rojane
-

Di 24 saetan de li Xezayê 81 kes hatin kuştin
Di êrîşên hewayî yên di 24 saetean de li ser Xezayê çêbûn de herî kêm 81 Filistînî hatin kuştin, ji 400'î zêdetir kes jî birîndar bûn.
-

‘Konseya Şêwirmendiya Malbat û Zarok dê ji bo mafên zarokan rê nîşan bide’
Aktivîsta mafên mirovan Nezîha Belqaşla li ser girîngiya avakirina Konseya Şêwirmendiya Malbat û Zarokan a li Mexribê diyar kir ku li dijî guherînên civakî, aborî, demografîk û polîtîk, daneyên saziyê dê rê nîşanê biryardêran bide.
-

Hejmara 122’emîn a Kovara Jinê derket
Hejmara 122'emîn a Kovara Jinê bi manşeta “Evîna Kurd û avakirina civaka demokratîk” derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

Zeynep Kinaci li Şengalê hat bibîranîn
Zeynep Kinaci (Zîlan) di 30’emîn salvegera şehadeta xwe de li navenda Şengalê hat bibîranîn.
-

PAJK: Rastiya Zîlan navê jiyana nû ye
PAJK'ê, Zeyneb Kinaci û şervanên jin ên Kurd ên meha Hezîranê bibîranî û got: “Jin divê li ser bingehê rastiya Zîlanê, ji bo jiyana azad û biwate bi hemû hêza xwe seferber bibin. Xweparastinê bi xwerêxistinkirinê pêk bîne.”
-

Pêkhateyan ji bo azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan bang kirin
Şêniyên bajarê Hesekê bi hemû pêkhateyên xwe Kurd, Ereb, Ermen û Suryan ji bo azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan meşek girsayî li darxistin.
-

12’yemîn Mîhrîcana Sakîne Cansiz destpê kir
Li bajarê Zurîh ê Swîsreyê 12’yemîn Mîhrîcana Sakîne Cansiz dest pê kir. Di mîhrîcana ku zêdeyî 20 rêxistinên jinan bi hev re lidarxistin de peyama ‘Bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ re civaka demokratîk ava dikin’ tê dayîn.
-

Kongra Star: Zîlan bi çalakiya xwe bû sembola têkoşîna jinên azad
Kongra Star, bi wesîleya 29’emîn salvegera çalakiya fedaî ya Zeyneb Kinaci bi nasnav Zîlan daxuyaniyek da û hat diyarkirin ku Zeyneb Kinaci bi çalakiya xwe bûye sembola nemirî û felsefeya têkoşîna jinên azad.
-

Ji Rêxistina Efûya Navneteweyî ji bo Qada Galatasarayê kampanya
Rêxistina Efûya Navneteweyî, ji bo vekirina Qada Galatasarayê li xwepêşander û xwepêşandanan kampanyaya îmzeyan da destpêkirin.
-

Xwişka girtiya siyasî Behnam Mahjûbî a jiyana xwe ji dest dabû, hat girtin
Xwişka girtiya siyasî Behnam Mahjûbî ku jiyana xwe ji dest daye, Benaz Mahjûbî ji aliyê hêzên ewlehiya Kirmanşanê ve hat binçavkirin û nayê zanîn birine ku derê.
-

Li Başûr 13 hezar û 17 giliyên tundiya dijî jinan hatine tomarkirin
Rêxistina Alîkariya Zagonî ya Jinan bi daxuyaniyekê ragihand ku di sala 2024’an de li Herêma Kurdistanê bi giştî 13 hezar û 17 giliyên tundiya dijî jinan hatine tomarkirin.
-

Zext û gefên rejîma Îranê li ser jinan didome
Zext û gefên rejîma Îranê li ser jinan dewame, divê çarçoveyê hêzên ewlekariyê avêtin ser malan û gelek jin binçavkirin.
-

Dayîkên Şemiyê ji bo 5 kesên beriya 32 salan hatin qetilkirin edaletê xwestin
Dayîkên Şemiyê ji bo Omer Çetîn, Ahmet Guler, Sait Şen, Beşîr Baskak û Abdullah Guler ku beriya 32 salan li Şirnexê hatin qetilkirin daxwaza edaletê kirin.
-

Li Sûriyeyê ji 33 jin û zarokên keç ên Elewî agahî nayê girtin
Li Sûriyeyê piştî êrîşên li dijî Elewiyan, bi dehan malbatên li Tartûs, Laziqiye û Hamayê dijîn, ji ber fikara ewlehiyê, ditirsin zarokên xwe yên keç bişînin dibîstanê. Ji 33 jin û zarokên keç ên Elewî agahî nayê girtin.
-

Li Îranê 9 rojnamevan di êrîşên Îsraîlê de jiyana xwe ji dest dan
Televîzyona dewletê ya Îranê ragihand ku di encama êrîşên Îsraîlê li dijî Îranê de, 9 rojnamevanan jiyana xwe ji dest dane.
-

‘YRJ ji bo afirandina çapemeniya azad û demokratîk têdikoşe’
YRJ’ê bi boneya salvegera 5’emîn damezirandina xwe daxuyanî da û got: "YRJ ji bo afirandina çapemeniya azad û demokratîk hatiye destpêkirin û li dijî zîhniyeta baviksalar a ku hebûna jinan bi dirêjahiya sedsalan paşguh kiriye, têdikoşe.”
-

Li Îranê tundiya mêr-dewletê: 18 jin û 3 zarok hatin qetilkirin
Li Îranê di meha Hezîranê de 14 jin û 3 zarok hatin qetilkirin, 5 jin bi guman jiyana xwe ji dest dan, 4 jin jî ji aliyê rejîma Îranê ve hatin darvekirin. Di êrişên Îsraîlê de 49 jin û 13 zarokan jiyana xwe ji dest dan.
-

Pedên hîjyenîk û av nîne: Li Xezayên têkoşîna jinan bêdeng didome
Li Xezayê şer ne tanê bi bombeyan, bi dorpeçkirinan jî jiyana jinan zehmet dike. Zêdetirê 700 hezar jin di dema regilê de nikarin xwe bigihîjin pedên hîjyenîk. Ped û sabûn veguherîn lûksek, nexweşî jî zêde dibin.
-

‘Li Sûriyeyê di rojekê de 3 jê zarok 5 kes hatin kuştin’
Li Sûriyeyê di 24 saetên dawîn de 3 jê zarok bi kêmanî 5 kes hatin kuştin.
-

Jin li başûrê Lubnanê tevî pêlên koçberiyê hêviyê diafirînin
Li navçeya Sûrê ya li başûrê Lubnanê, jin ji bo ji nû ve dest pê bikin li benda bidawîbûna şer namînin. Ew di nava koçberiyê de bi coş, hişmendî û rûmet hêviyê diafirînin.