Buşra Elî: Bêyî azadiya jinan, azadiya gelan ne pêkan e
Koordînatora giştî ya Hevbendiya NADA’yê Buşra Elî têkildarî rewşa jinan a li Rojhilata Navîn axivî û got: “Bêyî azadiya jinan, azadiya gelan ne pêkan e. Hevkarî û piştevaniya tevgerên jinan li herêmê, wê têkoşîna jinan zêdetir bi hêz bike.”
MALVA MUHAMED
Navenda Nûçeyan – Dinya şerê cîhanê yê sêyem dijî, Rojhilata Navîn bûye navenda vî şerî. Ev şer ji şerê yekem û duyem ê cîhanê cudatir e, gelek aliyên wê hene. Lê belê xaleke wê ya hevpar heye, jin ji hemû aliyan ve tên hedefgirtin. Koordînatora giştî ya Hevbendiya NADA’yê Buşra Elî diyar kir ku şerê cîhanê yê sêyem, bi qasî bi herdu şerên rûdayî re neyê muqayesekirin cuda ye û da zanîn ku ev şer destpêkê şerekî zayendperest e li dijî jinan hatiye îlankirin.
Bandora şerê cîhanê yê sêyemîn li ser jinan
Buşra Elî rewşa siyasî ya Rojhilata Navîn û şerê cîhanê yê sêyem nirxand û da zanîn ku ev şer li gorî şerên din cuda ye û got: “Şerên cîhanê yê yekem û duyem, şerekî leşkerî, kevneşop bû di navbera artêşan de. Lê belê şerê cîhanê yê sêyemîn piralî ye. Şerê wekaletê li ser leşkerên bi maliyetek kêm dide meşandin.”
Buşra Elî bal kişad ser aliyên vî şerî yê aborî û îfade kir ku hêzên kûrewî û herêmî bi navê çareseriya krîzên aborî, ji bo kontrola çavkaniyên enerjiyê şer dikin û wiha got: “Her ku çavkaniyên nû yên enerjiyê werin keşifkirin, bi armanca pêkanîna kontrola van çavkaniyan şer derdikevin. Ji bo riyên enerjiyê were vekirin û ji pevçûnan dûr bibe, têkoşîn didome.”
‘Li ser jinan şerekî zayendperest tê meşandin’
Buşra Elî da zanîn ku ev şer di heman demê de şerekî veşartî yê zayendî ye li dijî jinan û bi bîr xist ku di destpêka sedsala 21’ê de tevgerên gel di pêşengiya jinan de dest pê kirine û wiha domand: “Di tevgerên gel ên li welatên weke Tûnis, Yemen, Misir, Tirkiye û Sûriyeyê de pêşengiya jinan balê kişand. Ev jî nîşan dide ku hêzên otorîter hewl didin îradeya jinan bişkînin, bi koçberî, qetilkirin û tundiyê wan dikin hedef.”
Ezmûna têkoşîna jinên Kurd
Buşra Elî destnîşan kir ku jin di tevahî qadan de bi bandora zihniyeta mêrên serdest hatine dûrxistin, sedema ku mêr ewqas dijberî azadiya jinan in asta hişyariya jinan e û got: “Jin êdî weke berê ne bê rêxistin in û hişyar bûne. Bi taybetî tevgera jinên Kurd, ceribandina têkoşîneke bêhempa derxistiye holê. Şoreşa Jinan a li Rojava, mînaka vê ye.”
Rola jinan û tifaqa wan a cîhanî
Buşra Elî diyar kir ku pirsgirêka jinan hatiye halê mijarek ku sînoran derbas dike, tifaqên jinan ên herêmî û cîhanî di çareseriya van pirsgirêkan de rolek mezin lîstine û wiha got: “Bêyî azadiya jinan, azadiya gelan ne pêkan e. Hevkarî û piştevaniya tevgerên jinan li herêmê, wê têkoşîna jinan zêdetir bi hêz bike.”
Buşra Elî bal kişand ser vîzyona Hevbendiya NADA’yê û da zanîn ku têkoşîna jinan ji mîrasa dewlemend a jinên Rojhilat îlham girtiye û got: “Divê em rêveberiyên xwe û rêbazên xwe bi pêş bixin. Bi vî awayî, bi riyên xweser û bi bandor em ê bigihîjin hedefên xwe.”