rojane
-

Jinên ku Eyşe Şan spartin axa Amedê: Emê wê ji bîr nekin
Jinên ku darbesta hunermenda Kurd Eyşe Şan li Amedê pêşwazî kirin, balkişandin ser berxwedêriya wê û anîn ziman ku ewê tu car Eyşe Şan ji bîr nekin.
-

Girtiyên Girtîgeha Evînê: Azadiya gelê Îranê bi têkoşîna rêxistinkirî mimkun e
Werîşe Muradi, Reyhane Ensari, Sekine Pervane û Golrokh İraei yên ku li Girtîgeha Evînê girtî ne bi nameyek êrîşên Îsraîlê yên li ser Îranê şermezar kirin. Girtiyan gotin, "Azadiya gelê Îranê bi têkoşîna rêxistinkirî ya gel mimkun e."
-

Li Mexribê komeleyê 'Nada' di rêwîtiya jinan de piştevaniya wan dike
Di bin sîwana Komeleya 'Nada' de li Mexribê û bi derzî û têl, danişînên piştgiriya psîkolojîk û perwerdehiya pîşeyî, jinên ku di rewşên xeternak de dijîn projeyên piçûk bi xewnên mezin pêk tînin.
-

Li Suweydayê konferansa ‘Ber bi Sûriyeyek yekgirtî ve’
Bi armanca bihzêkirina diyaloqa netewî, pêkanîn aştiya civakê û yekitiya welat, li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê bi beşdariyek mezin konferansa ‘Ber bi Sûriyeyek yekgirtî ve’ destpê kir.
-

Nivîskar Hura Nîkbext: Ji ber Pexşan Ezîzî nikarim Tahranê biterikînim
Nivîskar û girtiya siyasî ya berê Hura Nîkbext nameyek ji bo Pexşan Ezîzî nivîsand û diyarkir ku ew nikare Tahranê biterikîne, ji ber ku jiyana bi nirx a Pexşan Ezîzî di bin metirsiyek mezin de ye.
-

Cenazeyê Eyşe Şan li Amedê hate definkirin
Hunermenda Kurd Eyşe Şan li ser wesiyeta xwe, piştî 29 salan li Amedê ji hêla bi hezaran kesan ve hate definkirin. Di merasîma definkirinê de ji hunermendên Ma Musicê Sarya Ertaş straneke Eyşe Şanê got.
-

Ew gelî wan ji Fermanê parast: Ji jinên Êzidî serdana Dêr Asê
Geliyê Dêr Asê ya nêzî navenda bajarê Şengalê di Fermana 74’an de bû cihekî ku bi hezaran Êzidî ji fermanê parast. Jinên Êzidî serdana Dêr Asê kirin.
-

Pevçûnên di navbera Îsraîl-Îranê de didomin
Pevçûnên Îsraîl-Îranê di roja şeşan de bi êrîşan didomin. Serokê DYA’yê Donald Trump, got: “Kontrola qada hewayî ya Îranê bi temamî di dest me de ye.”
-

KJAR li dijî feraseta mêrê serdest û alîgirê şer bang li jinan kir
KJAR di daxuyaniyê têkildarî şerê di navbera Îsraîl-Îranê de bang li hemû jinên ku di partiyên azadî û rêxistinan de aktivî dixebitin kir ku li dijî zîhneyta mêrê serdest û alîgirê şer peştevaniyê vegerînin dengê hevpar.
-

Navê kesê beşdarî Heyeta Îmraliyê bibe diyar bû
Li cihê endamê Heyeta Îmraliyê yê DEM Partiyê Sirri Sureyya Onder ku ji ber krîza dil derbas kir li nexweşxaneya lê dihat dermankirin jiyana xwe ji dest da, parlamenterê Rihayê yê DEM Partiyê Mîthat Sancar wê di Heyeta Îmraliyê de cih bigre.
-

Cenazeyê Eyşe Şan piştî 29 salan anîn Amedê
Cenazeyê hunermenda Kurd Eyşe Şan li ser wesiyeta wê, piştî 29 salan anîn Amedê.
-

Aktîvîstên Mexribî: Wekhevî ne îmtiyazek e maf e
Aktîvîstên jin ên Mexribî der barê wekheviya rastîn û dayîna mafên jinan de gotin: "Wekhevî ne îmtiyazek e, ew mafek e û gava bingehîn a avakirina Mexriba demokratîk e."
-

Li Misrê têkoşîna li dijî sûcên zayendî yên li hemberî zarokan
Li Misrê destdirêjî bi hemû cureyên xwe li dijî zarokan zêde bûye. Tacîza li dijî zarokan ku sûceke mezin e, şopa xwe demeke dirêj li ser derûniya wan dihêle. Ji bo xilasiya ji vê rewşê, hewldaneke mezin divê bê kirin.
-

Adalet Kaya: Riya sêyemîn dê bi têkoşîna hevpar a gelan ava bibe
Parlamentera DEM Partî ya Amedê Edalet Kaya li ser şerê Îsraîl-Îranê nirxand, diyar kir ku rejîmên otorîter ji bo berjewendiyên xwe tevdigerin û got ku çareserî “Perspektîfa riya sêyemîn” e.
-

Pêkhateyên Hesekê: Kongra Star temsîla hebûn û îradeya me ye
Jinên Kurd, Ereb û Suryan anîn ziman ku Kongra Star temsîla îrade û mafên jinên ji ol û mezhebên cuda û baweriyan dike û gotin ku hebûna Kongra Star di şandeya Kurd a ji bo diyaloga bi hikûmeta Şamê re, serkeftin û gaveke girîng e.
-

Li Mexmûrê têkoşerên jin hatin bîranîn
Li wargeha penaberan a Mexmûrê cangorî Sema Yuce, Gulan, Leyla Agirî û Raperîn Amed bi merasîmekê hatin bibîranîn.
-

Dayika Aştiyê Hamdiye Şimdî jiyana xwe ji dest da
Dayika Aştiyê Hamdiye Şimdî, li navçeya Artuklu ya Mêrdînê jiyana xwe ji dest da.
-

Denîz Poyraz li ser gora xwe hate bîranîn
Denîz Poyraz di 4’emîn salvegera qetilkirina xwe de li ser gora xwe hate bîranîn.
-

Kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’: Bila îdam bisekinin
Di çarçoveya kampanyaya ‘Sêşema na ji darvekirinê re’ ku di hefteya 73’an de didome, 47 girtîgeh ketin greva birçîbûnê. Girtiyan gotin: “Divê daxwaza sekinandina darvekirinê civakî bibe.”
-

Sema Yuce hate bibîr anîn: Lehenga serdema xwe bû
Sema Yuce ku sala 1998'an li girtîgehê bedena xwe da ber agir, di salvegera 27'emîn a şehadeta xwe de li gundê Qerxelixa Jorê ya navçeya Dutaxê li ser gora xwe hate bîranîn.