Panela têkildarî rola jinan di rojnamevaniya lêkolînê de

Tora ARIJ bi hevkariya weqfa ‘jinên şer qezenc kirine’ panalek li dar xist. Di panelê de, rewşa rojnamevanên lêkolînvan, rola jinan a di vê qadê de, parvekirina ceribandinan û zoriyên ku rojnamevan lê rast tên hatin nîqaşkirin.

RAMA HALEF

Şam- Tora Rojnamevanên Ereb ji bo Rojnamegeriya Lêkolînî (ARIJ) bi hevkariya weqfa ‘jinên şer qezenc kiriye’ panelek lidar xist. Di panelê de rojnamevanên Sûriyeyê yên jin û mêr amade bûn. Di panelê de, derbarê rewşa rojnamevanên lêkolînvan, rola jinan a di vê qadê de, parvekirina ceribandinan û tengasiyên ku li Sûriyeyê dikşînin hatin nîqaşkirin.

Jinên beşdarî panelê bûne, bal kişandin ser girîngiya bihêzkirina jinên rojnamevan ên lêkolînvan, zêdebûna baweriyê, avakirina torên pîşeyî û xebatên hevpar. Jinan dan zanîn ku divê di têkoşîna li dijî zoriyên civakî û pîşeyî de, rojnamevanên jin bên destekkirin.

‘Daxwaza rojnamevanên li Sûriyeyê ya fêrbûnê min gelek kêfxweş dike’

Rojnamevan Ruvan ed-Damin diyar kir ku panela îro, ji bo rojnamevantiya lêkolînê ya bi rojnamevantiya hişê çêkirî û zayendiya civakî re eleqeder dibin, civînek vekirî ye û wiha got: “Daxwaza rojnamevanên li Sûriyeyê ya fêrbûnê min gelek kêfxweş dike. Ji ber qutbûnên pîşeyî tevî firsendên perwerde û xwegîhandina dinyayê bi dest nexistibin jî, cardin em daxwaza rojnamevanên Sûriyeyê ya xilûqkariyê, rojnamevaniya lêkolînê ya bi belge û rast û kûr dibînin. Ev jî derbarê rojnamevaniya pê bawer de hêviyê dide.”

Ruvan ed-Damîn bang li hevpîşeyên xwe kir ku divê baweriya wan zêde bibe û ji kêrhatiyên xwe yên kesî bawer bikin û wiha got: “Jinek rojnamevan, bi jîrî, israr û baweriya ji fikrê xwe wê bighê hedefên xwe. Di heman demê de divê zorî nebe asteng, bibe rêbazek teşwîqkirina pêşketinê.”

‘Rojnamevanên jin her tim zêdetir rastî zoriyan tên’

Rojnamevan Meys Kat ceribandinên xwe parve kir û wiha got: “Rojnamevanên jin li gorî mêran her tim zêdetir rastî zoriyan tên. Rewşa welat zor e, oto-sansura ku em bi xwe pêk tînin heye, sansûra civak ferz dike heye, di heman demê de sanura ku otorîter pêk tînin heye. Hemû ev faktor, dema rojnamevan jin be dibe dû qat. Ji ber vê hertim dibêjim divê em bi hev re di nava têkiliyan de bin. Li vê derê em gelek xwedî olên cûda, nasname û rengên cûda ne. Hebûna rojnamevanên jin di pîşeyan de, bên bihzêkirin û ji bo derxistina karên baş em hevdû baş binasin û bi hev re bi xebitin.”

Civîn di qadek hevbandorkirin de pêk hat. Astengiyên li pêşiya rojnamevanên jin ya rojnamevantiya lêkolînê hate nîqaşkirin. Firsendên ji bo avakirina torên destekdayîna rojnamevantiya serbixwe û bi bawer werin avakirin, hat nirxandin.

Panel bi banga zêdekirina perwerdeya pispor a di rojnamevaniya lêkolînê de, pêşxistina torên pîşeyî, bihêzkirina rojnamevanên jin û rojnamevaniya lêkolînê li Sûriyeyê, wek hêza çarem destekkirina hewldanên ku cihê wê bihêz bibe bi dawî bû. Beşdar di panelê de hemfikr bûn çanda rojnamevantiya lêkolînê gavek bingehîn e. Di heman demê de hat destnîşankirin ku bi taybetî divê jin wek faktora bingehîn a medyayê bi hevsengî û bandor werin bihêzkirin.