rojane
-

Îsraîlê li Şamê operasyona bejahî kir
Yekîneyên bejahî yên Îsraîlê li herêma nêzî paytexta Sûriyeyê Şamê operasyoneke bejahî kir.
-

Li Xezayê 10 kesên din ji birçîna mirin
Li Zîvala Xezayê, ku êrişên Îsraîlê li ser didome û xela tê jiyankirin di di 24 saetên dawî de 2 jê zarok 10 kesên ji birçîna mirin. Hejmara kesên ji birçana mirin giha 313’an.
-

‘Jinên Êzidî bi berxwedana xwe pêşengiyê ji ronesansê re dikin’
Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî bi peyamên ji derveyî Şengalê hatine didome. Di peyaman de hat gotin ku niha jinên Êzidî bi berxwedana xwe ji cîhanê re bûne mînak û pêşengiyê ji ronesansê re dikin.
-

Şandeya Îmraliyê ber bi Girava Îmraliyê ve bi rê ket
Endamên Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê ji bo bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê pêk bînin çûn Girava Îmraliyê.
-

Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî dest pê kir
Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî bi dirûşma ‘Bi rêxistin û têkoşînê em ê bibin pêşengên civaka demokratîk û azad’ dest pê kir. Di axaftina destpêkirinê de hat gotin ku jin dê heta dawî pêşengtiyê ji pêkanîna ronesansa jin û civaka Êzidî re bikin.
-

Jinên ji Suweydayê edaletê dixwazin
Suweydayî rapora lêpirsînê ku hikûmeta demkî amade kiriye mîna ‘henek’ pênase dike û red dike. Suweydayiyên ku pitikên wan di kuwezan de hatine qetilkirin, xwestin ku têkildarî tiştên di nexweşxaneya netewî de qewimîne edalet pêk bê.
-

Şaredariya Peyasê ‘ji bo jiyana bê şîdet’ torên hevgirtinê bi hêz dike
Şaredariya Peyasa Amedê ji bo “jiyana bê şîdet” torên hevgirtin û hilberînê bi hêz dike. Koordînatora Muduriyeta Polîtîkayên Jinan Gunay Yakut, got ku rêveberiyên herêmî ji bo rêxistinbûn û hevgertinê mekanîzmayên herî bi hêz in.
-

‘Rêveberiya demkî polîtîkayên perçekirin û înkarê didomîne’
Pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hilbijartinên ku rêveberiya demkî ya Şamê amadekariya wê dike, şermezar kirin û tekez kirin ku dem dema çareserkirina pirsgirêkên gelê Sûriyeyê ye û hilbijartin nasname û vîna gelê Sûriyeyê nîşan nade.
-

‘Neteweya demokratîk ji bo Sûriyeyê riya çareseriyê ye’
Berdevka Meclîsa Jinan a PYD’ê Netewî Xemgîn, diyar kir ku bi yekbûnê wê pêkhate, bi pirrengiya xwe Sûriyeya demokratîk a ne navendî ava bikin û got: “Neteweya demokratîk ji bo Sûriyeyê riya çareseriyê ye.”
-

Qedexeyên Talîbanê didome: Li Heratê navenda perwerdehiyê hate girtin
Talîbanê, li Heratê bi hinceta perwerde dide jinan navendên perwerdehiya zimanên biyanî girt û gef li mamosteyan xwar.
-

Serokên baroyan: Makezagoneke nû pêdiviyek dîrokî û civakî ye
Di civîna 6’emîn a komîsyona li Meclîsê hate avakirin de, serokên baroyê hatin guhdarî kirin. Nûnerên Baroyê wiha gotin: Makezagoneke nû êdî ne hilbijartinek e, pêdiviyek dîrokî û civakî ye."
-

‘Gelê Xezayê bi birçîbûn û trawmaya derûnî re têdikoşe’
Fona Zarokan a Neteweyên Yekbûyî (UNICEF), diyar kir ku êrîşên berdewam ên Îsraîlê ya li dijî Xezayê, ji bo zarokan veguheriye rastiyek rojane ya tirsnak. Li Xezayê zarok bi mirin, birîndarbûn û trawmaya derûnî re rû bi rû dimînin.
-

Li Sûdanê şewba kolera û lehiyan dibe sedema mirinan
Li Sûdanê rewşa tenduristî û mirovî roj bi roj xirabtir dibe. Di nava heftiyek de zêdetirî hezar bûyerên nû yên şewba kolerayê hatin tomar kirin û kareseta lehî yên li çend eyaleyên pêkhatin, zarok jî di nav de bû sedema mirina 5 kesan.
-

Rojnameya Cumhuriyetê TJA û rojnamevan Gulîstan Tara kir hedef
Rojnameya Cumhuriyetê, daxuyaniya TJA’yê ya têkildarî pêvajoyê kir quncikê xwe, tevgera jinê û rojnamevan Gulîstan Tara ku hatibû qetilkirin, kir hedef.
-

Însiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd li dijî darvekirinê bang kir
Însiyatîfa Yekîtiya Neteweyî ya Jinên Kurd a li Ewropayê, biryara darvekirinê ya dewleta Îranê şermezar kir û bang li saziyên mafên mirovan kir ku li hemberî van kiryarên li dijî mafên jinan, bêdeng nemînin.
-

Panela têkildarî rola jinan di rojnamevaniya lêkolînê de
Tora ARIJ bi hevkariya weqfa ‘jinên şer qezenc kirine’ panalek li dar xist. Di panelê de, rewşa rojnamevanên lêkolînvan, rola jinan a di vê qadê de, parvekirina ceribandinan û zoriyên ku rojnamevan lê rast tên hatin nîqaşkirin.
-

Civîna şeşemîn a komîsyona meclîsê dest pê kir
Civîna şeşemîn Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Xwişk-Biratî û Demokrastiyê dest pê kir.
-

Gulşîfteh Farahanî bû seroka juriya mihrîcana Fîlman a Deauville
Hunermenda Îranê Gulşîfteh Farahanî dê serokatiya jurî ya Mihrîcana Fîlman a Deauville ku wê li Fransayê bê li darxistin bike.
-

Îran bi şirîet û fetwayê hewl dide pêşî li ajokariya jinan bigre
Li welatekî ku ji bo jinan mafên herî biçûk jî qedexe ne, pisqilêt motosîklet bûne qada têkoşîna sembolîk. Têkoşîna di navbera jinên ku bi pedalan ber bi azadiyê ve dizivirînin û kesên ji serxwebûna wan ditirsin û bi fetwayan zagonan derdixin de, didome.
-

Komîteya Perwerdeyê ya Xweser 7’emîn konferansa xwe li dar xist
Li Wargeha Penaberan a Mexmûrê 7’emîn konferansa Komîteya Perwerdeyê ya Xweser bi dirûşma ‘Bi jinên perwerdekirî ber bi jiyana komînal ve’ hat lidarxistin.