rojane
-

'Hewcedariya jina Yemenî bi piştevaniyek bi bandor heye'
Rojnamevan û endama Tora Dengên Aştiyê ya Jinên Yemenê Mecîda Hemûd Muhemed Talêb diyar kir ku li Yemenê jin ji bo ku rol bilîzin têdikoşin û wiha got: "Pêdiviya jinan bi piştgiriyek berfireh û bi bandor heye."
-

Hêzên Ewlekariya Jin dijî şaneyên DAIŞ’ê dest bi operasyonê kirin
Hêzên Ewlekariya Hundirîn (Jin) a Bakûr û Rojhilatê Suriyeyê, bi desteka YPJ’ê li dijî hewldanên şaneyên DAIŞ’ê yên kampa Roj, dest bi operasyonek kirin.
-

MKG’ê rapora meha Adarê weşand
Li gorî rapora meha Adarê ya MKG’ê 54 car mafên rojnamegeran hatine binpêkirin. Di raporê de bal hat kişandin ku binçavkirin, girtin, êrîşên fîzîkî û sansurên dijîtal zêde bûne.
-

Jinên Başûrê Kurdistanê ji bo rakirina cezayê darvekirinê têdikoşin
Bertekên jinan li dijî cezayê darvekirinê zêde dibin. Jinên Başûrê Kurdistanê bi çalakiyên cur be cur û peyamên xwe diyar kirin ku ew ji bo azadkirina çalakgerên weke Werîşe Mûradî û Pexşan Ezîzî têdikoşin.
-

‘Rojbûna Rêber Apo ronahiya rêya me ye’
Jinên Êzidî bi coşeke mezin 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin, anîn ziman ku rojbûna Ocalan rojbûn û ronahiya rêya wan e, her wiha ji bo azadıya fîzîkî a ocelan ew ê têbıkoşın.
-

Jinên Qamişlo: 4'ê Nîsanê dê bibe roja azadiyê
Jinên ku beşdarî şahiya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a li bajarê Qamişloyê bûn diyar kirin ku wê 4'ê Nîsanê bikin roja azadiyê û gotin: "Rojbûna Rêber Apo rojbûna mirovahiyê ye."
-

Li Şêxmeqsûd û Eşrefiyê şahiya 4’ê Nîsanê
Di pîrozbahiya 4’ê Nîsanê ya li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê de, azadiya fizîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat xwestin.
-

Şandeya ku yekemîn car tê Rojava serdana Kongra Star kir
Şandeyek jinan a ku ji Nemsayê cara yekemîn derbasî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bû, ji akademîsen nivîskar, siyasetmedar û rojnamevanan pêk tê, serdana Kongra Star a Rojava kir.
-

‘Îsraîl hewl dide Durziyan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne’
Analîsta siyasî Îman Ebû Asaf daxuyaniyên Îsraîlê yên li ser Durziyan nirxand, diyar kir ku daxuyanî aloziya li başûrê Sûriyeyê zêdetir dikin û got: “Armanc ne parastina Durziyan, hewl dide wan ji bo berjewendiyên xwe bi kar bîne.”
-

‘YPJ bû sembolek ku hemû jinên cîhanê xwe li vê yekê bigire’
Fermandar û şervanên YPJ'ê yên 12’emîn salvegera damezrandina YPJ’ê pîroz kirin gotin: “YPJ bû sembolek ku hemû jinên cîhanê xwe li vê yekê bigire. Bi bingeh, bi pîvan destpê kir, li ser asta cîhanê mirov dikare bêje modela xwe qezenc kir.”
-

Li Wargeha Mexmûrê coşa Mihrîcana 4’ê Nîsanê
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê, 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi coşek mezin hat pîroz kirin. Xwendekar û gelê wargehê yên bi cil û bergên xwe yên Kurdî berê xwe dan qada şahiyê, daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan kirin.
-

Rojbûna Abdullah Ocalan li Amarayê girseyî hat pîrozkirin
Rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li gundê wî Amarayê ku lê ji dayik bûye bi girseyî bi dirûşma “Bijî Serok Apo” hat pîrozkirin.
-

Li Hesekê şahiya 4’ê Nîsanê
Şêniyên bajarê Hesekê di bin dirûşmeya ‘4’ê Nîsanê vejîna azadiya jin û gele’ de rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin û gotin divê tavilê azadiya wî ya fîzîkî pêk bê.
-

4’ê Nîsanê li Şengalê hat pîrozkirin
4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Geliyê Kersê bi şahiyeke hat pîrozkirin. Di şahiyê de hat gotin ku rojbûna Abdullah Ocalan roja vejînê ye, rojbûna hemû jin û civakên bindest in.
-

Bi deh hezaran kes rojbûna Abdullah Ocalan pîroz kirin
Li Xelfetiyê bi deh hezaran kesên li hev kom bûn, 76’emîn rojbûna Abdullah Ocalan bi meşa ber bi Amarayê ve pîroz kirin. Fatma Ablay a TJA'yî got: "Divê Enqere vê vînê nas bike û demildest gavan bavêje."
-

Li Kobanê şahiya 4’ê Nîsanê: Dilê me bi azadiyê lê dide
Roja rojbûna rêberê gelê Kurd Abdullah Ocalan li bajar Kobanê bi coş û şahiyeke mezin hat pîrozkirin. Di şahiyê de peyama “Dilê me bi azadiyê lê dide, ev jî xwe dispêre vîna ku Rêber Apo di me de avakir” dan.
-

Sozdar Avesta: Pêwîst e mercên Rêber Apo bên guhertin
Endama Konseya Rêveber a KCK’ê Sozdar Avesta destnîşan kir ku tevî banga dîrokî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan jî, ji aliyê dewletê ve gav nehatine avêtin û got “divê ji gotinê derbasî pêkanînê bibin. Pêwîst e ku mercên Rêber Apo bên guhertin.”
-

Şoreşgerên Myanmarê: Em ji YPJ'ê hêzê digirin
Yekîtiya Jinên Şoreşger ên Myanmarê bi minasebeta pîrozkirina avakirina YPJ’ê diyar kirin ku ew ji YPJ’ê hêzê digirin û peyama ku ew bi YPJ'ê serbilind in dan.
-

Arşîva 30 salî ya televîzyonên Kurdî ji gel re tê weşandin
Arşîva 30 salan a kanalên televîzyonên Kurdî ku her kes li bendê ye, bi rêya platformên medyaya dîjîtal ji raya giştî re tê vekirin.
-

YJŞ: Ronesansa Êzîdiyan perspektîfa pêşerojê ye
Fermandariya YJŞ’ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Ronesansa Êzîdiyan ji bo me hemûyan dibe perspektîfa pêşerojê, dibe bingeha armanc û hedefên me.”