rojane
-

Aktivîsta Madleen Rîma Hassan: Ev bêdengî têkçûnekê cidî ya siyasî ye
Parlementer Rîma Hassan ku ji Îsraîlê hatî dersînorkirin got: “Parlementoya Ewropayê Îsraîlê şermezar nekir. Ev bêdengî têkçûnekê cidî ya siyasî ye.”
-

Yekitiya Jinên Ermen li ser rola jinan di aştiyê de komxebat li dar xist
Yekitiya Jinên Ermenî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê komcivînek bi navê “Rola jinan di avakirina aştiyê û pêkanîna edaleta demkî de” li dar xist.
-

Serlêdanên Xelatên Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz destpê kir
Serlêdanên 1’emîn a Xelatên Rojnamegeriyê yên Gurbetellî Ersoz ku wê ji aliyê MKG'ê ve bê lidarxistin, dest pê kir.
-

SOHR: Di rojekê de li Sûriyeyê 8 kesan jiyana xwe ji dest dan
SOHR’ê, diyar kir ku li Sûriyeyê di 24 saetan de bi kêmanî 8 kes hatine qetilkirin.
-

Roja 5’an a pevçûnan: Ji Îsraîlê sînyala operasyoneke nû
Di êrîşa artêşa Îsraîlê ya li ser televîzyona dewletê ya Îranê de, hat ragihandin ku edîtorê nûçeyan û xebatkarek jiyana xwe ji dest dane.
-

4 rojnamevan hatin girtin
Ji 7 kedkarên çapemeniyê ku di 14’ê Hezîranê de hatibûn binçavkirin 4 rojnamevan hatin girtin.
-

Femînîstên ji bo Jîna: Pêşeroja em xeyal dikin wê bibe berhema têkoşîna Jin, Jiyan, Azadî
Femînîstên ji bo Jîna, têkildarî êrîşên Îsraîl-Îranê daxuyanî da û gotin: “Pêşeroja ku em xeyal dikin ne li ser şer re, berhema têkoşîna adilane ku gel dimeşîne û xwe dispêre dirûşmeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ ye.”
-

‘Divê jin pêngava ‘Dixwazim Bi Abdullah Ocalan re Hevdîtinê bikim’ bihêz bikin’
Berdevka Însiyatîfa Nûn ji bo Azadiya Ocalan Sewsan Şoman bal kişand ser rola jinan di pêngava ‘Ez Dixwazim Bi Abdullah Ocalan re Hevdîtin Bikim’ de û destnîşan kir ku divê bi ruhê yekîtiyê pêngav bê xurtkirin.
-

Qedexeyên li Sûriyeyê li gorî zayend û çînê diguherin: Li ser jinan ferzkirina hîcabê
Rêveberiya demkî ya HTŞ ya cîhadîst qedexeyên nû li ser jinan ferz dike. Her çend jinên ku neçar in hicabê li xwe bikin jî bertekên xwe anîne ziman jî, tê destnîşankirin ku ev pratîk li deverên ku mirovên kêmdahat lê dijîn tê sepandin.
-

Rîhan Loqo: Armanc beşdariya jinan di destûra nû ya Sûriyeyê de ye
Berdevka Kongra Star a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Rîhan Loqo ku di şandeya hevdîtina bi rêveberiya demkî re cîh digre, destnîşan kir ku armanca wan cîhgirtina jinan a di destûra nû ya Sûriyeya nû de ye.
-

‘Îraq bi desteserkirina şaredariyê naxwaze Êzidî vegerin warên xwe’
Gelê Girzerêkê ji bo şermezarkirina desteserkirina şaredariya xwe ya ji hêla hêzên Îraqê ve, meşek pêk anî. Di meşê de diyar kirin ku Îraq bi desteserkirina şaredariyê naxwaze Êzidî vegerin cîh û warên xwe.
-

Li Tirkiyê 5 zarokên di bin parastina Wezareta Malbatê de ‘hewl dan xwe bikujin’
Derket holê ku li Stenbolê 5 zarokên di bin parastina Wezareta Malbatê ya Tirk de ne, ‘hewl dane xwe bikujin’.
-

Hêzên Piştgiriya Lezgîn 35 kes qetil û birîndar kir
Rayedarên fermî yên Eyaleta Bakur a Darfurê ragihandin ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) li bajarê Faşir êrîşî warek mirovan kirine. Di êrîşê de 35 kes birîndar bûn, 5 ji vana jiyana xwe ji dest dan.
-

Ji êrîşên Îsraîl- Îranê Sûriye bandor dibe: Jinek jiyana xwe ji dest da
Sûriye ji êrîşên Îsraîl-Îranê yên li dijî hev, bi bandor dibe. Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyeyê (SOHR) ragihand ku ÎHA ya li ser Sûriyeyê digeriya, li malek li Tartusê ket û di encamê de jinek jiyana xwe ji dest da.
-

Aloziya Îran-Îsraîlê di roja 4’an de ye: Êrîş bandorê li gelan dike
Êrîşên Îsraîl û Îranê yên li dijî hev, di roja 4’an de didomin. Hat diyarkirin ku êrîşan bandorê li gelê sivîl kiriye.
-

Rengên berxwedanê: Wêneyên jinên ku zexta Talîbanê şikandin
Di navbera astengî û siyar tirsê de li pişt banên boyaxkirî, jinên Efganistanê disekinin. Ew bi firçeyên xwe ne tenê xeyalên xwe, êşên nifşek, hêvî û têkoşîna wê xêz dikin.
-

Jinên Nubî bi Komeleya Dîwan zincîran dişkênin
Jinên Nubî di nav jinên ku bi tengasiyên civakî û çandinî re rûbirû dimînin de ne. Jinên Nubî, bi têkoşîna xwe ya ku li hember cudaxwaziya nijadî û zayendî, mînakek bi hêz ava dikin.
-

Mala Jin a Rojava pengava perwerdê da destpêkirin
Mala Jin a Rojava bi armanca pêşxistina asta xebatan di nava saziyan de kampanyaya dewreyên perwerdehiyê da destpêkirin. Beşdarên perwerdeyê dan diyar kirin ku her ferdek Mala Jin wek mala xwe dihesibîne.
-

Xelkê Mexmûrê: Divê Iraq li berpirsyariyên xwe xwedî derkeve
Xelkê wargeha penaberan a Mexmûrê li dijî rêgirî, ambargo û girtina şandeya ji nûnerên gel pêk dihat, meşekî girseyî lidarxistin û bang li Iraqê kirin ku li erk û berpirsyartiyên xwe xwedî derkevin.
-

Li Nîjeryayê êrîşa çekdarî: 102 kesan jiyana xwe ji dest dan
Di êrîşa bi çek a li dijî eyaleta Benue ya Nîjeryayê de herî kêm 102 kesan jiyana xwe ji dest dan.