rojane
-

7 rojnameger hatin girtin
Rojnameger Yasîn Akgul, Zeynep Kuray, Hayrî Tûnç, Gokhan Kam, Kurtuluş Ari, Alî Onur Tosun û Bulent Kiliç hatin girtin.
-

Çalakiya Nobetê ya li Mexmûrê bi koma 121’emîn didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 121’emîn didome.
-

Nûçegihana me xelata Rojnamegeriyê ya Metîn Goktepe girt
Di xelatên 28’emîn Rojnamegeriyê yên Metîn Goktepe de nûçegihana ajansa me Medîne Mamedoglu xelata wêne girt.
-

‘Qonaxa krîtîk a duyemîn, berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari diyar kir ku bi milyonan kes li qadên Newrozê xwedî li banga Abdullah Ocalan derketine û got: “Êdî derbaskirina qonaxa krîtîk a duyemîn, berpirsyartiya îktîdar û dewletê ye.”
-

Dozger 7 rojnamegeran bi daxwaza girtinê sewq kir
Dozgerê li dosyaya 7 rojnamegerên binçavkirî dinihêrt ji ewil biryara berdana bi şertê kontrola edlî da û piştre jî biryara xwe guherand û bi daxwaza girtinê sewq kir.
-

Li Sûdanê şerê navxweyî, koçberî û binpêkirin
Rêxistina Navneteweyî ya Koçberiyê (IOM) ragihand ku piştî Hêzên Piştgiriya Lezgîn bajar desteser kirine û ji aliyê Partiya Ummet ve 40 kes hatine qetilkirin, bi hezaran malbat reviyane bajarê Al-Malha yê eyaleta Derfura Bakur.
-

5 kesên beşdarî Newroza li Sine bûn hatin binçavkirin
Çalakvanên Kurd Şeno Muhammedî û hevjîna wî Sahip Ariwan Şakerî, Şîrvan Heyderî, Îdrîs Heyderî û Şîrvan Hatemî yên li bajarê Sine dijîn, piştî tevlî pîrozbahiya Newrozê bûn hatin binçavkirin.
-

Şengalî ji bo berdana zarokên xwe meşiyan
Şengaliyan li dijî êrîş û binçavkirina 5 şervanên YBŞ’ê yên birîndar meşeke girseyî li dar xistin û xwestin di demek nêz de werin berdan.
-

Zext û şîdeta li ser aktivîstên li Rojhilatê Belûcistanê didomin
Li Belûcistanê zextên li ser çalakgerên Belûcî didomin. Serokê Komîteya Piştevaniya Belûcî (BYC) Samî Dîn Belûc û berpirsa organîzasyona komîteyê Lala Vahab Belûc, li Karaçî ji aliyê polîsan ve hatin binçavkirin û ew birin cîhekî nediyar.
-

Besê Hozat: Newroz referandûma banga dîrokî ye
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat diyar kir ku pîrozbahiyên Newrozê referandûma banga dîrokî ye û bertek nîşanî sekna desthilatê da. Besê Hozat destnîşan kir ku divê ‘Mafê Hêviyê’ were pêkanîn û sererastkirinên qanûnî bên kirin.
-

Zêdetirî 100 kes li peravên Sûriyeyê hatin revandin
Li gor çavkaniyên herêmî, di nav 48 seatan de herî kêm 100 kesên ku piraniya wan jin in, li herêmên peravê yên Sûriyeyê hatine revandin.
-

Di makezagona nû de mafê jinan: Jin bi fikar in
Parêzer Şirûq Ebû Zêdan tekez kir ku benda 21'ê ya Destûra Nû careke din li ser rola jinan a di nava malbat û civakê de rawestiyaye ku ev zagon dibe sedema bihêzkirina statuya jinan. Gelo ev destûr wê mafên jinan misoger bike?
-

Rojnamevanên Xezayê ji bo rastiyê dev ji pênûsa xwe bernadin
Li Xezaya di bin agir de rojnamegerên jin ji bo rastiyê binivsînin bi pênûsa xwe ya nayê şikandin ronahiyê didin dîroka jinên Xezayê.
-

Felsefeya Abdullah Ocalan a li ser civaka demokratîk û rola jinê
Rêber Ocalan bawer dike dike ku erkê sereke yê jinan, şikandina peywendiyên civakî û kodên tepisandina jinê ye û dibêje ku jin dikare di avakirina civakê de berpirsyartiya çalak a hevsengî, wekhevî û nirxên jina azad û hevjiyana azad bipêş bixe.
-

Çalakvana Iraqî: Divê em sûdê ji tecrûbeyên jinên Kurd bigrin
Çalakvana jin a Iraqî Ezhar El-Cebûrî ku beşdarî şahiya Newrozê li Amedê bû, bal kişand ser têkoşîna jinên Kurd û got: "Divê em ji tecrûbeyên jinên Kurd di pêşxistina qada siyasî de sûdê bigrin."
-

Nesrîn Nas: Tenê çareseriyek heye ew jî têkoşîna hevpar e
Siyasetvan Nesrîn Nas a ku pêvajoya li Tirkiyeyê ku heta girtina Şaredarê Stenbolê çû nirxand, got ku “Ev tablo ji me hemûyan re dibêje ku ji têkoşîna hevpar û nîşandana sekna li hember niheqî û bêhiqûqiyan pêştir çareya me tuneye.”
-

Jinên ji gundê Girk: Gunehê zarokan dê ji çavên kujeran derkeve
Jinên gundê Girk yên mirovên malbata ku ji aliyê dewleta tirk ve li Berxbotanê hatin qetilkirin, komkujî şermezar kirin û gotin: “Dewleta tirk malbatek ji kokê de qir kir. Gunehê zarokan wê li derdora dewleta tirk kom bibe û di çavên wan re derkeve.”
-

Kurdistan Koçer: Em destûra bi hişmendiya mêr hatiye nivisîn qebûl nakin
Jinên Kurd di konferansa ku lidar xistin de helwesta xwe ya li hember destûra ku ya li Şamê hat danîn, nîşan dan. Endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Koçer a beşdarî konferansê bûbû got: “Em destûra bi hişmendiya zilamperest qebûl nakin.”
-

Li Tûnisê civîna piştevaniya bi girtiyan re hat lidarxistin
Bi beşdariya hunermend û nûnerên saziyên sivîl, malbatên girtiyan li paytexta Tûnisê civîneke piştevaniyê li dar xistin û di civînê de piştgiriya xwe ya ji bo girtiyan û têkoşîna wan a ji bo edaletê destnîşan kirin.
-

KJK: Newroza îsal bû silavdayina li banga serdemê ya Rêber Apo
Koordînasyona KJK'ê destnîşan kir ku Newroza îsal bû silavdayina li banga serdemê ya Rêber Apo û destnîşan kir ku jin wê pêşengiyê ji hilweşandina dîwarên Îmraliyê re bikin.