rojane
-

Eren Keskîn: Me xwest kirdeyên şer û pevçûnê biaxivin
Hevseroka ÎHD’ê Parêzer Eren Keskîn ku ji bo civîna "Rêya Aştiyê: Bîr û Edalet" a ku ji hêla ÎHD’ê ve hat organîzekirin li Amedê bû, got ku ew dixwazin beşên din ên civakê bibînin ka li Kurdistanê çi diqewime û ew dixwazin mijarên şer biaxivin.
-

Şêniyên Kobanê şehîdên xwe yên komkujiya 25'ê Hezîranê bibîranîn
Bi sedan şêniyên bajarê Kobanê 253 şehîdên komkujiya ku çeteyên DAIŞ'ê di Hezîrana 2015'an de pêk anî, bibîranîn.
-

Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye: Deng bidin aştiyê
Însiyatîfa Jinan a Hewcedariya Min Bi Aştiyê Heye, der barê şerê navbera Îran- Israîlê de daxuyanî da û got: “Em bang li hemû jinan dikin ku deng bidin aştiyê.”
-

Çalakiya Nobetê ya Mexmûrê bi koma 138’emîn didome
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah hatibû destpêkirin, bi dewirgirtina koma 138’emîn didome.
-

Tulay Hatîmogûllari: Şerê Îsraîl-Îranê nîşan da bê ka aştî çiqas girîng e
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari têkildarî pêvajoya aştiyê axivî û got: “Firsendên dîrokî şansên libendêmayîne nade me. Dîrok ji me re dibêje ‘nesekinin, bimeşin.’ Şerê Îsraîl-Îranê nîşan da bê ka aştî çiqas girîng e.”
-

Girtiyên siyasî êrîşa li dijî girtîgeha Evînê şermezar kirin
Girtiyên siyasî yên li girtîgehên Rojhilatê Kurdistan û Îranê bi daxuyaniyek gotin: “Em êrîşên li dijî navendên sivîl û girtîgehan bi tundî şermezar dikin.”
-

Li Helebê tundiya li ser jinan hat şermezarkirin
Li Helebê tundî û qetilkirina jinan hatin şermezarkirin û ji bo pêkanîna edalet û wekheviyê bang hat kirin.
-

‘Li Xezayê zêdetirî 17 hezar zarok hatin qetilkirin’
Wezareta Tenduristiyê ya Filistînê, piştrast kir ku li Zivala Xezayê ji destpêka şer ango ji dîroka 7’ê Cotmeha 2023’an heta nîvê meha Hezîranê 17 hezar û 121 zarok hatin qetilkirin.
-

Derya Ren ji doza jê dihat darizandin beraet kir
Di rûniştina doza ku bi îdîaya “heqaret kiriye” li Rojnamevan Deryar Ren hatibû vekirin de, bi hinceta ku hêmanên yasayî yên sûc pêk nehatine, biryara beraetê hat dayîn.
-

Li Fransayê li dijî 145 jinan êrîş çêbû
Derket holê ku di dema çalakiya cejna Muzîkê (Fête de la Musique) ku li Fransayê hat lidarxistin de bi derziyê êrîş li dijî 145 jinan çêbûne.
-

Şêniyên Suweydayê bertek nîşanî êrîşê dan: Sûriye ya hemû kesan e
Suweydayiyên ku piştî êrîşa li ser Dêra Mar Îlyas a li Şamê merasîmek bîranînê li dar xistin, bal kişandin ku di navbera gelên Sûriyeyê de çanda jiyana bi hev re ya xwedî kok heye û peyama “Sûriye aydê hemû kesan e, ola terorê nîn e” dan.
-

Jinên li ser ‘zimanê nefretê’ nîqaş kirin: 14 sal in em li gel Rêveberiya Xweser têdikoşin
Di forûma ku ji li ser zimanê nefretê yê li dijî jinan li Bakur Rojhilatê Sûriyeyê hat lidarxistin de jinan gotin ku 14 sal in ew di bi Rêveberiya Xweser re li dijî cudakariyê têdikoşin û banga hestiyariyê li civakê kirin.
-

Agirbesta di navbera Îsraîl-Îranê de destpê kir
Serokê DYE’yê Donald Trump, ragihand ku di navbera Îsraîl û Îranê de agirbest pêk hatiye. Saziyên çapemeniyê yên nêzî artêşa Muhafizên Şoreşa Îranê jî ragihandin ku agirbestê destpê kiriye.
-

Gulistan Mihemed: Şer ji pirsgirêkan re nabe çareserî
Berpirsa Ofîsa Mafên Mirovan a li Helebce Gulistan Mihemed daxwaza sekinandina şerê di navbera Îsraîl û Îranê de dike û dibêje: “Peyama me aştî ye û em dixwazin aştî pêk bê.”
-

Zanyara Siyasî Dana Haboûb: Xalekî werçerxê ya xeternak
Zanyara Siyasî Dana Haboûb a diyar kir ku şerê di navbera Îsraîl û Îranê de wê tevahî bandor li ser pêşeroja Xezayê nake, bal kişand ser hebûna senaryoyên cûda û rewşa heyî wek “Xalek werçerxê ya xeternak” pênase kir.
-

Jinên ji Dêrazorê li ser gefên DAIŞ’ê hişyariyê didin
Jinên ji navçeya Hecîn a Kantona Dêrazorê serpêhatiyên xwe yên di bin êrîş û dagirkeriya DAIŞ'ê de vegotin û destnîşan kirin ku her çend ew îro xwe ewletir hîs dikin jî, xeterî berdewam dike û gotin, "Îro hêza me heye ku em bibêjin na."
-

Jinan malên xwe yên bi topên Tirkiyê hatin rûxandin bi destên xwe çêkir
Jinên gundê Dada Ebdal û Um Hermela yên Zirganê ku ji Cotmeha 2019’an ve ji hêla dewleta Tirk ve tên topbarankirin, tevî xeteran jî dest bi çêkirina malên xwe yên hilweşandî kirin. Jinan gotin ku “çêkirina malan, peyamek ji dargirkeriyê re ye.”
-

Dayîkên beşdarî civîna ÎHD’ê bûn: Bila dewlet jî gav bavêje
Dayîkên ku beşdarî civîna Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya bi navê 'Rêya ber bi aştiyê ve: Bîr û Edalet bûn, diyar kirin ku rengê rondikên dayîkan yek e û xwestin ku êdî dewlet jî gavan bavêje.
-

Di bombebarana Îsraîlê de beşa girtiyên jin zirar dît
Piştî bombebarana Îsraîlê ya Girtîgeha Evîn a li Tehranê, ku girtiyên siyasî lê tên girtin, beşa ku girtiyên jin lê dihatin girtin hate wêrankirin. Di heman demê de gardiyanan bi gumanbariya "revê" li dijî girtiyan tundî bikar anîn.
-

Li cihê ku 3 jinên pêşeng lê hatin qetilkirin find hat pêxistin
Jinên kantona Firatê bi boneya salvegera 5`emîn a komkujiya Helincê, ku di encamê de 3 jinên pêşeng şehîd bûn, mûm pêxistin.