rojane
-

Dayikên Şemiyê daxwazên xwe yên ji bo avakirina aştiyê anîn ziman
Di çalakiya xwe ya vê hefteyê de, Dayikên Şemiyê bal kişandin ser 30'ê Tebaxê, Roja Navneteweyî ya Windakirinên Bi Zorê û daxwazên xwe yên ji bo avakirina aştiyê anîn ziman.
-

Di şewata konteynirek erdhejê de zarokek mir
Ji erdheja Mereşê û vir ve rewşa jiyanê ya erdhejzedeyan baştir nebûye. Li navçeya Kurdoxlî, di şewata ku di konteynirek erdhejê de derket de, zarokê sê salî Muhammed Elî Yıldız jiyana xwe ji dest da.
-

Li Hesekê 39 çeteyên DAIŞ’ê hatin girtin
QSD, YPJ û Hêzên Ewlekariya Hundirîn di operasyona li Hesekê li dijî çeteyên DAIŞ’ê de, 39 çete girtin.
-

Li Ciwanro krîza avê
Jinên Ciwanro diyar kirin ku li Ciwanro pirsgirêka cidî ya avê heye û pirsa “Çima hinek tax bi rojan bê av dimînin, lê belê hewzên vîlayan tije av e û tanker di demên xwe de nayên? ” kirin.
-

Li Şarbajar 2’yemîn Mihrîcana Petêxan
Bi armanca piştevanî û nîşandana girîngiya ji bo berhemên xwemalî, li Deşta Zelê ya Şarbajar, bi amadebûna zêdetirî 170 cotyar û jinên destrengîn, 2’yemîn mihrîcana petêxan hat lidarxistin.
-

Li Suweydayê fikar zêde dibin: Rêya hatiye vekirin baweriyê nade
Jinên li Suweydayê ku rastî destdirêjiya cîhadîstên Heyet Tehrîr el-Şamê (HTŞ) hatine, diyar kirin ku bêyî garantiyên navneteweyî û hesabpirsîna rastîn a sûcdaran, naxwazin ku rêya di navbera Şamê û bajarê wan de bê vekirin.
-

Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî: Serkeftin a me ye
Jinên Êzidî ku tevlî Komxebata Ronesansa Jinên Êzidî bûn, diyar kirin ku divê jin li ser banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rêxistinbûna xwe xurt bikin û bi gotina “Serkeftin a me ye” destnîşan kirin ku dê ev bibe komxebata azadiya jinan.
-

Eyşe Efendî: Kurd di nexşeriya nû de xwedî hêz û rojeva sereke ne
Endama Însiyatîfa Azadiya Fîzîkî ya Abdullah Ocalan Eyşe Efendî li ser geşedan û aloziyên ku niha li Rojhilata Navîn û cîhanê çêdibin got: “Piştî sedsaleke ku bi qirkirin û înkarê derbas bû niha Kurd di nexşeriya nû de xwedî hêz û rojeva sereke ne.”
-

Ji TJA’yê kursiya aştiyê: Em ji bo avakirina soza aştiya jinan li ba hev in
TJA’yê li Amedê bi şîara “Ji bo civakek azad û demokratîk em jin tên gel hev” kursiya aştiyê danî û daxwazên xwe yên li ser aştiyê anîn ziman.
-

5 kesên din li Xezayê ji birçîna mirin
Li Zîvala Xezayê ya ku di bin dorpêça giran a Îsraîlê de ye, di 24 saetên dawî de 5 kesên din ji birçîbûnê mirin, bi vî awayî hejmara kesên ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an vir ve ji birçîna mirine gihîşt 322 kesan.
-

Rewşa tenduristiyê ya derhênera girtî Mîna Meşhed Mehdî xirabtir dibe
Parêzerê derhêner Mîna Meşhedî Mehdî ku li Girtîgeha Karçakê girtî ye, ragihand ku rewşa tenduristiya wê xirab bûye.
-

‘Ji destpêka salê û vir ve Îranê herî kêm 841 kesan darve kir’
Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) ragihand ku li Îranê ji destpêka sala 2025'an û vir ve herî kêm 841 kes hatin darvekirin.
-

Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê daxuyanî dan
Endamên komîsyonê yên DEM Partiyê diyar kirin ku pêşniyarên serokên meclisê yên berê û yên serokên baroyan ji bo wan biqîmet in û gotin: “Em ji bîr nekin ku cihêrengiya me dewlemendiya me ye; zimanê dayikê yê her yekî ji me divê zimanê aştiyê be.”
-

Ji ber ku şerê Îsraîl-Îranê parve kir ceza lê hat birîn
Dadgeha Îranê cezayê girtîgehê li jinek Hewramanî birî, sedem tenê parvekirinek li ser medya civakî bû.
-

Jinên Cezayîrî: Rakirina dudiliya li ser çend bendên CEDAW’ê siyasî ye
Jinên li Cezayîrê ku fikarên xwe yên derbarê pratîkkirina biryara li ser dudiliyên hinek bendên CEDAW’ê de anîn ziman, gotin ku ev ji daxuyaniyeke siyasî derbas nabe.
-

Ji Şandeya Îmraliyê daxuyanî
Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê têkildarî hevdîtina bi Abdullah Ocalan re daxuyanî da. Di hevdîtinê de Ocalan got: “Civaka demokratîk, aştî û entegrasyon sê tegehên sereke yên vê pêvajoyê ne.”
-

Bi têkoşîna jinan ber bi aştiya bi rûmet! – ANALÎZ
Gava ku hemû jin li dijî qirkirina jinê bibin yek û çalak bin wê pêkanînê mêrên serwer ji holê rabibe. Di heyama pêşiya me de, em bang li jinan dikin ku torekî têkoşînê ya bi vî awayî bihunîn. Bi boneya 1’ê Îlonê, têkoşîna jinan dikare aştiyek rûmet bîne.
-

Krêdiyên zewac û zayokiyê: Rêbazek nû ya binpêkirina jinan li Îranê
Li Îranê, polîtîkayên dewletê yên ku armanc dikin ciwanan teşwîq bikin ku keçan di nav çerxek zewaca bi zorê, ducanîbûna zû û şîdeta domdar de asê bikin.
-

Di dîrokê de komek jin: Jînnameya jinên têkoşer
Pirtûka ‘Di dîrokê de komek jin’ a Fewziye Salij Menmî cih dide jiyana jinên têkoşer. Nivîskar Fewziye Salij Menmî dibêje: “Jin havênê aştî û perwerdeya rast a dîroka Kurd in. Ruxmê astengiyan bi têkoşîna xwe ya bê tirs li dijî şer û feraste mêr sekinîne.
-

El-Faşêr di bin bombebaran nexweşîn û dopêçê de ye
Bi hezaran malbat li El-Faşêr ji ber dorpêçkirin û redkirina alîkariya mirovî ku rêjeya mirinê ji ber birçîbûn û nexweşiyan zêde kiriye, tengav bûne.