Rojnameger û nivîskarên girtî serbest hatin berdan
Rojnameger û nivîskarên ku di çarçoveya lêpirsîna li Eskîşehîrê de li Amedê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, serbest hatin berdan. Lê tê payîn ku kesên li Stenbolê hatin binçavkirin îro derkevin pêşberî dozgeriyê.
Navenda Nûçeyan- Li Amed, Şirnex, Dêrsim, Bedlîs, Riha, Stenbol, Enqere, Îzmîr, Çanakkale û gelek bajarên din di 26’ê Mijdarê de di serdegirtina malan de rojnameger û nivîskar jî di nav de gelek kes hatin binçavkirin. Gelek kesên ku di çarçoveya lêpirsînên ku ji aliyê dozgeriyên bajarên cuda ve hatin destpêkirin de hatin binçavkirin hê jî girtî ne.
Di çarçoveya lêpirsînê de bi navên cuda biryara binçavkirinê jî heye. Li ser talîmata Serdozgeriya Komarê ya Eskîşehîrê ya ku lêpirsîn da meşandin, biryar hat dayîn îfadeyên rojnameger û nivîskarên Amedê bên girtin. Piştî îfadeya kesên ku duh li midûriyeta polîsan hatibûn binçavkirin temam bû, dozgeriyê ji bo îfadeyê sewqî Edliyeya Amedê kir.
Koordînatorê Pirtûkakurdî Baver Yoldaş û Fîgen Mamedoglu Alp ên ku îfadeya wan bi Sîstema Agahdariya Deng û Dîmenê (SEGBÎS) hatibû girtin, hatin berdan. Seroka Cemiyeta Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) Roza Metîna, karîkaturîst Dogan Guzel, nivîskar-wergêr Omer Barasî û Berfîn Atli bi daxwaza kontrola edlî sewqî dadgehê hatin kirin. Kesên ku bi daxwaza kontrola edlî sewqî edliyeyê hatin kirin hatin berdan.
Ceyhun Tagu, Abdurrahman Aydin, Ahmet Hicrî Îzgören, Emrah Kelekçîler û Ahmet Sûmbûl ên ku ji dozgeriyê bi daxwaza girtinê sewqî dadgehê hatin kirin jî ji aliyê heyeta dadgehê ve hatin berdan.
Tê payîn ku kesên li Stenbolê hatin binçavkirin û anîn Eskîşehîrê îro derkevin pêşberî dozgeriyê.