rojane
-

Rola jinan di aştiya mayînde de hate nîqaşkirin
‘Kampanyaya sekinandina cînayetên namûsê’ bi sernavê ‘Rola jinan di aştiya mayînde de’ civînek li dar xist. 6 axaftvanên ji herêmên şer lê didome beşdar bûn û hat diyar kirin ku jin aktorên aştiyê, hilgirên hefizayê û avakerên pêşerojê ne.
-

Îsraîlê 247 rojnamevanan qetil kir
Hejmara kesên di êrîşên Îsraîlê de mirine zêde dibe. Rojnamevana jin Îslam Abid jî di êrîşan de jiyana xwe ji dest da û hejmara rojnamegerên ku di êrişan de hatine qetilkirin gihîşt 247’an.
-

Psîkanalîst Elisabeth Roudinesco piştgirî da banga Abdullah Ocalan
Psîkanalîst a Fransayî Elisabeth Roudinesco têkildarî 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nameyek şand û got: “Di vê têkoşînê de ez tevlî we dibim û serketinê dixwazim."
-

Li Efgansitanê erdhej: Zêdeyî 600 kes mirin
Hate diyar kirin ku di erdheja li parêzgehên Kunar û Nangarhar yên Efganistanê de 622 kesan jiyana xwe ji dest dane, zêdeyî hezar û 300 kes birîndar bûne.
-

Li dijî agahiyên ne rast ciwanan hişyar dike
Li Başûrê Kurdistanê li ser medyayê agahiyên şaş tên ragihandin û şerê taybet tê meşandin. Li dijî vê jinek nûçegihan ya li Helebce bi semîner û panelan dixwaze ciwanan hişyar bike û daxwaz ji gel dike ku medyaya rast û ne rast ji hev cûda bikin.
-

Serpêhatiyek ji Xezayî: Xeyalên xwe nivço nehêlin
Şerê li Xezayê, jinên ciwan û zarokên keç neçar dike ku dev ji xeyalên xwe yên perwerdehiyê berdin û di nava wêranî û koçberiyê de rêyên alternatîf ên rizgarbûnê bigerin.
-

Jin bi pengava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ xwe perwerde dikin
Di çarçoveya pêngava ‘Rêber Apo bixwîne û bide xwendin’ de li Serdeştê dewreyeke perwerdeyê ya 15 rojan ji bo jinan hatiye vekirin. Jinên ku tev li perwerdeyê bûne diyar kirin ku perwerde bi qasî nan û av pêwîst û girîng e.
-

‘Şaredarî bingeha sîstema netewa demokratîk e’
Hevseroka Şaredariya yekem a Qamişloyê Bêrîvan Omer destnîşan kir ku şaredarî, bingeha sîstema netewa demokratîk e û ji gel xwest ku ji wan re bibin alîkar.
-

Jinan bertek nîşanî êrişan dan: Divê tifaqa 10’ê Adarê pêk bê
Jinên Til Temirê li hember hewldana çeteyên ku xwestin bi dizî bikevin bajarê wan, nerazîbûn nîşan dan û banga pêkanîna Tifaqa 10’ê Adarê kirin.
-

Çalakiya li Mexmûrê 774 roj li pey xwe hişt
Çalakiya Nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, 774 roj li pey xwe hişt.
-

Li Hesekê forum: Pirsgirêka avê hate niqaşkirin
Yekitiya Şaredariyan a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi boneya Hefteya Avê ya Cîhanê, bi navnîşana "Av li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê di navbera rastî û zehmetiyan de" komxebatek li dar xist.
-

Li Başûrê Kurdistanê gorên 2 hezar û 300 salî hatin dîtin
Li Başûrê Kurdistanê, ji ber bandora ziwatiyê keşfeke dîrokî hate kirin. Li Dihokê 40 gorên 2 hezar û 300 salî hatin dîtin.
-

Aqûbeta 235 jinên Durzî yên revandî ne diyar e
SOHR’ê, ragihand ku ji dema êrişên dijî Suweydayê û heta roja îro aqûbeta 235 jinên Durzî yên revandî ne diyar e.
-

Abdullah Ocalan: Aştî, demokrasî û nirxên azadiyê dê teqez mayinde bibin
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, di peyama xwe ya 1’ê Îlonê Roja Aştiyê ya Cîhanê de, wiha got: “Aştî, demokrasî û nirxên azadiyê dê bi têkoşîna gelên me re teqez mayinde bibin û di nava jiyana civakî de cihê xwe bigirin.”
-

Li Qahîreyê li dijî tundiya dîjîtal projeya ‘Delile’
Înîsiyatîfa Supromen li Qahîreyê li dijî tundiya dîjîtal a ku jin pê re rû bi rû dimînin projeya ‘Delile’ da destpekirin.
-

Ji Kombûna Jinan a Zenûbiya li dijî qetilkirina jinan daxuyanî
Meclisa Kombûna Jinan a Zenûbiya ya kantona Reqayê, cînayetên jinan şermezar kir û daxwaz kir ku sûcdar hesab bidin û werin cezakirin. Meclisê, destnîşan kir ku parastina jinan berpirsyariyek kolektîf e.
-

Ji NY’yê têkildarî doza Şerîfe Mihemedî name
NY’ê têkildarî doza Şerîfe Mihemedî nameyek fermî ji bo Nûnerê Îranê yê NY’ê re şand û qala hinek binpêkirinan kir û got: “Şerîfe tenê ji ber çalakiyên xwe yên aştiyane bi cezayê darvekirinê re rû bi rû maye.”
-

Talîban jin û zarokên keç hedef digire
Talîban gefê li jinên ku wekî porçêkerên malê yên veşartî dixebitin dixwe. Yekîneyên Wezareta Fermankirina Qencî û Qedexekirina Xerabiyê jî êrîşî hin dibistanên taybet kirine û keçan neçar kirine ku ji dibistanê derkevin.
-

Gelê Zirganê daxwaza azadiya fîzîkî a Ocalan kirin
Bi diruşmeya “Em ê bi afrîneriya hunerê jiyana komunal ava bikin, di Kurdistan a azad de Rêber Apo hembêz bikin” gelê Zirganê şahiyek lidar xist û banga azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan kirin.
-

3 jê zarok 10 kesên din li Xezayê ji birçîna mirin
Ji ber rêgirî û dorpêça Îsraîlê ya li ser Xezayê ku ji 7’ê Cotmeha 2023’an heya niha êriş li ser didome, di 24 seatên dawî de 3 jê zarok 10kesên din ji birçîna mirin.