rojane
-

Helebçe bû bajar
Serokkomarê Iraqê qanûna ku Helebçeyê dike bajar îmze kir.
-

Di doza Narîn Guran de ji bo kiryaran ceza hat xwestin
Dozgerê ku li doza Narîn Gurana 8 salî dinhêre, nêrîna derbarê 6 girtî û 15 kiryaran de aşkera kir. Dozger ji bo kiryaran ji 6 mehan heta 5 salan ceza xwest.
-

Rapora Amnesty: Îsraîlê di weşana zindî de qetlîam pêk aniye
Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî rapora xwe ya salane ya li ser binpêkirinên mafên mirovan li çaraliyê cîhanê weşand. Di raporê de bal kişandin ser êrîşên Îsraîlê yên li ser Xezeyê û hat gotin, "Îsraîlê di dema weşana zindî de qetlîam pêk anî."
-

Pelîn Zozan di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da
Koordînasyona PAJK'ê ragihand ku Pelîn Zozan di encama êrişê de jiyana xwe ji dest da.
-

Rojnamevan Ozlem Akarsu Çelîk: Jin bûn berdevkên aştiya her serdemê
Ji “Însiyatîfa Jinan a Pêdiviya Min bi Aştiyê Heye” Rojnamevan Ozlem Akarsu Çelîk, destnîşan kir ku jinan di her serdemê de rîskan girtine berçav û berdevkiya aştiyê kirine.
-

'Konferansa Yekrêziya Kurdî dê mafên Kurdan li Sûriyeya nû misoger bike'
Endama Desteya Serokatiyê ya PYD’ê Foza Yûsif û Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Nesrîn Ebdullah dan zanîn ku konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî dê mafên gelê Kurd di pêşerojê de misoger bike.
-

Dulce Maria: Jinan li Rojava rêxistinbûnek girîng ava kirine
Ducle Maria ya ji gelên xwecihî yên li Abya Yala Emrîkaya Latîn e, têkildarî serdana xwe ya yekem a li Rojava destnîşan kir ku li vir jinan rêxistinbûnek girîng ava kirine û got “Ez vê rêxistinbûna girîng bi rêzdarî silav dikim.”
-

Rojnamevan Ceren Kaynak Îskit hat oxirkirin
Rojnameger Ceren Kaynak Îskit a jiyana xwe ji dest dayî bi tevlîbûna gelek kesan ve hate oxirkirin.
-

‘Di 12 salan de herî kêm 764 zarok hatin qetilkirin’
Rêxistinên pîşeyî yên tenduristiyê yên li Enqere banga “Ji pêşeroja zarokan nexwin” kirin.
-

Ji Elewiyên koçber re civîn hat lidarxistin
Meclisa Bajarê Dêrikê ji bo Elewiyên ku ji herêmên peravê koçber bûne, civînek li dar xist.
-

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Ji bo kongreyê divê hikumet ya pêwîst bike
Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser daxuyaniyê PKK’ê û diyarkir ku berpirsyartiya komkirina kongreyê di hikumetê de ye û îşaret bi wê yekê kir ku divê şert werin avakirin.
-

ÎHD’ê rapora girtiyên nexweş aşkera kir
Li gorî rapora nû ya ÎHD’ê; li girtîgehan 335 jê rewşa wan giran bi giştî herî kêm hezar û 412 girtiyên nexweş hene. ÎHD’ê bang li rayedaran kir ku girtiyên nexweş bên berdan.
-

Li Îranê protestokirina cezayê darvekirinê qedexe ye
Rêxistina Mafên Mirovan a Îranê HRNA’yê ragihand ku xwendekara zanîngehê Hestî Emîrî ji ber ku li dijî cezayê darvekirinê yê li Pexşan Ezîzî hatiye birîn û binpêkirinên rejîmê helwest nîşan daye, hatiye binçavkirin.
-

Li Yemenê di êrîşa li ser kampek koçberan de 68 kes mirin
Di encama êrîşa li dijî kampeke koçberan a li Saada ya bakurê Yemenê de, 68 kesan jiyana xwe ji dest dan.
-

Rejîma Îranê cezayê girtîgehê da Nêrgiz Nasirî
Her ku diçe gef, zext û êrÎşên rejîma Îranê yên li ser jinan zêdetir dibe. Rejîma Îranê 16 sal cezayê girtîgehê da Nêrgiz Nasirî ya ji Tehranê.
-

‘Bila gorên komî yên dema Enfalê bînin warên wan’
Komek ji kesûkarên enfalan yên bajarê Koye û Rêveberiya Şehîdên Enfalê, di serdana gorên komî yên li Nugre Selman de diyar kirin ku ji ber cihê gorên komî dûrî wan in, çûyîn û hatin gelek zehmet e û xwestin cihên van goran bên guhertin.
-

‘Dema min tunebû şînê bigrim’
Endama Yekîtiya Jinên Filistînê Amanî Ebû Karş balkişand ser qirkirina Filistîniyan. Amanî Ebû Karş anî ziman ku ew nîvê malbata xwe defin kiriye û got: “Dema min tunebû şînê bigrim. Em birîndar in û bi van birînan riya xwe didomînin."
-

'Jinên Sûrî yên di karûbarên giştî de dixebitin bi gefan re rûbirû ne'
Parêzer û siyasetmedara Sûrî Dîma Mûsa bal kişand ser zehemtiyên ku jinên kar dikin pê re rû bi rû tên û got: "Jinên di karûbarên giştî de dixebitin bi gefan re rûbirû ne."
-

‘Divê mafên jinan di Sûriyeya nû de bên misogerkirin’
Îlham Ehmed û Fesla Yûsif derbarê Konferansa Yekrêzî û Yekhelwesta Kurdî de gotin ku pêwîst e hebûna mafên jinan di destûr û pêşeroja jinan a di Sûriyeya nû de, bên misogerkirin.
-

Li Sûdanê ji ber êrîşên RSF’ê qutbûna ceyranê jinan bêzar dike
Jinên li bajarên Sûdanê yên di bin êrîşên RSF’ê de dijîn, diyar dikin ku ji ber êrîşan ceyran qut dibe, nikarin bighên jeneratoran, derman bibin û bazirganiyê bikin.