Dayîkên Şemiyê: Bêcezatî berdewam dike, em edaletê dixwazin

Dayîkên Şemiyê di hefteya 1114’emîn de doza Mehmet Ertak ê ku di sala 1992’an de li Şirnexê di binçav de hatibû windakirin anîn rojevê. Tevî hemû şahid, belge û biryara DMME’yê jî bal kişandin ser domandina bêcezatiyê û daxwaza edaletê kirin.

Stenbol – Dayîkên Şemiyê, ji bo daxwaza bersivên li ser çarenûsa xizmên xwe yên ku di binçav de winda bûne û daxwaza darizandina sûcdaran bikin, di hefteya 1114’emîn a xwepêşandanên xwe de li Qada Galatasarayê kom bûn. Xwepêşandana vê hefteyê li ser çarenûsa Mehmet Ertak ku di 18’ê Tebaxa 1992’an de li Şirnexê hate binçavkirin, pêk hat.

Gelek xizmên windayan û parêzvanên mafên mirovan beşdarî xwepêşandanê bûn, wêneyên kesên ku di binçav de winda bûne û hatine kuştin, digel qurnefîlan hilgirtin. Daxuyaniya çapemeniyê ji hêla Hevseroka Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) Oya Ersoy ve hate xwendin.

Çîroka Mehmet Ertak

Oya Ersoy diyar kir ku Mehmet Ertak, dema ku li gundê Rezukê yê ku li wir dijiya wekî karker dixebitî, berê du caran hatiye binçavkirin û îşkenceyên giran lê hatine kirin. Oya Ersoy bi bîr xist ku Mehmet Ertak di 18’ê Tebaxa 1992’yan de, dema ku bi sê xizmên xwe re ji kar vedigeriya, li navendeke kontrolê ya ku ji aliyê polîsên bi cilên fermî ve hatibû danîn, hatiye binçavkirin. Oya Ersoy ragihan ku her çend rapora binçavkirinê hatiye amadekirin jî, ji malbata wî re hatiye gotin ku tu binçavkirineke wisa çênebûye.

Oya Ersoy bi bîr xist ku bavê wî Îsmaîl Ertak, gilînameyek daye dozgeriyê, diyar kir ku di dozê de gelek şahid hene û wiha pê de çû: “Sê şahidan îfade dan ku Mehmet Ertak hatiye binçavkirin û 6 şahidan jî diyar kirin wan dîtiye ku ew di binçav de rastî îşkenceyê hatiye. Her wiha ji aliyê hinek kesan ve hat diyarkirin ku di heman hucreya ragirtinê de mane. Parêzer A.D. ku yek ji kesên hatine binçavkirin e, diyar kir ku ew pênc rojan bi Mehmet Ertak re di heman hucreya ragirtinê de maye û îşkence lê hatiye kirin. Bûyer bi rêya pirsên parlementoyê ji Parlamentoya Tirkiyeyê re hatiye ragihandin. Lê belê tevî hemî şahid û belgeyan, malbat di her serlêdanê de rastî redkirinê hatiye.”

Oya Ersoy, daxuyaniyên piştî salan ên ji hêla personelên JÎTEM’ê Murat Îpek ve hatine dayîn bi bîr xist û wiha got: “Murat Îpek diyar kir ku wan Mehmet Ertak bi fermana Serokê Polîsê Şirnexê Necatî Altuntaş û Serokê Şaxa Têkoşîna Dijî Terorê Mehmet Kaplan kuştine û veşartine. Her wiha diyar kir ku kuştin, bi agahdariya Waliyê Rewşa Awarte yê wê demê Ûnal Erkan hatine kirin.”

‘DMME dewletê berpirsyar dike’

Oya Ersoy diyar kir ku malbatê piştî ku bi rêyên hiqûqî yên navxweyî encam negirtin, serî li Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) daye. Wê bi bîr xist ku ofîsa parêzer Tahîr Elçî ku serlêdan amade kiriye, rastî serdagirtina polîsan hatiye, dosyayên dozê hatine desteserkirin û Elçî di dema binçavkirinê de rastî îşkenceyê hatiye.

Ersoy got ku tevî hemû zextan jî, serlêdan hatiye kirin û wiha pêl da daxuyaniyê: “DMME’yê biryar da ku delîlên di dosyayê de bi awayekî bê guman nîşan didin ku Mehmet Ertak hatiye binçavkirin, di encama îşkenceyê de miriye û dewlet ji mirina wî berpirsyar e. Dadgehê bi yekdengî Tirkiye ji ber binpêkirina mafê jiyanê mehkûm kir. Di salvegera 34’emîn a windabûna Mehmet Ertak di binçavkirinê de, em careke din bang li rayedarên dadwerî û siyasî dikin ku erkê xwe bicîh bînin. Erka xwe ya ji bo lêpirsîn û darizandinek bi bandor a derbarê windabûna Mehmet Ertak di binçavkirinê de bicih bînin.”

‘Em nikarin serdana gora bavê xwe bikin’

Di daxuyaniyê de, nameyek ku ji hêla kurê Mehmet Ertak Servet ve hatibû şandin, ji hêla endamê Lijneya Rêveber a IHD (Komeleya Mafên Mirovan) Hasan Yaviç ve hate xwendin. Servet Ertak diyar kir ku piştî windabûna bavê wî ya di binçav de, wî jinek xemgîn, çar zarokên xwe û jiyanek kurt li dû xwe hişt û got: “10 sal derbas bûn. Salname guherîn, nifş mezin bûn, lê benda me qet bi dawî nebû. Em li benda lêdana derî, nûçeyan, qet nebe eşkerekirina rastiyê bûn. Em nikarin serdana gora bavê xwe bikin. Em nikarin ji bo wî dua bikin. Zarokatiya me bi tunebûna wî derbas bû. Dayîka me hem şîn da me û hem jî me mezin kir. Lê divê tu zarok bêyî ku çarenûsa bavê xwe bizanibe, mezin nebe û divê tu dayîk jiyana xwe bêyî ku bizanibe hevjînê wê li ku ye, derbas neke.”

‘Em dixwazin bizanin çi hatiye serê bavê me’

Servet Ertak tekez kir ku ew rastî û edaletê dixwazin, ne tolhildanê û wiha bi dawî kir: “Em dixwazin bizanin çi hatiye serê bavê me, kesên berpirsyar li ber qanûnê hesab bidin û careke din kes di binçav de neyê windakirin. Ev têkoşîna bi rûmet a ku Dayîkên Şemiyê bi salan e dimeşînin ne tenê têkoşîna ji bo windayan e. Ew têkoşîna ji bo edalet, rastî û rûmeta mirovan e. Îro, em careke din diqîrin: Mehmet Ertak li ku ye? Heta ku rastî eşkere bibe û edalet ser bikeve, em ê navê bavê xwe bi bîr bînin, li wî bigerin û bibin dengê wî.”

Piştî daxuyaniyê, qirnefîl li meydanê hatin danîn.