rojane
-

Li Wargeha Mexmûrê Mîhrîcana 4’ê Nîsanê dawî bû
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê bi awayekî girseyî 4'ê Nîsanê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bi mehrîcanekê hat pîroz kirin, bi dawî bû.
-

Hejmara kesên di erdheja Myanmar de jiyana xwe ji dest dane zêde dibe
Hejmara kesên di erdheja Myanmar a ku bi pileya 7,7 û 6,4 çêbûye de jiyana xwe ji dest dane giha 3 hezar û 471 kesan.
-

Di êrîşa li dijî Yemenê de sê jinên ciwan birîndar bûn
Li herêmên şer ên Yemenê yek din jî li binpêkirinên ku sivîlan dike hedef, zêde bû. Li Taîzê di encama êrîşê de 3 jinên ciwan birîndar bûn.
-

Tulay Hatîmogûllari: Pêvajoya guftûgoyê bêyî guftûgoyê nabe
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari bal kişand ser çareseriya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daniye holê û got: “Pêvajoya guftûgoyê bêyî guftûgoyê nabe.”
-

Şerîfe Mihemedî: Divê em bi hêvî bijîn
Girtiya siyasî Şerîfe Mihemedî diyar kir ku 3 meh in hêzên Îranê nahêlin di girtîgehê de bi girtiyên din ên jin re were ba hev û got: “Vaye bihar hatiye û tu zivistanek wê heta hetayî berdewam neke divê em bi hêvî bijîn.”
-

Li Xezayê zarokên nexweş bi mirinê re rûbirû ne!
UNICEF’ê diyar kir ku li Zîvala Xezayê ji ber dorpêça Îsraîlê, zarokên di warê kêmxariniyê de derman dibînin, ji ber ku navendên tendrustiyê hatin girtin, di bin xeterê de ne.
-

JINNEWS: Di meha Adarê de 24 jin hatin qetilkirin
Li gorî çeteleya tundiyê ya JINNEWS’ê di meha Adarê de 24 jin û 4 zarok hatine qetilkirin, 14 jin û zarokekan jî bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dane.
-

Hejmara dawî ya Kovara Jinê derket
Hejmara 110'emîn a Kovara Jin bi sernavê "Hêza Berxwedana Exlaq û Estetîk" derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

Jinên Tûnisî bi rehbera perwerdeyê mafên xwe hîn dibin
Komeleya Çanda Tûnisê, ji bo di warê tendrustiya zayendî û zayînê de zanînê zêde bike, rehbereke perwerdeyê weşand. Mabrouka Bouzidî ku sûd ji vê rehberê giritye got ku ew bi xizmetên komeleyê û agahiyên di rehberê de êdî mafên xwe dizanin.
-

Ji şahiya 4'ê Nîsanê ya Kobanê: Serkeftin bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e
Jinên bajarê Kobanê ku beşdarî pîrozbahiya 4'ê Nîsanê ya rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûne dibêjin: "Serkeftin bi azadiya fîzîkî ya Rêber Apo pêkan e. Ev sal dê bibe sala azadî û aştiyê."
-

Şandeya Nemsayê serdana Mala Jin û Meclîsa Edaleta Jin kir
Di serdana şandeya Nemsayê ku ji siyasetmedar, rojnamevan, hunermend û aktivîstan pêk tê ya li Rojava de, jinan balkişand ser zagonên derbarê jinan de û gotin ku pêwîstiyên wan zagonan jî nehatine bi cih anîn.
-

Parêzer Ebru Akkal: Divê ji bo Mafê hêviyê sererastkirin bên kirin
Sekretera Giştî ya OHD’ê parêzer Ebru Akkal diyar kir ku tecrîda li Îmralî didome û got: “Divê bê derengmayîn ji bo avakirina şertên ku birêz Ocalan bikaribe rola xwe bilîze û mafê hêviyê sererastkirinên zagonî bên kirin.”
-

‘Li Antakyayê jin di mercên pir dijwar de dijîn’
Di 6’ê Sibata 2023’yan de bi erdheja mezin a Mereşê re bajarê Antakyayê serûbin bû. Rêvebera Komeleya Piştevaniya Erdhejê ya Antakyayê Hulya Kavuk, destnîşan kir ku ji wê rojê ve heta niha birînên ji ber erdhejê çêbûne derman nebûne.
-

4 sal cezayê girtîgehê li Wîda Mihemedî hate birîn
Rexistina Komeleya Mafê Mirovan a Kurdistanê ragihand ku li Tahranê 4 sal cezayê girtîgehê li çalakvan Wîda Mihemedî hatiye birîn û kel û pelên wê jî hatine desteserkirin.
-

Îran di meha Adarê de 2 jê jin 8 Kurd darvekir
Komeleya Mafên Mirov a Kurdistanê, ragihand ku di meha Adarê de 2 ji wan jin 8 welatiyên Kurd li Îran û Rojhilatê Kurdistanê hatine darvekirin.
-

Girtiyên Belûc berdana bi şertê bidawîkirina çalakiyan red kirin
Li Pakistanê berdana bi şertê ji bo bidawîkirina çalakiyan, ji aliyê endama Yekitiya Belûc a girtî Mehrang Belûc û girtiyên din ve hat redkirin. Li welat çalakiyên welatiyên Belûc li dijî zext û tundiyê didomin.
-

Êrişî nivîskara muxalif a Îranî Mehregan Namavar kirin
Nivîskara Îranî Mehregan Namavar a ku bi nasnameya xwe ya muxalîf tê naskirin bi êrîşê re rû bi rû ma. Nivîskara ku bi giranî birîndar bû rewşa wê giran e.
-

Xizmên Windayan di hefteya 843'yemîn a çalakiya xwe de hatin ba hev
Di çalakiyên şermezarkirinê yên bi daxwaza dîtina windayan û darizandina kiryaran de, ji bo rûbirûbûna û aştiya civakî bang li hikûmetê hat kirin.
-

Binpêkirina li dijî sivîlên li gundên Taîzê hat belge kirin
Komîsyona Lêpirsînê ya Neteweyî di serdana xwe ya duyemîn a qadê de 340 bûyerên binpêkirina mafên sivîlan li navçeya Hayfan a li başûrê Taîzê ku giredayê Ezzat Al-Ahkum e belge kir û diyar kir ku bi dehan kes mexdûr bûne.
-

Dayikên Şemiyê li aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn
Dayikên Şemiyê di hefteya 1045'an de li Qada Galatasarayê ya ku ji hêla polîsan ve hatî dorpêçkirin li aqûbeta Talat Turkoglu pirsîn û gotin: "Çi hat serê hezkiriyên me yên hatin binçavkirin? Em carek din banga pêkanîna edaletê dikin."