Hewzeya Mahîdeştê li ber hilweşînê ye: Jinan ji bo tedbîrên lezgîn bang kirin
Hewzeya Mahîdeştê ya li Kirmaşanê, ji ber zêdebûna bîran û çandiniya zêde bi xetera kêmbûna avê û hilweşîna axê re rûbirû ye. Jinên ku bertek nîşanî rewşê dan, bang kirin ku divê tedbîrên lezgîn werin girtin.
					ŞEHLA EHMEDÎ
Rawansar – Li her herêmê hewzeyên avê, ji ber ku bingeha çavkaniyên avê ne, ji aliyê erdnîgarî û hawirdorî ve girîng û taybet in. Bîrên ku di hewzeyan de hatine vekirin, dikarin weke nîşaneyên awayê bikaranîna ava binerde werin nirxandin. Hejmara bîrên ku li ser hewzeya Mahîdeşt a girêdayî bajarê Kirmaşanê hatine vekirin, di nava çil salan de 23 qat zêdetir bûn. Vê zêdebûnê, serfkirina ava bin erdê miqdareke zêde asta ava bîran kêm kiriye û hinek beşên herêmê êdî weke herêmên ku ji aliyê tunebûna avê ve krîtîk in tên binavkirin.
Ji 23 deştan 14 ji wan qedexekirî ne
Ji ber krîza avê ya li bajarê Kirmaşan ê Rojhilatê Kurdistanê û xetera hilweşîna axê hişyarî tên kirin. Li gorî rapora Kuluba Rojnamegerên Ciwan a sala 2016’an, Deşta Mahîdeşt a li Kirmaşanê, ji sala 2005’an ve heta niha bi navê “deşta qedexe” hatiye îlankirin. Li vê herêmê ji 250 milyon metrekup zêdetir kêmasiiya ava bin erdê heye. Li gorî daneyên fermî, ji 23 deştên li bajarê Kirmaşanê 14 qedexekirî ne, 3 ji wan jî di rewşeke krîtîk de ne. Vê tabloyê, li ser çandiniya li bajar, qadên cîwar û hevsengiya ekolojîk xeterên cidî ne. Bi vana ve girêdayî, ji 6 hezarî zêdetir bîrên ku ji bo çandiniyê bê destûr hatine kolandin hene. Vê yekê li ser çavkaniyên welat zexteke giran çêkiriye. Ger rewş wiha bidome dê rezervên ava bin erdê bi awayekî ku telafiya wê tunebe texrîb bibin; her wiha bi hilweşîna axê re xetera zirara li ser bajar, bejahî û binesaziyê zêdetir bibe.
Tê texmînkirin ku li welat ji milyonek zêdetir bîr hene
Li gorî texmînan, hejmara bîrên li Îranê hatine kolan di sala 1950’yan de nêzî 47 hezar bûye, di sala 1960’an de bûye 162 hezar. Vê zêdebûnê, li gorî deh salên borî bi qasî 245 hejmarek zêde bûye. Ev meyldarî di sala 1970’yan de domiyaye û hejmara bîran ji sedî 39 zêde bûye, gihîştiye 225 hezarî lê pêvajoya krîtîk a esas di sala 1980’yan de dest pê kiriye, di wê serdemê de hejmara bîran, li gorî deh sal berê bûye du qat, gihîştiye 450 hezarî. Di salên 1990’an de jî sondaja bîran, nesekiniye û ev hejmar bûye 736 hezarî. Di roja me de jî tê texmînkirin ku li welat milyonek bîr hene. Vê mezinbûna di kişandina ava binerde de, nîşan dide ku li qada 648 hezar kîlometrekareyî ya welat, li her metrekarek û nîv qada wê bîrek hatiye vekirin û Îranê bûye welatê bîran.
Kirêkirina axê
Ji ber ku erdên çandiniyê ji bo kesên ku eleqeya wan bi axê re tune ye, pêşerojê nafikirin û tenê destkeftiyên xwe yên demkurt hedef dikin bi kirê tên dayîn, li heremê dibe sedema pirsgirêkên mezin. Van kesên ku erdan kirê dikin biyanî ne ji herêmê nîn in û bêyî ku baldarî nîşanê axê bidin, erdan ji bo pênc-şeş salan kirê dikin. Di roja me de zêdetirî kesên ku di nava zeviyên çandiniyê yên herî mezin de dixebitin, ji bajarên Îsfahan û Hemedanê tên. Vê nizîkahiya ku pir zêde bi çavkaniyên av û axê dimije, tenê bi kêmbûna qelîteya axê re bi sînor nemaye, di heman demê de hevsengiya ekolojîk ya herêmê jî xirab kiriye. Ger vekirina bîrên mezin û mêtinkariya li ser çandiniyê bi vî awayî bidome, axên li derdorê û gund jî dê bi çarenûsa weke ya Îsfahanê re rûbirû bimînin. Hilweşîna axê û tunebûna deştên berhemdar, li ser pêşeroja Rojhilatê Kurdistanê gefek mezin e.
Bi awayê şaş serfkirina avê
Pisporên çavkaniyên xwezayî, diyar dikin ku hilweşîna axê ya li herêmên rojavayê welat, tenê ji ber kêmbûna avê çênabe, ji ber serfkirina şaş û zêdebûna bîrên kûr e. Li gorî pisporan, dema ku ava binerdê xilas dibe, ax debar nake, dikeve rewşeke weke sîngerê û di dawiyê de hildiweşe. Sînî Îmanî ya ku li zeviyên ku berê bi hevjînê xwe re li wan çandiniyê dikir niha ji şaneşîna mala xwe dinêre, wiha dibêje: “Dema ku hevjînê min mir, ji bo debara xwe bikim neçar mam zeviya xwe bi kirê bidim. Wê demê min digot qey dê çareseriyeke demkî be lê niha poşman im. Peyman li gorî pênc salan bûn û di wê pêvajoyê de dahata min pir kêm bû. Niha yên kirê dikin bi çandiniya carek tiştên ku xerc dikin paşve digrin. Kesên ku erd kirê dikin qet rehmê li axê nakin. Nahêlin ax bêhna xwe bide, di salê de çend caran çandiniyê dikin. Êdî ax weke berê nîn e; rengê wê spîçokî bûye, ji ber çandiniya zêde, mînaralên wê kêm bûne. Kes nikare pêşî li vê yekê bigre. Ne pêşî li vekirina bîran tê girtin, ne jî sînor li pêşiya çandiniya bêsînor tê girtin. Ajansa Parastina Hawirdorê mirov dibêje qey qet ne di xema tunebûna van axan de ye. Niha bawer nakim erdê we paşve bigrim lê dîsa jî ez hêvî dikim ku rojek lê çandiniyê bikim.”
‘Dê kapasîteya hilberînê ya axê biqede’
Yek ji şêniyên Mahîdeştê Gohar Mahmudî jî fikarên xwe anîn ziman û got: “Ger rewş wiha bidome dê deştên Mahîdeştê yên ku ji bo gel bexçeyên kartol û firingiyan û hwd. in berhemdariya xwe winda bikin. Di encamê de jî dê her tişt bihatir bibe û gel di warê aborî de zêdetir bikeve nava zoriyan. Ev ax tenê aydê kesên xwedî zeviyan nîn in; di heman demê de çavkaniya xwarin û debara gel in. Divê xebat û qadên çandiniyê yên cotkaran werin kontrolkirin, pêşî li kolandina bîrên kûr û çandiniya bênavber were girtin. Ger bi vî awayî bidome, zû yan dereng dê tevahiya axa me bê av bimîne.”