rojane
-

Di Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya Mexmûrê de pêşbirkên werzîşî
Di çarçoveya 17’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ya li Wargeha Penaberan a Mexmûrê de pêşbirkên werzîşî bi coşek mezin pêk hatin.
-

Ji KJK’ê daxuyaniya 4’ê Nîsanê
KJK’ê bi daxuyaniyekê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û got: “Em xaka qedîm a Amarayê bikin sembola azadiyê. Jin û ciwan divê li warê jidayikbûna Rêber Apo ber bi azadiyê ve bimeşin û vejînê bi rizgariyê re bikin yek.”
-

TJK-E’yê banga tevlibûna çalakiyên 4’ê Nîsanê kir
TJK-E'yê ji bo çalakiyên li Ewropayê yên pîrozkirina rojbûna 76'an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan banga tevlibûnê kir.
-

Pîrozbahiyên Newrozê li Rojhilatê Kurdistanê didomin
Îsal cara yekem bû li Gundê Bruşaw a herêma Bîcar Gerûs a Rojhilatê Kurdistanê agirê Newrozê hat vêxistin. Bi hezaran kes li seranserî Rojhilat û Rojavayê Îranê û herêmên din, beşdarî şahiya Newrozê bûn. Gelek kes 18 kîlometre meşiyan û hatin şahiyê.
-

Jinên di riya Amarayê de gotin: Em ê bangê mezin bikin
Jinên ku tevlî meşa li Amarayê bibin gotin; “Em ê bi deng û rengê xwe li Amarayê bin. Em ê xwedî li aştiyê derbikevin.”
-

Şandeya jinên enternasyonal serdana gora Lêgerîn Çiya kir
Şandeyek ku ji sê jinên enternasyonal pêk tê serdana Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê kir. Şandeyê di heman demê de serdana gora şehîdê enternasyonal Lêgerîn Çiya jî kir.
-

Karkerên jin ên Tunisî bi neheqî û newekheviyê re rû bi rû ne
Karkerên jin ên paqijiyê ku li Qesrîna Tûnisê dijîn, bi heqdestek kêm dixebitin. Jinan diyar kir ku di serî de destdirêjî û heqaret, gelek pirsgirêkan dijîn lê ruxmê van rewşan gilî dikin jî encamen nagirin.
-

‘Hevgirtina jinan wê yekîtiya neteweyî ya Kurd xurtir bike’
Endama Koordînasyona Kongra Star Elîf Hemo diyar kir ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo jinan ronesanseke nû ye û anî ziman ku divê jinên Kurd li Sûriyeyê ji bo yekitiya neteweyî berpirsyariyê bigrin.
-

‘4’ê Nîsanê roja vejîn û zayîna mirovahiyê ye’
Jinên ji bajarê Kobanê ku hestên xwe yên li ser rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan anîn ziman, diyar kirin ku dixwazin di 4’ê Nîsana 2026’an de rojbûna wî bi wî re li Kobanê pîroz bikin.
-

Li dijî tecrîdê çalakiya nobetê ya li Mexmûrê didome
Çalakvanên Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi biryardariyek xurt ev saleke zêdetire di çalakiya nobetê ya bi armanca mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de ne. Çalakî bi dewirgirtina koma 122’emîn didome.
-

Li Şengalê semînera ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’
Di çarçoveya kampanyaya ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ de û bi nêzhatina 4’ê Nîsanê li gundê Dohlayê semîner hat dayîn. Di semînerê de hat gotin ku 4’ê Nîsanê roja vejîn û nûbûnê ye.
-

Ji bo Werîşe Mûradî kampanya hashtagê tê destpêkirin
Ji bo piştgiriya bi Werîşe Mûradî re dê sibê li ser medyaya dijîtal, kampanya hashtagê were destpêkirin.
-

Dayikên şervanên YBŞ’ê dest bi çalakiya rûniştinê kirin
Dayikên şervanên YBŞ’ê ku di 18’ê Adarê de di encama kemîna artêşa Iraqê de bi birîndarî hatibûn girtin, li ber navenda îstîxbaratê ya li Şengalê çalakiya nobetê destpêkirin.
-

160 malbatên din ji Kampa Holê vegeriyan Iraqê
Hat ragihandin ku îro 160 malbatên Iraqî ku hejmara wan 600 kesin, ji Kampa Holê ya li Rojavayê Kurdistanê vegeriyan Iraqê.
-

Navê Jîna Emînî li eywana saziyeke dîrokî ya Lozanê hat kirin
Navê Jîna Emînî ku di sala 2022’yan de ji aliyê hêzên Îranê ve piştî binçavkirinê hat qetilkirin li eywana konferansa Mala Gel (Maison du Peuple) hat kirin.
-

Meşa ber bi Amara ve destpê kir: Em ê aştî û azadiyê biqêrin
Jinên ciwan ên ku beşdarî meşa ber bi Amara ve ku bi dirûşmeya “Bi civaka demokratîk em ber bi azadiyê ve dimeşin” ku wê çar rojan dom bike bûne, gotin: “Em ê li Amara aştî û azadiyê biqêrin.”
-

Jinên li Xezayê hêviyê ji nû ve şîn dikin
Yasemîn Salha ya li Xezayê dijî û di mercên giran ên ji ber şer çêbûne de li ber xwe dide, dibêje: “Em tu carî dest ji xwe bernadin. Em hildiberînin û bi hemû hêza xwe têdikoşin. Ev ax ên me ne em ê li vir bijîn.”
-

Li Mexmûrê 17’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê didome
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 17’emîn Mîhrîcana 4’ê Nîsanê ku ji aliyê Qada Perwerdê ve tê amadekirin bi vekirina pêşangeha wêneyan û berhemên dest didome.
-

Li Xana Axparê jîngeha zindiyan di bin xeterê de ye
Şêniyên gundê Xana Axpar a navçeya Çinar a Amedê, li hember daxwaza çêkirina kana qûmê ya li qada daristanê nerazîbûna xwe anîn ziman û xwestin ku proje bê betalkirin.
-

Rûken Ehmed: Bi yekitî û hevgitinê em ê rê li cîhadîstan bigirin
Endama têkilî û tifaqên siyaseta demokratîk a Kongra Star Rûken Ehmed têkildarî geşedanên li Sûriyeyê axivî û destnîşan kir ku ew ê bi yekîtî û hevgirtinê rê li cîhadîstan bigirin.