rojane
-

MKG: Pênûsa rastiyê nayê teslîmgirtin
MKG û DFG bertek nîşanî cezayên li rojnamegeran hatiye birîn dan û gotin ku pênûsa rastiyê nayê teslîmgirtin.
-

Dayikên Şemiyê di hefteya 1075'emîn de edaletê xwestin
Dayikên Şemiyê di hefteya 1075'emîn a kombûna xwe de, diyar kirin ku pêwîst e Dadgeha Bilind a Îstînafê li ser doza kesên ku li Kerboranê hatine girtin û windakirin bi rêbazek ku rê li ber edaletê veke biryarê bide.
-

Li El-Faşêrê binpêkirin û êrîşên zayendî yên komî zêde dibe
Ji aliyê Hêzên Piştgiriya Lezgîn ve dagirkirina El-Faşêrê bû sedema fikarên mezin. Li gorî raporan li bajêr binpêkirinên mafên mirovan ên cidî yên mîna darvekirinan, destdirêjiyên komî û revandin tên jiyîn.
-

Nivîskara Filistînê Feyiha Abdulhadî: Nivîsandina çîroka rast a Filistînê berxwedan e
Nivîskara Filistînê Feyha Abdulhadî di 28’emîn Fuara Pirtûkan a Navneteweyî ku li Cezayîrê hat lidarxistin de axivî diyar kir ku divê dîroka Filistînê bê parastin û got: “Belegekirin û vegotina rastiyê, li dijî bêdengiyê berxwedana herî bi hêz e.”
-

Bi berhemên xwe beşdarî mihrîcana hinaran bû
Dîmen Enwer bi texte berhemên dîzyana nava malê çêdike û bi berhemên xwe yên texte beşdarî Mihrîcana Hinar û Peyîzê ya Helebce bûye dibêje: “Reng, bi rengên jiyanê tên nasîn.”
-

RSF’ê destdirêjiyê li sê rojnamegerên jin kir
Li gorî rapora Komîteya Parastina Rojnamevanan (CPJ), herî kêm 3 rojnamevanên jin ji aliyê leşkerên Hêzên Piştgiriya Lezgîn (RSF) ve rastî êrîşa zayendî hatin. Her wiha hat ragihandin ku 13 rojnamevanên jin û mêr jî winda bûn.
-

Li Qamişlo ji bo 1’ê Mijdarê roja Kobanê ya Cîhanî daxuyanî hat dayîn
Li bajarê Qamişlo-Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê, Meclîsa bajarê Qamişloyê ji bo 1’ê Mijdarê roja bexwedana Kobanê ya Cîhanî daxuyaniyek da.
-

Werîşe Muradî: Li Kobanê jin li dijî pergala ku bi sed salane îradeya wan red dike sekinîn
Girtiya Siyasî Werîşe Muradî, di peyama ji bo Roja Cîhanî ya Kobanê de got: “Kobanê cihê heqîqeta mirovî ye. Ew ji ezmûnê derbas bûye . Jin li wê derê ne li dijî paşverûtiyê, li dijî pergala ku bi sed salan e îradeya wan red dike sekinîn.”
-

Hewzeya Mahîdeştê li ber hilweşînê ye: Jinan ji bo tedbîrên lezgîn bang kirin
Hewzeya Mahîdeştê ya li Kirmaşanê, ji ber zêdebûna bîran û çandiniya zêde bi xetera kêmbûna avê û hilweşîna axê re rûbirû ye. Jinên ku bertek nîşanî rewşê dan, bang kirin ku divê tedbîrên lezgîn werin girtin.
-

Şadî Semed: Divê jin ji bo pêşxistina pêvajoya aştiyê têbikoşin
Aktîvîsta siyasî û mamoste Şadî Semed, got ku piştî gava duyemîn a gerîlayên azadiyê, pêngava ku sînorên Tirkiyeyê digre nava xwe nîşan dide ku gelê Kurd helwesteke girîng ji aliyê civaka demokratîk û dewleta Tirkiyeyê ve hêvî dike.
-

Heyeta Îmraliyê dê 3’ê Mijdarê bi Abdullah Ocalan re hevdîtin bike
Heyeta Îmraliyê ya DEM Partiyê dê di 3'yê Mijdarê de bi Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike.
-

Hejmara Mijdarê ya rojnameya Neweya Jin derket
Hejmara Mijdarê ya rojnameya Newaya Jin bi berga “Ji dema ku pel nedihejiya heta ‘Jin Jiyan Azadî’” derket pêşberî xwendevanên xwe.
-

‘Biryara vekişîna PKKê, kesên ku tundûtûjiyê dixwazin bê çek hişt’
Sevîlay Çelenk biryara PKKê ya vekişîna ji sînorê Tirkiyeyê wekî "gaveke şoreşger ku gavên ber bi aştî û çareseriyê ve ferz dike û hemû argumanên kesên ku israr dikin pirsgirêka Kurd bi tundiyê çareser bikin, têk dibe" nirxand.
-

Aynur Eplî piştî 30 salan hat berdan
Aynur Eplî ya ku li girtîgeha Girtî ya Şakranê dihat girtin piştî berxwedana 30 salan ji girtîgehê hat berdan.
-

‘Ji bo pêvajoyê rih û hevgirtina 1’ê Mijdarê pêwîst e’
Hevseroka Desteya Ciwan û Werzîşê Avaşîn Misto da zanîn ku banga Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a parastina Kobanê hemû mirovahî ji terorê parastiye û got; “Divê ku niha mirovahî ji bo pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk seferber bibe.”
-

Li Misrê jin tundiyê nîqaş kirin: Zagon ne têrker in
Weqfa Misrî ya ji bo Pirsgirêkên Jinan ji bo yekkirina piştgiriya hiqûqî û psîkolojîk di têkoşîna li dijî şîdeta li dijî jinan de, nîqaşek lidar xist. Jinan anîn ziman ku zagon ne têrker in û divê jin bi her awayê bên parastin.
-

835 roj in çalakî didome: Dem dema mezinkirina têkoşînê ye
Çalakiya nobetê ya li wargeha penaberan a Mexmûrê ku ji bo mîsogerkirina azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hatibû destpêkirin, di roja xwe ya 835'an de bi dewirgirtina koma 163’emîn didome.
-

‘Dem dema gav avêtinê ye’
Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogûllari û Hevberdevka HDK û edama Komîsyona Demokrasî, Xwişk- Biratî û Hevgirtina Millî Meral Daniş Beştaş derbarê pêvajoyê de agahî dan.
-

‘Ji serê salê ve li Îranê hezar û 200 kes hatine darvekirin’
Komîsyona Lêpirsînê ya têkildarî Îranê ya Konseya Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî (NY) da zanîn ku li Îranê piştî şerê meha Hezîranê yê li gel Îsraîlê zext zêde bûne.
-

Li Îmraliyê hevdîtina bi malbatê re pêk hat
Buroya Hiqûqê ya Asrinê, ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di çarçoveya hevdîtina malbatê de bi malbata xwe re hevdîtin kiriye.