‘Terora mezin dewleta Tirk bi xwe ye’
Fatima Hisên a 60 salî li Zirganê dijî, dibêje ku dewleta Tirk bi êrişan mafên mirovan binpê dike û bi kiryarên xwe terora mezin ew bi xwe ye, Fatima peyama “Heta pîr û kalek hebe ew ê dest ji Rojava, warê şehîdan bernedin” da.
SORGUL ŞÊXO
Zirgan – Dewleta Tirk piştî dagrikirina Efrînê re, berê xwe da Serêkaniyê û Girê Spî û herdu bajaran di Cotmeha 2019’an de dagir kirin. Bi dagirkirina Serêkaniyê re çete nêzî sînorên bajarê Zirganê jî bûn û gelek gund dagir kirin. Ji lewre Fatima Hisên a 60 salî ku ji gundê Dada Ebdal ji ber topbarana malê wê ji hêla dagirkerên Tirk ve koçberî Zirganê dibe.
Fatima Hisên ji ajansa me re helwesta xwe ya li diî dagirkeriyê û daxwazên kesên ku li ser vê axê dijîn anî ziman.
'Li ser jin û zarokan her cure çekan ceribandin'
Fatima Hisên got ku Erdogan û artêşa wî li dijî wan û zarokên wan hemû cureyên çekan ceribandine û wiha domand: "Topên Erdogan li mala min ketin, mala min wêran kir. Ez ji Dada Ebdal koçî Zirganê bûm, li vir jî topbaran ranaweste. Serkeftin a me ye, ji lewre çi ji Erdogan were bila bike, ji ber em ê dest ji ax û welatê xwe bernedin. Her kes dipirse dibêje çi karê Erdogan li cem me heye û li vir çi dike, li çi digere û çi ji me dixwaze? Êdî bes e ev zilma bi salan."
‘Terora mezin ew bi xwe ye’
Fatima Hisên got ku dewleta Tirk wan weke terorîst pênase dike, der barê vê yekê de wiha got: "Kurdan weke teror pênase dike û ji bîr kiriye ku terorê mezin ew bi xwe ye. Ger terorîstek hebe Erdogan e, ji derveyî wî kes nîn e. Ji ber ku zirarê dide zarok, jin û heta lawir û xwezayê. Daxwaza me darvekirina wî ye, ji ber dadgehkirin tenê têra Erdogan nake, li ser ewqas sûcên ku li dijî me kirine. Dibêjin mafên mirovan! Kanê mafên mirovan ger hebûya wê ewqas topên bi ser me de dibarin bihatana rawestandin."
'Riya derbasbûna terorê Tirkiye ye'
Fatima Hisên bal kişand ser terorîstên ku îro li Sûriye û herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi cih dibin û wiha got: "Ma ev terrorist ji ku hatin, mane hemû di Tirkiyê re derbas bûn. Terorê mezin û xwediyê terorê Erdogan e. Kurdan çi kiriye ku weke teror tên dîtin û pênasekirin? Em li ser axa xwe dijîn, ên ku ji Tirkiyeyê derbasî herêmên me jî kirin ev teror e û Erdogan wan û çeteyan bi ser me de dişîne.
‘Em natirsin’
Lê belê em natirsin û dagirkerên Tirk çi dikin bila bikin, dewlet hemû jî hevalbendên wî ne, eger rastî dewlet dewlet bûna wê li dijî Erdogan helwestek cidî nîşan bidana. Şervanên ku vê axê diparêzin jî zarokên me ne, ne teror in."
'Em û şervanên xwe em ê nehêlin Erdogan Osmaniya nû zindî bike'
Fatima Hisên ji Erdogan re got ku bila pir xeyal neke ji ber ew ê nehêlin Osmaniya nû were zindîkirin û wiha pêl da gotinên xwe: "Osmaniya nû dûrî wî ye, bila pir xeyal neke. Ji ber em ne Kurdên berê ne. Em ê bi ser bikevin û em ê nehêlin Osmaniya wî ya nû zindî bibe, ji ber ku em hene û zarokên me yên şervan jî hene, em xwedî maf û axê ne her wiha em parastina welatê xwe dikin. Ji lewre bila Erdogan çeteyên xwe kom bike û bibe cem xwe, li cem me çi digere. Derdê Erdogan ne Kurd û ne jî Ereb in, ew dixwaze Sûriyeyê bi giştî dagir bike. Bila Erdogan cihekî din ji çeteyên xwe re bibîne, ji ber axa me ya pîroz ne axa ku çete û teror lê bi cih bibin û dagir bikin e."
'Heta ku pîr û kalek hebe em ê Rojava nehêlin'
Fatima Hisên di dawiyê de ev peyam da û got: "Em ê bi zarokên xwe yê şervan û şehîdên xwe re bi ser bikevin, ji ber ku em ji wan û topên wan natirsin. Heta ku pîr û kalek hebe em ê dest ji vê axa şehîdan bernedin û were xwestin ez ê jî çekê rakim, li kêleka şervanan şer bikim û axa xwe biparêzim."