rojane
-

‘Jin bi berxwedaniya xwe planên dagirkeriyê vala derdixin’
Endama Koordînasyona Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Dêrazorê Hedîl Muhemed li ser berxwedana li Bendava Tişrînê got: “Jin li Bendava Tişrînê bi berxwedana xwe sekneke dîrokî nîşan didin û planên dagirkeriyê vala derdixin.”
-

Aktîvîsta Tûnisî: Em destek didin têkoşîna jinên Kurd
Seroka Komeleya Jinên Demokratîk a Tûnisê Racâ Duhmânî, diyar kir ku bi taybetî destekê didin jinên Kurd ên li Sûriyeyê û Îraqê têkoşîna azadî û rûmetê dimeşînin.
-

TJA bi gotinên ‘Dê ev sal bibe sala azadiyê’ 8’ê Adarê pêşwazî dike
TJA’yê starta 8’ê Adarê da û di çarçoveya çalakiyan de dê li tax û fabrîkayan hevdîtin bi jinan re çêbibin. Endama TJA’yê Ozlem Başari sala 2025’an bi gotinên “Ev sal dê bibe sala azadiyê” nirxand û got: “Em bi hêza xwe ya xweser li qadan in.”
-

Fermandara YPJ’ê: Li dijî her cûre êrişan em ê têkoşîna xwe bidomînin
Endama Konseya Leşkerî ya YPJ’ê Kurdistan Dêrik destnîşan kir ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên girêdayî wî, zarok, pîr, kal, jin û ciwanan dikin hedef û wiha got: “Li dijî her cûre êrişan, em ê têkoşîn û berxwedana xwe bidomînin.”
-

Li Şengalê çalakiya jinan a ji bo azadiya fîzîkî ya Ocalan didome
Çalakiya nobetê ya ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan li navenda Şengalê hatiye destpêkirin, di roja xwe ya duyemîn de bi deng, tilîlî û stranên bi dehan jinan berdewam kir.
-

Ji Tora ‘SÎHA’ banga lezgîn: Jinên Sûdanê tên qetilkirin
Tora ‘SÎHA’ ya ku bang li saziyên navnetewî kir, da zanîn ku di demên dawî de qetilkirin û destdirêjiya li hember jinên Sûdanê zêde bûye û xwest tavilê dorpêça li Darfûrê bê rakirin.
-

Meclîsa Jinên Sûriyeyê rola jinan a di Sûriyeya nû de nîqaş kir
Di panêla Meclîsa Jinên Sûriyeyê de hat destnîşankirin ku pêwîst e îradeya jinan di nav dewletê de bê temsîlkirin.
-

Li Îran û Rojhilatê Kurdistanê tundiya mêran: 19 jin û 9 zarok hatin qetilkirin
Di van mehên dawî de li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê 19 jin û 9 zarok hatin kuştin. Her wiha 13 jin û 2 zarok bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest dan.
-

Li Deraa gorek komî hat dîtin
Li herêma Deraa gorek komî hat dîtin û tesbît bû ku di nav de jin û zarok hene. Tê texmînkirin ku zêdetirî 50 cenaze di gora komî de hene.
-

Jinên Sûriyeyê: Sûriye welatê Ereban tenê nîn e
Jinên Sûriyeyê ji pêkhateyên Çerkez û Durzî diyar kirin ku Sûriye welata Ereban tenê nîn e, pêkhate û mezhebên cuda lê hene. Ji ber vê yekê divê komara Sûriyeyê ya ku mafên hemû pêkhateyan biparêze were avakirin.”
-

Hejmara nû ya Kovara Jin derket
Hejmara nû ya Kovara Jin bi berga “Bi zimanê zikmakî ber bi azadiye ve” derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

TAJÊ hashtaga ‘Qanûna Efûyê ya ji bo DAIŞ’ê bide rawestandin’ vedike
TAJÊ ji bo pêşîgirtina xetereyên yasayên ku ji aliyê parlamentoya Îraqê ve hat erêkirin û ji bo avakirina bihîstiyariyeke navnetewî, îşev bi etîketa ‘Qanûna Efûyê ya ji bo DAIŞ’ê bide rawestandin’ hashtagek vedike.
-

Aktivîsta Filîstînê: Ev der welatê me ye, em li vir in û em ê li vir bin
Aktîvîsta siyasî ya Filîstînê Nesrîn Abu Amra bal kişand li ser polîtîkayên ku tê xwestin Filistinî dev ji axa berdin û got ku jin di pêyam û sekna “Ev der welatê me ye, em li vir in û em ê li vir bin” de bi biryar in.
-

Dewleta Tirk qada perwerdê hedef digire: 6 dibistan hilweşiyan
Li kantona Firatê di encama êrişên dewleta Tirk de 6 dibistan rûxiyan, 18 xwendekar û mamoste jî di êrişên cûda de jiyana xwe ji dest dane. Her wiha 150 dibistan jî ji ber êrişan nekarî perwerdeyê bidomîne.
-

‘Jinên li Îranê bi pira xwişkîtiyê bi jinên Tirkiyeyê re dilsoz in’
Endama Platforma Jinan a Enqereyê Buse Uçer, diyar kir ku cezayê darvekirinê yê li rojnameger Pexşan Ezîzî hatiye birîn û zextên dewleta Îranê, bandorê li jinên Tirkiyeyê dike û bal kişand ser girîngiya avakirina tora piştgiriya bi jinên Îranê re.
-

Jinên Aşûrî yên ji destê DAIŞ’ê rizgar bûn: Ferqa DAIŞ’ê û dewleta Tirk tuneye
Jinên Aşûrî yên ku tevî temenê xwe yê mezin di 23’ê Sibata 2015’an ve ji aliyê çeteyên DAIŞ’ê de hatibûn revandin, gotin ku di navbera DAIŞ’ê û dewleta Tirk de ferq tuneye û banga darizandina DAIŞ’ê û dewleta Tirk kirin.
-

TJA li Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê da
TJA, li bajarê rojnameger Cîhan Bîlgîn a hat qetilkirin Midyadê starta çalakiyên 8'ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê da. Jinan pankarta “Raperîna me li dijî kuştina jinê ye. Meşa me ber bi Rojevê ve ye” vekirin.
-

Dayikên Şemiyê aqûbeta Mûrat Yildiz pirsîn
Li Qada Galatasarayê Aqûbeta Mûrat Yildizê ku di sala 1995'an de li Îzmîrê di bin çavan de hatî windakirin hat pirsîn.
-

Kombûna Jinan a Zenûbiya ji bo Pexşan, Werîşe û Şerîfe bang kir
Kombûna Jinan a Zenûbiya bang li civata navneteweyî û rêxistinên hiqûqî kir ku li hemberî cezayên li dijî Pexşan Ezîzî, Werîşe Mûradî û Şerîfe Mihemedî bisekinînin û ji bo rizgarkirina wan bikevin nava tevgerê.
-

Jinên Êzidî ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan di nobetê de ne
Ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê Tevgera Azadiya Jinên Êzidî li navenda Şengalê çalakiya nobetê hat destpêkirin. Çalakî dê sê rojan berdewam bike.