Ji ber dîmenên tacîza leşkeran parve kir, cezayê qamçiyê dan aktivîsta jin

Aktivîst Roşenek Molaeî Alîşah ji ber li gor pîvanên hîcaba bi zorê tevnegeriya, di 28’ê Mijdarê de li girtîgeha ku lê girtiye, bi şertê cezayê qamçiyê hate berdan.

Navenda Nûçeyan- Aktivîst Roşenek Molaeî Alîşah a ku di tora medya civakî de dîmenek der barê tacîza leşkerên bi motosîklet de parve kir, bi hinceta ku li gor pîvanên hîcaba bi zorê tevnegeriyaye, li Tahranê hat girtin. Roşenek a piştî ku 28 rojan di girtîgeha Kaarchakê de ma, bi şerta cezayê qamçiyê hat berdan.

Roşenek, yek ji çalakvanên aktîf ên serhildana ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye. Komeleya Jinên Îranê, der barê Roşenek de daxuyaniyek da. Komeleyê ragihand piştî ku di 19’ê Mijdarê de cezayê qamçiyê bicih anîne, di 28’ê Mijdarê de hatiye berdan.