rojane
-

MKG ji bo rojnameger Perîhan Sevda Erkilinç daxuyanî da
MKG’ê ji bo rojnameger Perîhan Sevda Erkilinç daxuyanî da û got: "Divê dawî li pêkanînên cudakar û xemsar ên li dijî hemû girtiyên nexweş ên di girtîgehê de were anîn.” MKG xwest xwestin Perîhan Sevda Erkilinç tavilê were berdan.
-

Ji NADA’yê bang: Divê sûcên li dijî jinan ên di dema şer de bên lêkolînkirin
Hevpeymaniya NADA bi boneya Roja Dijî Tecawîza Di Dema Şer de, bang kir ku lêkolînek bi her alî ve li ser vê diyardeyê bi taybet sucên di dema şerê çeteyên DAIŞ’ê li Iraqê, Sûriye, Sûdan û Xezayê hatî pêkanîn, were kirin.
-

Pevçûnên Îsraîl û Îranê didome: 4 welat dê li Cenevreyê bicivin
Wezîrê Derve yê Îranê Ebas Arakçî dê îro li Cenevreya Swîsreyê bi wezîrên derve yên Brîtanya, Fransa û Almanya ku wekî E3 têne zanîn, re bicive.
-

‘Li Sûriyeyê di 24 saetan de 24 kes hatin kuştin’
Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR), ragihand ku di 24 saetên dawîn de 24 kes di bûyerên cuda de hatine kuştin.
-

Parêzvanên mafên jinan ên Mexribî di qada dîjîtal de dibin hedef
Li Mexribê, parêzvanên mafên jinan dibin hedefa nû ya tundiya dîjîtal. Jinên ku li ser medyaya dîjîtal nerînên xwe tînin ziman, bi heqaret, gef, heqaret û kampanyayên lîncê yên dîjîtal tên bêdengkirin. Parastina yasayî hîn jî ne bes e.
-

Li Reqayê muzeya ku dema DAIŞ’ê vedibêje hat vekirin
Di muzeya ku li Reqayê ji aliyê Rêveberiya Xweser a Bakur Rojhilatê Sûriyeyê ve hat vekirin de tiştên DAIŞ’ê di dema dagirkirinê de li Reqayê kirine hatine qeydkirin. Wêne û amûrên înfazê bandorên wê demê li ser gel çêbûne nîşan didin.
-

Krîza aborî ya Lîbyayê: Di nava polîtîkayên bêserûber de ye
Di nava zêdebûna pirsgirêkên aborî û siyasî de Lîbya piştî biryarên dawî yên ku bûne sedema rexne û fikaran, bi pêleke nû ya fikarên raya giştî re rûbirû ye.
-

Hulya Alokmen: Qîrîna aştiyê ya jinek ji bo tevahî jinên cîhanê ye
Endama TJA’yê Hulya Alokmen, bi gotinên “Dengê ku jinek ji bo mafên xwe, ji bo aştiyê derdixe, qîrîna wê ne tenê ji wê ye, ji bo hemû jinên cîhanê ye” bal kişand ser têkoşîna hevpar a jinên Kurd û femînîst.
-

Li dijî tecrîdê Çalakiya Nobetê didome
Çalakvanên çalakiya nobetê ya wargeha penaberan a Mexmûrê bi biryardariyeke xurt, ev nêzî du salane ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah di çalakiyê de ne.
-

Ji lêpirsîna HDK’ê du tehliye
Di rûniştina yekem de biryar hat dayîn ku Dîlek Posl û Kardelen Taş, ku di çarçoveya lêpirsîna HDKê de bi sûcê ‘endamtiya rêxistinê’ dihatin darizandin, bên berdan.
-

Rehan Bayik jiyana xwe ji dest da
Dayika yek ji kadroyên pêşeng ên PKK’ê Cemîl Bayik, Rehan Bayik wefat kir.
-

Li Îranê înternet qut bû: Gel bi reşkirina agahiyan re rû birûyî ye
Piştî êrîşên Îsraîlê, li Îranê pirsgirêka înternetê derket. Kar û barên banqeyê rawestiyan, li welat hewl tê dayîn ragihandina agahiyan bê astengkirin.
-

Di êrîşên Îsraîlê de li Xezayê 29 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşên artêşa Îsraîlê yên di saetên sibehê de li herêmên cuda yên Zîvala Xezayê, herî kêm 29 Filistîniyan jiyana xwe ji dest dan, hejmarek zêde kes jî birîndar bûn.
-

Ji Tevgera Şemiya Mor hişyarî: Jinên Efgan ên li Îranê di xeterê de ne
Tevgera Şemiya Mor, aşkera kir ku piştî êrîşên ku Îsraîlê li hember axa Îranê destpê kir, bi taybetî malbatên penaber ên Efgan ku li Tehranê dijîn, di rewşeke krîtîk de ne.
-

Konferansa Jinên Kurd wê li Amedê were lidarxistin
Platforma Yekitiya Jinên Kurd wê di 21-22 'ê Hezîranê de li Amedê 3’yemîn Konferansa xwe bi dirûşma “Bi yekitiya jinên Kurd, ber bi yekitiya neteweyî ve” li dar bixe.
-

Ayşegul Dogan: Divê Serokê Meclisê êdî tiştên pêwîst bike
Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got: “Divê birêz Kurtulmuş êdî tiştên pêwîst bike, bi partiyên siyasî re vê mijarê nîqaş bike. Hemû pêşniyarên me yên ji bo usûla xebitandina komîsyonê û esasên wê jî amade ne. Pêşnûmeya me ya di vê mijarê de amade ye.”
-

Şerê Îsraîl û Îranê di roja 7’an de ye
Şerê Îsraîl-Îranê di roja 7’an de bi êrîşên herdu aliyan didome. Sê fuzeyên ku ji Îranê avêtin Îsraîlê li nexweşxaneyek ketin û bûn sedema xisarek mezin.
-

Li Îranê jin çi dixwazin?
Di şerê Îsraîl- Îranê de hedef çi ye? Di rojên dawî de vê pirsa ku her dem tê kirin, jin ji cihekî din beriya salan bersivê didin. Jin bi berxwedana xwe, gel bi rexistin dikin, bi awayekî zelal nîşan didin ku gel çi dixwazin.
-

Yelda Ehmed: Gelê Îranê bi yekîtiya xwe dikare rizgar bibe
Aktivîsta mafên jinan Yelda Ehmed bal kişand ser rola gel a diyarkirina çarenûsa xwe di nava şerê Îsraîl û Îranê de û got: “Têkoşerên Îranê û gelê li berxwe dide bi yekîtiya xwe dikarin veguherînê bînin û xwe rizgar bikin.”
-

Sekinandina alîkariya ji bo Yemenê ewlehiya jinan kir xeterê
Rîm El Adimî ku berpirsyara saziyek sivîl a li Yemenê ye, destnîşan kir ku li welêt jin bê ewle dijîn, Emrîkayê alîkariya ji bo xelkê Yemenê ji nişka ve sekinandiye, ev jî ewlehî û tenduristiya bi milyonan kesan dike xeterê.