rojane
-

Li Şengalê peyama Abdullah Ocalan hat nîqaşkirin û gul hat çandin
Jinên Ciwan ên Şengalê bi boneya 4’ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan semîner dan û piştî semînerê jî gul li gorên şehîdan çandin. Li navenda Şengalê jî peyamên Abdullah Ocalan a ji bo civaka Êzidê hat nîqaşkirin.
-

Têkildarî rewşa Şêxmeqsud û Eşrefiyê peyman hat îmzekirin
Li bajarê Helebê der barê rewşa taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ku piraniya şêniyên wê Kurdin de, di navbera Meclisa Sivîl ya herdu taxan û şandeyeke desthilata Şamê de peymanek ji 14 xalan pêk tê, hat îmzekirin.
-

Şengalî: Em ê bi xwe rêxistinkirinê banga Rêber Apo jiyanî bikin
Rêveberiya Xweser a Şengalê têkildarî peyama Abdullah Ocalan a ji bo civaka Êzidî şandibû daxuyanî da û got: “Em ê bi perspektîfa xwe rêxistinkirin û xwe parastinkirinê, bang û peyama Rêber Apo jiyanî bikin.”
-

Ji 18’ê Adarê heta niha li Xezayê 322 zarok hatin qetilkirin
UNICEF diyarkir ku Îsraîl agirbest betal kir û ji 18’ê Adarê heta niha li Xezeyê di êrişên Îsraîlê de herî kêm 322 zarok hatine qetilkirin.
-

Ji kampanya ‘Ji darvekirinê re na’ ji bo Werîşe Muradî bang
Kampanya ‘Sêşema Na ji bo Cezayê Darvekirinê’ ragihand ku dosya Werîşe Muradî li Dadgeha Bilind a Îranê ye û metirsiya darvekirina wê heye. Kampanyayê bang li tevayî azadîxwaz û malbatên girtiyan kir ku nerazîbûn nîşanbidin.
-

HRW derbarê Zeyneb Celaliyan, Werîşe Mûradî û Nêrgîz Mihemedî de agahî da
Rêxistina Şopandina Mafê Mirovan a Navnetewî ragihand ku gefa vegerandina Nêrgiz Mihemedî ji bo girtîgehê dikin û hate gotin: “Rewşa girtiyên siyasî Zeyneb Celaliyan, Werîşe Mûradî jî xirab e.”
-

‘Berxwedana jinan, wê hebûna civak Filistînê biparêze’
Jinên Tûnisê, diyarkirin ku ew destekê didin sekna li dijî koçkirina bi zorê ya jinên li Xeza û gotin: “Li dijî koçkirina bi zorê, mafê berxwedanê heye, berxwedanan jinan, wê hebûna civaka Filistînê biparêze.”
-

Newaya Jin bi berga “Zayîna 3’yemîn ronesansa jinan e” derket
Hejmara rojnameya Newaya Jin a 241’emîn ku sala xwe ya 20’emîn pêşwazî dike, bi berga “Zayîna 3’yemîn ronesansa jinan e” derket.
-

Cejna Akîto: Daxwaza Aşûriyan misogerbûna mafan e
Pêkhateyên Aşûrî yên cejna Akîto (6775) pîroz dikin, anîn ziman ku hêviya wan di vê cejnê de aştî û aramî ye û banga ‘divê di destûra Sûriyeyê de mafê hemu pêkhateyan misoger bibe’ dan.
-

Jinên Suweydayê bi hunera xwe pirsgirêkên xwe vedibêjin
Jinên li Suweydayê, bi performansên xwe yê şano û muzîkê ku peyam dide civakê, zoriyên ku jin di civakê de dijîn diteyîsînin.
-

Jin ji bo mafên xwe li qadan e: Jinên Kurd tovên berxwedanê reşandin
Ji EŞÎK’ê Ozgul Kapdan anî ziman ku li kolanan berxwedana jinan hêviyê dide û destnîşan kir ku tovên têkoşîna Tevgera Jinên Kurd îro li Stenbolê şîn dibin.
-

Yekîtiya Jinên Êzidî Cejna Ekîto pîroz kir
Yekîtiya Jinên Êzidî bi wesîleya Cejna Ekîto peyamek weşand û ev cejn li gelên Suryan, Aşûr û Kildanî pîroz kir.
-

Li Şengalê artêşa Îraqê li dîwarê berxwedanê qelibî
Artêşa Îraqê ya ku bi rêya binçavkirina şervanên YBŞ’ê xwest provakasyonan çêke, rastî berxwedana gelê Şengalê hat û neçar ma ku paşve gav bavêje. Jinan di vê berxwedanê de pêşengî kir û pirsa ‘di dema êrîşa DAÎŞ’ê de hûn li ku bûn?’ kir.
-

Hejmara kesên li Xezayê hatin qetilkirin bû 50 hezar û 375
Di êrişên Îsraîlê yên li dijî Xezeyê de hejmara kesên hatine qetilkirin derket 50 hezar û 357 kesan. Her wiha 114 hezar kes jî birîndar bûn.
-

Abdullah Ocalan: Xwedîderketina li bangê silav dikim
Abdullah Ocalan, ev peyam şand: "Di Newrozê de gelê me bi coşeke mezin xwedî li Banga Aştî û Civaka Demokratîk derket. Ez vê xwedîderketinê silav dikim. Ez Newroz û Cejna Remezanê ya gelê me pîroz dikim."
-

Li Myanmarê hejmara kesên jiyana xwe ji dest dane 2 hezarî debas kir
Li Myanmarê ji ber erdheja ku roja Înê qewimî zêdetirî heta niha 2 hezar kes jiyana xwe ji dest da.
-

Ji PAJKê banga 4'ê Nîsanê
PAJK'ê rojbûna 76'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got, "Çawa ku her sal em dikin, îsal jî em ê bi çandina şitlên nû xaka xwe, xwezaya xwe geş bikin û xwezaya xwe ya civakî jî bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo şîn bikin."
-

'Jinên Tûnisê rojê herî kêm carek rastî tundiyê tên’
Rêvebera navenda qurbaniyên tundiyê ya parêzgeha El-Qasrîn a Tûnisê Seyîda Nasrî diyar kir ku tundiya li ser jinan bi taybetî li herêmên hundirîn ji ber hişmendiya mêrsalarî zêde dibin.
-

‘Guhertina mufredata xwendinê ya Sûriyeyê xwedî armancên birdozî ne’
Guhertina mufredatên perwerdeyê li Sûriyeyê, jêbirin û zêdekekirina hin mufredatên din gelek fikar ji bo Sûriyan ava kir. Ev guhartin di çarçoveyek siyasî bi pîvanên birdozî yên ku dê bandorê li pêşeroşa gelê Sûriyeyê bike, hatin çêkirin.
-

Jinên Êzidî ji bo 4’ê Nîsanê dar çandin
Jinên Êzidî bi boneya 4’ê Nîsanê ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Baxçê Dayê Erzan a Şengalê dar çandin.