rojane
-

Jin û ciwan dibin hedef: Îşkence, lêgerîna tazî û tacîza zayendî!
Di çalakiyên protestoyî yên li gelek bajaran bi taybetî li Stenbol'ê de bi sedan kes bi îşkence û muameleya xerab re rû bi rû hatin. Parêzera OHD'ê Dîdare Hazal Sûmelî ku vê pêvajoyê ji nêz ve dişopîne got,"Bi taybetî jin û ciwan dibin hedef.”
-

‘Cejna me koçberan vegera ser axa xwe ye’
Irûba Mehmûd ya ji gundê Erîşa ya Serêkaniyê koçber bûye, dibêje ku kêfxweşiya wan a cejnê bi vegereke bi ewle ya bi rêya lihevkirinan temam dibe.
-

Li Tirkiyeyê demokrasî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e – ANALÎZ
Li Tirkiyeyê krîter û pîvana sereke ya demokratbûnê têkbirina pergala qirkirin, tecrîd û êşkenceyê ya Îmraliyê û daxwazkirina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye. Rewşên ku li Tirkiye diqewimin, ancax bi demokratîkbûna Tirkiyê çareser bibin.
-

Kombûna Jinan a Zenûbiya: Hikumet û destûra heyî ne rewa ne
Kombûna Jinan a Zenûbiya 'hikumeta' nû ya ji aliyê HTŞ'ê ya cîhadîst ve hat îlankirin red kir, diyar kir ku ew 'hikumet' berdewama siyasetên paşguhkirina jinan di jiyana siyasî de ye û got: "Hikumet û destûra heyî nerewa ne."
-

‘Hikûmeta’ HTŞ’ê ya cîhadîst li Suweydayê hat protestokirin
Li bajarê Suweyda ya Sûriyeyê ‘hikûmeta’ nû ya ku HTŞ’ê ya cîhadîst îlan kir, hat protestokirin.
-

Bîlançoya erdheja Myanmarê giran dibe
Di erdheja bi pileya 7,7 a li Myanmarê de hejmara kesên jiyana xwe ji dest dan bû hezar û 600. Li welatê cîran Taylandê jî avahiyek hilweşiya, 8 kesan jiyana xwe ji dest dan û 79 kes jî winda ne.
-

Hejmara nû ya Kovara Jinê derket
Hejmara nû ya Kovara Jinê bi manşeta 'Sosyalîzm û Jin' derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

Ji malbetên şervanên YBŞ’ê yên girtî name
Malbetên şervanên YBŞ'ê yên ku hatin dîlgirtin, bi nameyekê daxwaz kirin ku sazî û rêxistinên navnetewî li hember girtina zarokên wan bêdeng nemînin û diyarkirin ku divê ev sazî erkên xwe pêk bînin.
-

'Kiryarên li peravê dê rê li ber xeteriyên mezin veke'
Jinên herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kiryar û komkujiyên cîhadîstên HTŞ'ê yê li ser jinên herêmên peravê yên Sûriyeyê şermezar kirin û gotin: "Ev komkujî dê rê li ber komkujiyên li ser pêkhateyên din ên Sûriyeyê veke."
-

Derûnnas: Şer û pevçûn bandorê li derûniya jinan dike
Derûnnasa Tûnisî Heyat El-Wertanî rewşa jinan li herêmên bi nakok dijîn anî ziman û got: "Jin li wan herêman bi zext û piştevaniya kêm re rûbirû ne. Şer û pevçûn bandorê li ser derûniya jinan dikin."
-

Ji ber zextên civakî jinên li gundan ji mafên xwe bêpar dimînin
Jinên li gundan dijîn zêdetir rastî binpêkirina mafan, pirsgirêkên aborî û zextên civakî tên. Gelek jin bi keda xwe dixebitin, yekane çavkaniya debara malbatên xwe ne û ji ber zextên civakî ji mafên xwe bêpar mane.
-

‘Destûra Sûriyeyê xwe dispêre hişmendiya cîhadîst û netewperest’
Jinên ji bajarê Kobanê, pêşnûmeya destûra bingehîn a HTŞ’ê ya cîhadîst rexne kirin, diyar kirin destûra Sûriyeyê xwe dispêre hişmendiya cîhadîst û netewperest û ew vê destûrê qebûl nakin.
-

Li Şengalê çalakiyên 4’ê Nîsanê
Bi pêşengtiya TAJÊ ji bo 4’ê Nîsanê li Şengalê belavokên ku di nav de nameya Abdullah Ocalan a ji bo jicava Êzidî cih digire hatin belavkirin.
-

Piştî 32 salan hat berdan
Guler Bîlen ku 32 salan di girtîgehê de maye, ji girtîgeha Jinan a Şakranê tehliye bû.
-

Li Xarpêtê ocaxên 6 hezar salî hate dîtin
Li Xarpêtê di kolandina li Girê Tadimê de, ocaxên pîroz û seramîkên Karaz ên serdema Kalkolîtîka Dereng û Serdema Bronzê ya Destpêkê hatin dîtin. Ev tesbîtên ku digihîjin 6 hezar sal berê, pêşeroja çandî û olî ya herêmê nîşan didin.
-

TJA ji bo 4’ê Nîsanê bang li jinan kir ku dakevin qadan
TJA'yê bi boneya 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi dirûşmeya “Em bi civaka demokratîk ber bi azadiyê ve dimeşin” bang li hemû jinan kir ku dakevin qadan.
-

Dayîkên Şemiyê: Em dest ji lêgerîna xizmên xwe bernadin
Dayikên Şemiyê di çalakiya xwe ya hefteya 1044’an de li qada Galatasarayê hatin ba hev û ev peyam dan: “Heta windayên me neyên dîtin em ê hesabê wê bipirsin. Em tu carî dest ji lêgerîna heskirî û xizmên xwe bernadin.”
-

198 malbat ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê
Komeke din a malbatên Iraqî yên li kampa Holê, vegeriyan ser cih û warê xwe.
-

Rewşa tenduristiya Mehreng Belûc a girtî xirab dibe
Xwişka parêzvana mafên mirovan û aktivîsta mafên jinan Mehreng Belûc, Nadiya Belûc ragihand ku rewşa tenduristiya xwişka wê ya di girtîgehê de xirab dibe.
-

Xizmên Windayan aqûbeta Atîlla Osmanoglu pirsîn
Xizmên Windayan û ÎHD a Amedê di hefteya 842’an de aqûbeta Atîlla Osmanoglu yê di 25ê Adara 1996’an de li Amedê hat windakirin, pirsîn û gotin: “Em tu carî windayan ji bîr nakin û em heta kiryar bên darizandin li ber xwe bidin."