Yekem karwana koçberên Serêkaniyê bi rê ket
Piştî 7 salan ji êş , zehmetiyên jiyanê ên dijwar, Îro, yekem karwana koçberên Serêkaniyê dest bi vegera xwe ya ber bi bajar û gundên xwe ve kir. Di vê qonaxa yekem de zêdetirî 400 malbat ber bi Serêkaniyê ve çûn.
Hesekê – Piştî heft salan ji koçberî û jiyana di nav kampan de, îro deriyek nû ji bo malbatên Serêkaniyê tê vekirin. Ev veger wek encama berdewamkirina têkoşîn û daxwaza koçberên SerêKaniyê ji bo vegera bi rêûrêbaz, ewle û bi rûmet tê dîtin.
Di 9’ê Cotmeha 2019’an de, dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve êrîşî SerêKaniyê û Girê Spî kiriin. Di encama vê êrîşê de bi sed hezaran sivîl ji mal û warên xwe hatin koçberkirin.
Ji wê rojê ve, malbatên Serê Kaniyê bi salan e li kampên koçberan dijîn. Tevî şert û mercên dijwar, kêmbûna alîkariyên mirovî, xizmetên bingehîn gel her dem li ser mafê vegera mal û warên xwe bûn û daxwaza vegera ewle û bi rûmet dikirin. Di van salan de, kampên koçberan ji bo gelek malbatan bûne cihê jiyanê, lê hêviya vegera Serê Kaniyê her tim zindî ma.
Îro, piştî heft salên berxwedanê,yekem qonaxa vegerê dest pê dike.Ev gav di çarçoveya Peymana 29’ê Çileyê de ku di navbera hikûmeta demkî ya Şamê û Hêzên Sûriya Demokratîk(QSD) pêk hat . Peymanê rê li ber pêvajoya vegera koçberên herêmên xwe vedike û armanc ew e ku veger bi awayekî ewle, rêkûpêk û bi parastina maf û milkên niştecihên bingehîn bê kirin. Di çarçoveya vê pêvajoyê de, ji bo Serê Kaniyê jî amadekariyên ewlehî û paqijkirina mayîn û bermahiyên şer hatine kirin.
Têkldarî vegera Koçberan berdevka Komîteya Koçberên Serê Kaniyê Zehra Semo tekez kir ku îro yekem karwan ji koçberên Serê Kaniyê, ku ji 410 malbatan pêk tê, berê xwe dan bajarê xwe û dest bi vegerê kirin.
’Her heftê karwanek dê birêbikeve’
Zehra Semo got: “Eger tu pirsgirêk dernekeve dê her hefteyekê karwanek berê xwe bide bajarê xwe. Em hêvî dikin ku êşa koçberiyê bi dawî bibe û hemû kes berê xwe bidin Serê Kaniyê. Em bang li hemû aliyên têkildar dikin ku piştgiriyê bidin van malbatan û alîkarî bikin da ku Serê Kaniyê ji nû ve bê avakirin û jiyan li wir dîsa dest pê bike.”
Zehra balkişand li ser aliyê ewlehiyê û tekez kir ku Hêzên Ewlekariya Hundirîn dê berpirsiyariya parastina karwan û malbatên vedigerin hilgirin û ewlehiya rê û deverên vegerê misoger bikin.
Zehra Semo diyar kir ku ev qonaxa yekem a vegerê ye û hêviya wan ew e ku pêvajoya vegerê berdewam bike, da ku hemû koçberên Serê Kaniyê bikarin bi ewlehî û rûmet vegerin bajar û malên xwe.
Ji koçberiyê ber bi vegerê ve…
Suad Omer diyar kir ku îro roja pêkhatina xewna heft salan e. Diyar kir ku ev veger dawiya êşa koçberiyê. Wê got: “Heft sal in em ji ber koçberiyê di êş û zehmetiyê de dijîn. Me hemû cureyên zehmetiyan dîtin û ji bo gihiştina vê rojê, germa havînê, sarma zivistanê, berf û şertên dijwar ragirtin. Em tenê ji bo ku îro bigihîjin vê kêliyê. Em vedigerin bajar û malên xwe.”
Nora Mihemed jî vegera ewle wekî hêviya herî mezin a malbatên xwe binav kir. Wê got: “Em dixwazin bi ewlehî û aramî bijîn. Îro em rêya malên xwe digirin da ku dîsa jiyana xwe ji nû ve dest pê bikin. Du rojan e em ji ber kêfxweşiyê nikarin razên. Em dixwazin zû bigihîjin malên xwe.”
‘Bi gulên Spî berê xwe didin dibistan û taxa xwe “
Di heman demê de, Şemse Ehmed behsa kêfxweşiya zarokên xwe kir û got ku zarokên wê gulên spî bi xwe re hildigirin, wekî sembola aştî û ewlehiyê. Wê got:“Zarokên min gulên spî hildigirin. Bavê wan van gulan daye wan û gotiye ku ev gul ji bo jiyanek bi aştî û ewlehiyê ne. Em gelek kêfxweş in. Zarokên min jî pir kêfxweş in ku dê dîsa vegerin tax û dibistana xwe. Îro xewnên me, xewnên zarokên me û xewnên dapîr û bapîrên me pêk tên.ji bo me ev veger tenê vegera bo cihê jiyanê nîne; ev vegera hêvî, malbat, zarok û jiyanek nû ye.