe xurt bikin.”
-

Di êrişa dewleta Tirk de 2 zarok birîndar bûn
Ji ber êrişên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî yê li ser Şehbayê 2 jê zarok 4 welatî birîndar bûn.
-

Hêjmara kesên ku li Xezayê jiyana xwe ji dest dane zêde dibe
Hêjmara kesên ku li Xezayê jiyana xwe ji dest dane bû 44 hezar û 382. Ofisa Ragihandinê ragihand ku hêjmara rojnamegerên hatin qetilkirin bû 191.
-

Kovara Jin bi xwendevanên xwe re hat cem hev
Kovara Jin bi sernavê “Di pêvajoyên pevçûn û muzakereyan de rola jinê” bi xwendevanên xwe re hat cem hev.
-

Hêjmara Kanûnê ya Newaya Jin derket
Rojnameya jinê ya mehane Newaya Jin di hejmara xwe ya Kanûnê de berxwedana jinê ya ku mohra xwe li sala 2024'an xist û rojeva tevgera jinan derxist pêş.
-

Jinên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê parastina taxên xwe dikin
Di nav şer û pêşveçûnên dijwar ên ku li Bakurê Sûriyeyê diqewimin, gelê Şêx Meqsûd û Eşrefiyê ji bo parastina xwe berxwedaniyeke mezin dikin.
-

Li Mexrîbê zarokên ji perwerdeyê bê par tên hiştin tên zewicandin
Li Mexrîbê faktora newekheviya zayenda cîvakî û xizanbûn, dibe sedem ku zarok werin zewicandin. Zarokên keç ên ji perwerdê bê par dimînin bi her cûre tundiyê re rûbirû tên.
-

Li Dêrazorê jin bi projeyên nû bihêztir dibin
Jinên ji Dêrazorê bi komîteya aborî re projeyên nû ava dikin û hewl didin jin bêtir bihêz bibin, di qada civakî û aborî de hê bêtir xwedî derfetan bin.
-

Ayten Kordu: Qeyûm ji polîtîkayên înkarê yên 100 salan ne qut e
Parlementera Dêrsimê ya DEM Partiyê Ayten Kordu qeyûm nirxand, îşaret bi gotina desthilata AKP’ê ya ‘aştiyê’ kir û got: “Bi tena serê xwe gotinên weke ‘aştiyê’ tiştekê îfade nake. Divê rewşê de avakirina aştiya civakî ne pêkan e.”
-

Delegasyona Jinên Sloven serdana JIN TV’yê kirin
Delegasyona Jinên Sloven ku ji 14 kesî pêk dihat serdana televîzyona JinTv’yê kirin û derbarê rojnamevaniya jinên Kurd de agahî girtin.
-

Di êrîşên dewleta Tirk de zarokek birîndar bû
Êrîşên dewleta Tirk û çeteyên girêdayî wî li ser kantona Şehba- Efrînê didome. Hat ragihandin ku di encama êrîşên bajarokê Şêrewayê de zarokek birîndar bûye.
-

Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan hat girtin
Hevşaredara Dêrsimê Bîrsen Orhan ku li Dersimê li mala xwe hatibû binçavkirin, hat girtin.
-

Dibistanên li Şehba û Helebê hatin rawestandin
Endama Ofîsa Jin a Desteya Perwerde û Hîndekariyê Efrîn-Şehba Orûba Ebid xuyakir ku ji ber rewşa ku Şehba tê re derbas dibe û ji bo parastina jiyana xwendevanan biryar hate dayîn ku dibistan heya hefteyekê bên rawestandin.
-

Xizmên Windayan ji bo Tahir Elçî û Şevket Epozdemîr daxwaza edaletê kir
Di çalakiya ji aliyê Xizmên Windayan û ÎHD ve tê li darxistin de ji bo serokê Baroya Amedê Tahîr Elçî ku li avçeya Sûrê ya Amedê hatî qetilkirin û parêzer Şevket Epozdemîr daxwaza edaletê kirin.
-

2 hezar û 892 kesan berê xwe da Herêma Rêveberiya Xweser
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ragihand ku 2 hezar û 892 welatiyên ji herêmê, ji Helebê vegeriyane. Rêveberiya Xweser diyar kir ku ji vê hejmarê 2 hezar û 158 xwendekar in.
-

Êrişên Îsrailê yê li ser Xezayê didome: Sivîl tên hedef girtin
Êrişên artêşa Îsraîlê yê li dijî Xeza didome. Li gor daxuyaniyên tên dayîn di nava 24 saetên dawî de zêdeyî 100 sivîlan jiyana xwe ji dest dane.
-

Dayikên Şemiyê: Divê dewlet li gor pivanên hiqûqî yên gerdûnî tevbigere
Dayîkên Şemiyê gotin “Di vê dewlet li gor pivanên hiqûqî yên gerdûnî tevbigere” li aqubeta Ahmet Yetişen di sala 1994’an de di girtîgehê de hat windakirin pirsîn û xwestin kujer bên darizandin.
-

Jinên Efrînê: Ji bilî xeta berxwedanê em tu rê napejirînin
Jinên Efrînê yên koçî Şehbayê bûne li hember êrişên çeteyên dagirkeriya dewleta tirk dibêjin wê ji bilî xeta berxwedanê tu riyên dîtir nepejirînin û hêz ji şervanên xwe digirin.